Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hewesa bedewiyê polîtîkayeke sîstematîk ji aliyê pergalê ve li ser jinê ye (2)

19/04/2026
in JIN
A A
Hewesa bedewiyê polîtîkayeke sîstematîk ji aliyê pergalê ve li ser jinê ye (2)
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa

Bandora nişterkariyên xweşikbûnê li ser jinan  

Tevî belavbûna berfireh a nişterkariyên xweşikbûnê di nav jinan de di serdema nûjen de û tevî xeteriyên wan yên tenduristî û nexweşiyan, lê ev diyarde xwediyê encamên neyînî di aliyê pîskolojîk, tenduristî û civakî de ye jî.

Ji aliyê tenduristiyê ve, tevî pêşketinên girîng ên teknolojîk, nişterkariyên xweşikbûnê bê rîskên bijîşkî nîne. Dibe ku hin jin bi tevliheviyên wekî kulbûn, xwînrijandin, an têkçûna emeliyatê re rû bi rû bimînin ku ev yek hewceyê mudaxeleyên din e ku dikare tevliheviyê zêde bike. Di hin rewşan de, xeletiyên bijîşkî dikarin li şûna baştirkirina xuyangê bibin sedema xirabûna mayînde.

Di warê psîkolojîk de, pirsgirêka nerazîbûna berdewam ji fîzîk û şeklê xwe pir derdikeve. Hin jin bawer dikin ku ev emeliyat dê baweriya wan bi xwe zêde bike, lê rastî dibe ku cuda be. Ev dikare bibe sedema zêdebûna pêkanîna emeliyatên dubarekirî ku wekî “hewesa xweşikbûnê” tê binavkirin.

Ji aliyê civakî ve, emeliyatên xweşikbûnê dibe sedema pêşxistina pîvanên bedewiyê yên nerealîst (ne rast, ne heqîqî), û zextek zêde li ser jinan çêdike ku li gorî van pîvanan tevbigerin. Emeliyatên xweşikbûnê dikarin ji hilbijartinek kesane veguherin “pêdiviyek civakî” ya ferzkirî bi taybet di nava hin kategorî û hawîrdoran de.

Bandora van nişterkariyên xweşikbûnê di aliyê aborî de

Di cîhanê de hatiye piştrastkirin ku lêçûna bilind a nişterkariyên xweşikbûnê yek ji mezintirîn zehmetiyan e, û hin kes ji bo peydakirina lêçûnan û pereyên wê serî li deynkirinê didin an jî pereyên xwe yên ji xwe re dane aliyekî xerc dikin. Û ev bi emaliyeta yekem bi dawî nabe; gelek emeliyat gelek rûniştinan hewce dikin ku di demek dirêj de lêçûna giştî zêde dike.

Pispor her wiha hişyariyê didin li ser lêçûnên zêde yên ji ber tevlihevî an xeletiyên bijîşkî ku di encama neserketina emeliyatê de derdikeve, dikarin barê darayî yê kesekî hîn zêde bikin. Di rewşên din de, hin kes neçar dimînin ku ji bo başbûnê betlaneyê ji kar bigirin ku ev dibe sedema hîn zêde ya windakirina dahatê.

Ev xerckirin dibe ku bandorek neyînî li ser giştî rewşa aborî û darayî yên kesan bike, ji ber ku emeliyat û dermankirinên bedewiyê li ser pêdiviyên bingehîn yên jiyanê û mirovahiyê têne hilbijartin.

Nişterkariyên xweşikbûnê di nava kesên temen biçûk de

Bi belavbûna berfireh a nişterkariyên xweşikbûnê li çaraliyê cîhanê, ev qad êdî ne tenê bi mezinan re sînordar maye, hîn zêde berfireh bûye û kesên temenê wan biçûkin (di bin 18 salî de) jî di nav xwe de digire ku ev yek di nav bijîşk û civakê de di aliyê sedem, xeteriyên wê, bûye mijarên nîqaşê yên herî girîng.

Amarên dawî nîşan didin ku ev diyarde heye, lê ew hinekî bi sînor dimîne. Li Dewletên Yekbûyî, nêzîkî 23 hezar emeliyatên xweşikbûnê li ser kesên di bin 19 salî de hatine kirin ku tenê nêzîkî sedî yek ji hemî nişterkariyên xweşikbûnê, temsîl dike.

Li gorî dane û lêkolînên dawiyê yên ku hatine derketin, li cîhanê hin texmîn nîşan didin ku dora ji sedî 15 niştekariyên xweşikbûnê li ser kesên di bin 19 salî de hatine kirin. Ev yek jî di demên pêş de xeteriya zêdebûna vê katagoriyê di bazara emeliyatên xweşikbûnê de zêde dike.

