Idrîs Henan
Mîsaka Millî ango; Peymana Neteweyî nexşeyeke rewakirina dagirkeriyên Tirkiyê yê pêşerojê ye. Oparasyonên siyasî û leşkerî li ser Sûriyê û Îraqê jî, ji ber fêmkirina teorî ya vê peymanê ne. Ji lew re; herêmên weke Kerkûk, Mûsil, Heleb û îroj Şam û tevayî Sûriyê rûbirûyî vê hişmendiya ku rêzê ji sînorên razber û şênber ên gelan re nagire ne. Ango; Heya cihê kevirê xwe digîne, sînorên wê ne!
Li ser vê bingeha têgihaştinê, îroj siyaseta Tirkiyê ya nûjen, piştî hilweşîna rejîma Esad li Sûriyê, şerê li dijî Îranê, avabûna blokên hêzê û serweriyê li herêmê û cîhanê, derbasî qonaxek nû dibe.
Di serê sedsala 20`an de, ev qonaxa nû rastî gelek nîqaşan hatiye û di dawiya serdema dewleta Osmanî de weke venêrandinek pêşerojê ji netew dewleta Tirkiyêya sibê re hatibû vesazkirin. Ji ber vê sedemê, çi êriş û dagirkeriyên ku îro Tirkiyê li herêmê dimeşîne, bi van hîncet û gotegotan rewa dike.
Di serdema desthilatdariya Baas de, têkîliyên Tirkiyê û Sûriyê rastî gelek rewşên kirîtîk hatin. Di encamê de bi Peymana Edenê re hate tacîdarkirin ku rejîma Baas rê da Tirkiyê ta 5 KM, di bin navê ewlehiyê de, axa Sûriyê bin pê bike. Lê heya berî serdema Buhara Gelan, destwerdanên Tirkiyê li Sûriyê, li gorî hinek itîbarên herêmî û navdewletî sînordar bûn. Lê çawa qonaxa Buhara Gelan dest pê dike, hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Sûriyê û Îraqê zêde dibe. Li her derê êrişan pêk tîne û piştgiriya komên çete yên weke DAIŞ, El-Nusra û Artêşa Neteweyî ya bi navê Ceyiş Elhur dike. Êrişa li ser Kurdan û projeya demokratîk li Sûriyê armnacek wê yê sereke bû ku weke astengiyekê bingehîn ji bo bicihanîna Mîsaka Millî lê dinêre.
Piştî guherîna desthilatdariya li Sûriyê û bi hatine HTŞ û pêşketinên siyasî, aborî û otorîteyî re, hebûn û serweriya Tirkiyê li herêmê xurt dibe. Bi projeyên xizmetguzarî, perwerdeyî, hevkariya îdarî û sernavên veberhênanê, dest bi plana guherîna demografîk kir û hebûna xwe ya bi sazî tekûztir kir. Îro jî pisporên stratejîk ên siyaseta Tirkiyê dibêjin ku; Tirkiyê veguherînekê jiyan dike û ji amûrên hişk ên hêzê (leşkerî), ber bi amûrên hêza nerm ve diçe.
Di çarçoveya hemleyên dagirkeriya bi amûrên hêza nerm de, îroj li Sûriyê mal û milkên xelkê li gorî Taboyên (belgeyên) serdema Osmanî tên vesazkirin. Dozên aborî, pirsgirêkên malkaniyên taybet û derewên ji nû ve avakirinê, bûne sloganên spandina destserkirina mîrateya gelên Sûriyê. Ev jî cihê berteka gelên Sûriyê ye ku desthilatdariya HTŞ weke Tabûra Pêncemîn, xizmetî berjewendiya Tirkyê ya Neo-Osmanî dike, dibîne. Ango; hikûmeta HTŞ bi berovajîkirina têgehên dîrokî re, li ser rol û niyeta Tirkiyê li herêmê dinixumîne û destek dide peymana Mîsaka Millî û li ser hesabê keda gelên Sûriyê, divejîne.
Desteserkirina saziyên dewletê yên pîşesazî, tekstîl, tendirustî, Telekomunîkasyon, enerjî, dadmendî û rawestandina derhatiyên berhemên welat, bandorek neyînî li jiyana gel kiriye û kirîzek jiyînê ya di bin navê (nan û qanûnê) de çêkiriye. Di heman demê de seynala şêwazeke nû ya berfirehkirina dagirkirinê ye.
Bi gotinek din; li şûna ku bi rêbaza hişk a ji hundir ber bi derveyî sûnor ve were, îcar bi rêbaza nerm ji derveyî sînor kiritîna ber bi hundir ve ye. Ev yek jî bi hevkarî û desteka desthilatdariya heyî re tê rewakirin.






