Ronahî Sadûn
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Hawa Can û Hevseroka Dem Partiyê ya Batmanê Songül Demir diyar kirin ku armanca meşa 19’ê Nîsanê ya ku wê li Gemlîk a Bakurê Kurdistanê bê lidarxistin bo azadiya Rêber Apo ye, ji ber bêyî Rêber Apo pêvajo nayê meşandin û gotin, “Erka jinan ji bo azadiya Rêber Apo, çalakiyên demokratîk in ku hemû kes xwe di nav de bibîne, ji ber azadiya jinan, bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye.”
Rêber Apo ji sala 1999’an ve bi komployeke navneteweyî hate girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin. Ev 27 salin Rêber Apo di bin şert û mercên giran ên tecrîdê li Girava Îmraliyê, dijî. Li hemberî her zor û zehmetiyekê Rêbertî tawîz neda û berxwedaniyê dike. Herwiha li gorî qanûnên dewleta Tirk ku wê jî weke gelek dewletên din mafê hêviyê erê kiriye, lê ew bi xwe jî vê qanûnê bi cih nayîne, ji ber divyabû niha Rêber Apo bi fîzîkî azadkirî ba, lê ji ber nepêkanîna qanûnan, heya niha ev maf ji bo wî nehatiye dayîn. Lê ji ber Rêber Apo temsîla gelê bindest, bi taybetî ya jinan dike, her kes daxwaza azadiya wî ya fîzîkî dikin, di vê çarçoveyê de jî bi kampaniya û çalakiyên cur be cur radibin. Bi taybet piştî destpêkirina pêvajoya Aştiyê ku ji aliyê Rêber Apo ve di 27’ê Sibata 2025’an hatiye destpêkirin, banga azadiyê hîn bilindtir bûye. Di heman demê de her kes tekez dike ku beyî azadiya Rêber Apo, aştiya rastîn misoger nabe. Li gor şert û mercên ku tê xwastin û ji bo rêveçûna pêvajoyê pêwisti bi azadiya fîzikî ya Rêber Apo heye.
Meşa 19’ê Nîsanê
Tevgera jinên Azad (TJA) ji bo pêkanîna azadiya fiziki ya Rêber Apo di 19’ê Nîsanê de, di bin dirûşmeya “Dem dema azadiyê ya jinan û azadiya Rêber Apo ye” li Gemlîk a Bursayê ya Bakurê Kurdistanê, meşeke tê lidarxistin. Dê jin ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê berê xwe bidin Gemlîkê û li wir bi meşê dengê xwe derxînin. Destpêkê wê 2 otobis ji Amedê rêkevin ber bi Colemergê, wê li wir bên pêşwazîkirin, piştre bi giştî jî ber bi Gemlîkê ve rêkevin. Herwiha li Gemlîkê wê jin xwe bighînin hev. Ev çalakî weke meş e, daxuyanî jî were dayîn.
Derbarê meşa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku di 19’ê Nîsanê de li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bê lidarxistin, Aktîvîsta TJA’yê
Hawa Can û hevseroka Dem Partiyê ya Batmanê Songül Demir ji Rojnameya me re axivîn.
‘Beyî azadiya Rêber Apo wê di pêvajoyê de xetmandin bê jiyankirin’

Hawa Can armanca meşa ku di 19’ê mehê de bê lidarixstin diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û wiha got: “Armanca meşa me ya ku em li dar dixin, ji bo azadiya Rêber Apo ye. Hedef û armanca Tevgera Jinên Azad TJA jî, ev e ku bêyî Rêber Apo pêvajo nayê meşandin, herwiha xetmandinê dide jiyankirin. Ji bo vê sedemê hewce ye ku di demeke nêz de, mafê jiyanê bê dayîn.”
‘Armanca Rêber Apo ew e ku hemû pêkhate bi hev re di nav aramiyê de bijîn’
Hawa Can di berdewamiya axaftina xwe de cudahiya meşa 19’ê Nîsanê ji meşên beriya wê anî ziman û wiha bilêv kir: “Cudahiya wan meşan û meşa 19’ê mehê ew e ku ne tenê ji bo azadiya Rêber Apo ye. Lê di kesayeta Rêber Apo de, azadiya hemû mirovahiyê pêk tê. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo, armanc û daxwazên wî ev in ku li Rojhilata Navîn hemû pêkhateye bikarin bi hev re di nav aramiyê de bijîn.”
‘Dayik weke her dem pêşeng e’
Hawa Can eşkere kir ku jinên Kurd şopdarên rêya azadiyê ne û li pey heqîqatê dimeşin û wiha domand: “Beşdarvanên meşê hemû jin in. Dayik jî wek her dem dîsa pêşeng e. Peyama me zelale, jinên Kurd şopdarên rêya azadîxwaziyê ne û li pey heqîqatê dimeşin. Herwiha Rêber Apo jî îradeya me ya jinên Kurd e. Heman demê de Erka jinan ji bo azadiya Rêber Apo, çalakiyên demokratîk in ku hemû kes xwe di nav de bibîne û pêşengtiyê ji hemû qadan re bikin. Ji ber ku azadiya me ya jinan, bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye.”
‘27 sal astengî û tecrîda giran’
Hawa Can axaftina xwe wiha qedand: “27 sal in Rêber Apo di girtîgeha Îmralî de ye û li gel hemû astengî û tecrîda giran de tê ragirtin. Di bin van şertan de, ne pêkan e ku Rêber Apo bi her kesî re hevdîtin bike û pêvajoyê bi awayekî tendurist bimeşîne. Ji bo birêvebirina vê pêvajoyê û ji bo mafê hiqûqî yê jiyanê, divê ev maf were dayîn, ev heq dereng jî maye. Ji ber van hemû mijaran, wek jinan em ê berê xwe bidin giravê, da ku hemû kes bizanibin azadiya Rêber Apo, azadiya hemû gelan e.”
‘Azadiya Rêber Apo ji bo jinan taybetî pir girîng e’

Songül Demir diyar kir ku ew azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin û wiha got: “Armanca me ji bo Rêberê me ye ku em azadiya wî ya fîzîkî dixwazin. Ji ber ku heta rêberê me azad nebe, em jî tu carî azad nabin. Rêber Apo gavên ji bo aştiyê avêtine, lê em qebûl nakin ku dewlet neavêje, divê ew jî gavê biavêje û her tişt bi zelalî çêbibe. Azadiya Rêber Apo girîng e, ji ber heq û mafê Rêber Apo daye me, tu kesî din nedaye me. Lewra divê em jî li pey Rêberê xwe bin. Herwiha sedema ku em ewqas girîngiyê didin Rêber Apo ew e ku wî rûmetekî mezin daye jinan, bi taybet jinên Kurd ên dilêşyayî.”
‘Rêberê me hêjayî ye ku em şev roj bo wî li kolanan bin’
Songül Demir axaftina xwe wiha bidawî kir: “Rêberê me Rêber Apo hêjayî ye ku em şev û roj ji bo wî li kolanan, di meşan û çalakiyan de beşdar bibin. Herwiha, divê em zextê li dewletê bikin, da ku ji bo Rêber Apo gavekê biavêje. Ji ber ku aştî di destê Rêber Apo de ye û ji aliyê wî ve dê aştî pêk were.”