Ji nişterkariyên xweşikbûnê yên herî zêde de nava vê katagotriyê de têne bikaranîn ev in:

Sererastkirina poz ku bi qasî ji sedî 65 ji emeliyatên ku li ser ciwanan têne kirin pêk tîne, her wiha sererastkirina guhên berbiçav, dermankirina birîn û nîşanên pizrikan û hin emeliyatên ne ceraahî yên wekî Botox û dagirtin ku salane di nav ciwanan de digihîje sed hezaran bûyeran.

Çima keçên temenbiçûk serî li cihên emeliyatên xweşikbûnê didin?

Pispor bawer dikin ku sedem tevlîheviyek ji faktorên psîkolojîk û civakî ne, ji wan yên herî berbiçav ev in:

– Bandora medyaya civakî û pîvanên bedewiya “îdeal” bê kêmasî.

– Nerazîbûna ji wêneya fîzîka xwe dema nû dighîne.

– Zexta hevalan û civakê.

– Xwesteka zêdekirina baweriya bi xwe.

Tevî pêkanîna van emeliyatan jî, lê hatiye piştrastkirin ku ji ber her tim ev katagorê xwe bi wêne, dîmen û jiyana li ser medya civakî têne parvekirin re tîne ber hev du, hê jî ji şeklê xwe ne razî ne.

Rêjeya giştî ya salane di cîhanê de çiqas nişterkariyên xweşikbûnê tên kirin

Li gorî Komeleya Navneteweyî ya Cerrahiya Plastîk a Estetîk (ISAPS), salane li seranserê cîhanê zêdetirî 12 mîlyon emeliyatên xweşikbûnê li ser jinan têne kirin. Ji bilî nêzîkî 25 mîlyon emeliyatên xweşikbûnê yên ne birîndarî (wek Botox û fillers) tên kirin.

Hejmara giştî ya niştekariyên birîndarî û ne birîndarî salane bi qasî 37 milyon e.

Ev hejmar hemû temenan, tevî mezinan û zarokên temenbiçûk, dihewîne, lê zarokên temenbiçûk rêjeyek pir piçûk pêk tînin (nêzîkî 1-2 ji sedî ne).

Her roj nêzîkî 91 milyon jin an keç li seranserê cîhanê ji bo emeliyatên estetîkbûnê ango xweşikbûnê, çi bi birîndarî be çi jî ne birîndarî be, derbas dibin. Ev yek jî pirbûna belavbûna vê diyarfdeyê di cîhanê de dide diyarkirin.

Dewletên ku herî zêde tê de nişterkariya xweşikbûnê tên kirin

Li gorî hejmara nişterkariyê giştî û rêjeya belavbûna wê di nabva gel de, nişterkariyên xweşikbûnê li gel jinan ji her welatekî diguhere, lê belê bîrançoyên gilobal wêneyên herî zelal yên welatê herî zêde ku vê yekê bikar tînin dide me.

Pêşî: Welatên ku herî zêde lê hatine kirin (hejmara giştî)

Li gorî raporên Komeleya Navneteweyî ya Emeliyata Plastîk a Estetîk, welatên pêşeng ên cîhanê ev in:

  1. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê 2. Brezîlya 3. Japonya 4. Îtalya 5. Almanya 6. Meksîka 7. Hindistan 8. Tirkiye.

Tenê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê salane zêdetirî 6 milyon emeliyat pêk tînin. Brazîlya jî di rêza duyemîn de ye.

Duyem: Welatên ku “rêjeya” wan herî bilind e (di nav jinan de herî zêde belav e)

Li gorî nifûsê, herî bilind li cîhanê Li Koreya Başûr, bi qasî 1 ji 25 kesan nişterkariya xweşikbûnê kiriye. Ew wekî yek ji welatên ku rêjeyên herî bilind ên “berbelavbûna çandî” ya emeliyatên xweşikbûnê li çaraliyê cîhanê hene, tê hesibandin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Brezîlya di lîsteya welatên ku herî zêde emeliyatên xweşikbûnê lê têne kirin de di rêza yekem de ne, di heman demê de Koreya Başûr di warê belavbûna van emeliyatan de di nav nifûsa xwe de di rêza yekem a cîhanê de ye.

Her çendî sedem ji welatekî bo welatekî diguhere jî, xala hevpar daxwaza zêde ya jinan û veguherîna emeliyatên xweşikbûnê ji hilbijartinek takekesî ber bi diyardeyek civakî ya gerdûnî ya mezin dibe ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.