Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bedêlên herî giran jin didin

19/04/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Bi îdeolojiya zayendîperestiyê dijminatiya li hember jinê
Share on FacebookShare on Twitter

Berîtan Xalid

Di bin siya pevçûnên zêde yên li herêma Ereb û Rojhilata Navîn de, êşa jinan mîna yek ji qeyranên mirovî yên herî giran û tevlihev derdikeve pêş. Şer û pevçûnên çekdarî, êdî ne tenê pevçûnên leşkerî yên sînordarkirî ne; veguherî qeyranên berfireh ku dikevin nav kûrahiyên civakan, avahiya civakî û aborî parçe dikin û rolên kesan a di nav malbat û civakê de ji nû ve şêwe dikin. Jin weke şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn di rewşa krîzan de jî bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Di nava malbatên koçber de jin û zarok herî zêde bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Jinên Rojava ku para xwe ji krîz û kaosa ji ber şer derketiye girtine, li aliyekî li benda roja ku vegerin ser cih û warê xwe ne û li aliyê din jî têkoşîna jiyanê didomînin.Yek ji bûyerên civakî ku dibe sedemê şeran, koçên bi zorê, koçkirina ji welatekê ber bi welatek din ve û ji bajarekê ber bi bajarek din ve, ne tenê guherîna cihekê ye. Bûyerek ku di nava vê rewşê de, gelek metirsiyan dihewîne, jin û zarok bê parastin dimîne û zîncîra binpêkirinan bi xwe re tîne ye. Ji ber şeran bi milyonan mirov ketine rêyên koçberiyê .Beşên herî zêde ku ji vê pêvajoyê bandor dibin, jin û zarok in. Sedemên herî bingehîn ên koçberiyan şer û binpêkirin in. Ji ber şerên tê jiyîn û qadên pevçûnan qadên jiyanê tine dibin. Koç ne tercîhek e, ji bo bijîn, bi hêviya jiyanek nû ketina rê ye. Di qada şer de, qadên jiyanê, êrîşên li dijî xakên wan û gelek binpêkirinên mafan bi xwe re tînin.Piştî koçberiyê li welatên ku hatine, di kampên koçberiyê yên lê dimînin de rastî gelek binpêkirinên mafên mirovan tên. Di van rewşan de jî dîsa jin bedêlên herî giran didin. Kampên koçberan gelek qerebalix in. Ji xwarinê destpê bike gelek pêwîstî û xizmet kêm in. Di her qadên jiyanê de rewşên ku bibin sedemên krîzên civakî.Em her tim tînin ziman ku ev şerên ku tên jiyîn, ne şerên gelan, jin û zarokan in. Şer talan, mirin û komkujî ne. Pergala ku li dijî şer bisekine, jiyana demokratîk e. Avakirina jiyanek demokratîk ku hemû gel û bawerî di nava hev de bijîn, panzehîra şerên tên jiyîn e. Ji bo koçberiyên navneteweyî neyên jiyîn, jin û zarok di rêyên koçberiyê de nemirin û rastî krîzên cûda neyên, divê hemû ji vî şerî re bêjin ‘Na’, ji bo avakirina jiyanek kolektîf û demokratîk, rêxistinên girseyî yên demokratîk, hemû gelên dinyayê li dijî vê yekê dengê xwe derxin û ji bo bidawîbûna şeran elzem e. Em hemû ji bo pêşeroja zarokan û jiyana hevpar a jinan li dijî şer bisekinin û ji bo jiyanek bi rûmet em ê têkoşînê bidomînin.Pirsgirêka Kurd her tim bi polîtîkayên îmha, asîmîlasyon û ewlehiyê, rastî qadek şer û pevçûnan hatiye .Di wateya civakî, çandî û aborî de, me bedêlên giran dane. Destpêkê zorê dan ser wan ku qadên jiyanê biterikînin. Di salên 1990’an de bi hincetên ewlehiyê gund bi şewitandinê vala kirin, mirovên li wêderê dijiyan ji cih, xak û lawirên xwe bûn. Mirov bi neçarî ketin rêya koçberiyê. Gelê ku li wê derê dijiya, ji zimanê xwe, çanda xwe hate dûrxistin û bi koçberiyên zorî mehkûmê  metrepolan hatin kirin. Di serî de zimanê dayîkê, li beramberî gelê ku ji nirxê xwe hatin dûrxistin, polîtîkayên tundî û asîmîlasyonê hatin pêkanîn. Xala ku îro hatine mirovên ku di metrepolan de dijîn û di heman demê de mecbûrî koçberiyê hatiye kirin, rû birûyî krîzên mezin û binpêkirinên mafan in. Di roja meya îro de jî ev pirsgirêk didomin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.