Navenda Nûçeyan
Wezareta Weqfên Olî ya hikumeta demkî ji Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê qeydên weqfên Osmanî yên Şam, Heleb û Hemayê xwestin. Bazirgan û xwediyên dikanan ditirsin ku milkên wan ji destê wan bigirin.
Axaftina rayedarekî Wezareta Weqfên Olî ya hikumeta demkî ya Sûriyê bû rojeva bazirgan û xwediyên dikanan û hate rexnekirin. Rayedar gotibû Wezareta Weqfên Olî ya hikumeta demkî ji serokê Weqfa Diyanetê ya Tirkiyê qeydên weqfên Osmaniyan ên Şamê, Heleb û Hemayê xwestine. Çavdêran ev yek nirxand û dipirsin çima Wezareta Weqfên Olî ya hikumetê qeydên weqfên Osmanî dixwazê?
Li gorî agahiyên li ser çapemeniya herêmî ya Sûriyê belav bûn, wezaretê gotiye wan qeyd xwestine, ji bo mafên weqfeyê tesbît bikin û qeydan ji nû ve bi rêxistin bikin.
Wezareta Weqfê diyar kir ku li Şamê bi hezaran milk li ser navê wan hatine qeydkirin. Mînak nîvê bazara El Himêdiyê û bazarên kevn ên Şamê wekî Midhet Paşa, Bizoriyê, Menaxliyê, Bab Serîce, Heleb, Hema, Himis û Laziqiyê bi navê wan hatine qeydkirin.
Çavkaniyekî nêzî wezaretê got wezareta hikumetê dixwaze bi rêya qeydên weqfên Osmaniyan destê xwe deyne ser van milkan. Ev yek bûye sedem ku bazirgan û xwediyên dikanan bitirsin ku waqif dest deynê ser milkên wan.
Çalakvan, pispor, bazirgan û xwediyên dikanan anîn ziman ku xwediyên dikanan neçarin an kirê bidin an jî dikanan vala bikin. Dibe ku ev dikan û mik ji berê de kirîbin an jî ev bûye bi salan li ser navê wan hatiye qeyd kirin.
Rexnegiran diyar kirin ku ev gav dê bibe sedema li bazarên dîrokî û bi taybet bazarên Şamê, gelek guhertinên aborî çêbibin. Êdî dikandarên ku bi salan ew xwediyê dikanên xwe ne, dê neçar bimînin ku kirya dikanan bidin, Wezareta Weqfê.
‘Arşîv li Sûriyê heye, çima qeydên Osmanî dixwazin?’
Pisporekî ji Navenda Belgekirina Dîrokî ya girêdayî Rêveberiya Giştî ya Şûnwar û Muzexaneyan a Şamê ku nexwest navê wî were naskirin, wiha got: “Navenda me sala 1959`an hatiye vekirin. Navenda me ji gelek beşan pêktê. Yek ji beşan jî beşê Osmanî ye. Di beşê Osmanî de belgeyên herî kevnar ên Sûriyê hene. Çavkaniyên dîroka civakî û aborî yên Sûriyê ne. Li Navendê qeydên dadgeha zagonsaz ku 2900 qeydên Şamê, Heleb, Hema, Humis û Laziqiyê ne, hene. Berê Navenda me ji aliyê kesên ne diyar ve, hat şewtandin, hem jî dizîn û talan kirin. Sûriyê dewleteke bê arşîv e. Sala 2006`an komîteyek hat avakirin ji bo qanûnên arşîvê amade bikin. Ev dosya gelekî girîng e, lê belê heyanî niha jî komîteya amadekirina qanûnên arşîvê ji aliyê Meclisa Gel ve nehatiye erekirin.”
Heman pisporî got: “Qeydên erd û mik li Dezgeha qeydkirina milkan e, qeyda nifûs, bav û kalan û malbatê jî yên ji dema Osmaniyan `sedsala 19`emîn li navenda Nifûsan e. Piştî ku Wezareta Weqfan destûr da ku Weqfa Diyanetê ya Tirkiyê semîner û dewreyên perwerde ji hinek kesên nêzî hikumetê û karkerên di dosya erdan ên girêdayî hikumetê ne, birêxistin kirin, êdî ev mijara li qeydên weqfên Osmanî vegerin, xistin rojevê de. Ji ber vê yekê dibe ku derî li ber sextekariyeke mezin were vekirin. Ji ber vê yekê divê qeydên dîrokî werin parastin. Eger belgeyên kevn têkevin destê Wezareta Weqfan dibe ku bişewtînin û ji holê rakin.”
Helwesta bazirganên Elhimêdiyê?
Yek ji bazirganên herî kevn ên bazara El Himêdiyê ya Şamê Ebo Omer wiha got: “Bavê min dikan kirîbû û milkê me ye, bi navê min hatiye qeydkirin. Ez di hemû şert û mercan de ji dikana xwe dernakevim. Axaftinên li ser bazarên kevn têne kirin teşeyekî nû yê dagirkirinê ye û ev yek ji bo berjewendiyên Tirkiyê tê kirin û dixwazin Osmanî dîsa vegerin Sûriyê. Bazirganên Şamê xwediyê nav û dengekî dîrokî ne. Wezareta Weqfê bi nezanî ev rojev vekir. Gelek dikanên bi navê Weqfê hene lê belê nadin xebtandin. Em ji Wezaretê dixwazin bi edalet vê pirsgirêkê çareser bike û bi me re destbi şer nekin. Li Şamê 55 bazarên kevn hene û Osmaniyên nû dixwazin Şamê dagir bikin.”
‘Dê pirsgirêkên qanûnî û aborî derkevin’
Hesan El Ebid jî wiha axivî: “Eger qeydên mal û mikên Sûriyê li dezgehên qeydkirinê û navendên belgekirinê hene çima dê li belgeyên qeydkirina Osmanî vegerin? Eger dosya belgeyên qeydkirina Osmanî vekin dê gelek pirsgirêkên qanûnî û aborî derbikevin. Bi taybet bazarên kevn û dîrokî ev bûye bi salan ku milkê xwediyên xwe ne û nabe ku ji destê wan derxin.”
Li gorî çavdêran ji ber qanûnê arşîvê yên fermî nînin, gelek metirsî hene ku bi belgeyan bileyîzin. Rexneger jî dibêjin eger Wezareta Weqfê vegerê qeydên Osmanî ev yek dê bibe sedema ku Tirkiyê destwerdana Sûriyê bike.
Sûriyê sala 1516’an di şerê Merc Dabiq de heyanî sala 1918`an ji aliyê Osmaniyan ve hate dagirkirin. ANHA






