Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Entegrason bi kê re?

18/04/2026
in Serbest
A A
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed

Rojavayê Kurdistanê niha di pêvajoya entegresyonê re derbas dibe. Ev entegresyon di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hikumeta demkî de ye. Gelo hikumeta demkî kî ye û li pey kîjan hêzê  xwe vedişêre? Hikumeta demkî ku destpêka hatiye ser desthilatdariyê bi navê Heyet Tahrir el Şam (HTŞ) bû û bi seroketiya Ehmed El-Şeri ango bi Colanî dihat naskirin bû ku niha hatiye ser desthilatdariya Sûriyê û ew Sûriyê bi rê ve dibe ango wê pêşeroja Sûriyê geş bike, lê ev yek rastiya ku Tirkiyê, Birîtanya, Îsraîl û Emerîka Ehmed El-Şeri anîne ser desthiltdariyê da ku plane xwe pêkbînin. Em dikarin bêjin ku weke lîstoka bikaranînê çawa ku anîn dikarin winda jî bikin. Ehmed El-Şeri ne li gorî daxwaz û fikirina xwe tevdigere yê ku birê ve dibin heye mînaka herî ber bi çav piştî her civînek bi Ehmed El-Şeri tê amadekirin Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan hevdîtinê pê re dike û lihevkirin bi dawî dibe. Ehmed El-Şeri kesayetek ne xwedî gotine, lê belê tenê ji bo pêkanîna planên dewleta ne. Ji ber vê yekê hemû dewlet çavên xwe li ber komkujiyên ku bi destê hikumeta demkî tê kirin digirin. Mînaka herî ber biçav komkujiya li berava Sûriyê hemû cîhanê xwe keer, kor û lal kir, ev yek jî ji planê wan e. Herwiha piştî bi hezaran ji gelê elewî kuştin berê xwe dan Siwêdayê û gelê Durzî kuştin dîsa çavê cîhanê û mafê mirovan hat kor kirin, lê dî vê derê de ranewestîn berê xwe dan Kurdan di 6’ê Çile de plena hikumeta bi dewletan re hate eşkerekirin. Qaşo ji bo parastina Kurdên li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyî peymana 1’ê Nîsanê di navber rêveberiya xweser, QSD û hikumeta demkî de hate îmzekirin. Lê ev peyman ji aliyê hikumeta demkî ve hate têkbirin û plane qirkirinê li dijî Kurdên Rojava ya ku dibêjin Kurdên Sûriyê hate meşandin. Di hovîtiya Şêxmeqsûdê re ranewestîn ku heya niha gelek bûyerên dijmirovî veşartîne, lê berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi salaye Rêveberiya Xweser bi rê ve dibe û QSD’ê parastina wê dike. Di bin navê ku ew herêmên Erebane divê QSD’ê jê derbikeve û hikumeta demkî bi rê ve bibe. Di heman demê de êlên ku bi salane bi fermandar û Rêveberê Kurd re rûdinin pesnê wan didin li dijî QSD’ê rabûn ew êl bi xwe ew kesên ku dema Reqa paytexta îslamê û DAIŞ’ê hatiye raghandin destek û daxwaza parastina wan herêman ji QSD’ê kir. Şer heya deriya Hesekê hat, hemû gelê Kurd li Rojava li ser piyan bûn herwiha tevahî gelê Kurd li parçeyên Kurdistan û cîhanê rabûn û bûn hêz ji Rojava re. herwiha zext ji aliyê dewletên yekbûyî li ser herdu aliyan hate kirin û daxwaz kirin ku peymanek nû were îmzekiririn. Ev şer û qirkirina li ser Rojava bi berxwedaniya gelê Rojava û piştgiriya gelê Kurd li seranserî cîhanê hate rawestandin. Di heman demê de bi zora dewletên yekbûyî û hatina şerî cîhan a sêyemîn ji be derî re zext kirin ku lihevkirinek di navbera QSD’ê û hikumeta demkî de were îmzekirin, li gorî wê jî peymana 29’ê Çileleyê  hate îmzekirin ku wê entegrasyon çêbibe, herêmên Kurdî werin parastin, koçber vegerin warê xwe, dîlgiritî werin berdan û hwd. Lê herdem paşxistin ji aliyê hikumete demkî de tê çêkirin. Herwiha di nava gelê Kurd û Ereb de neqbûlkirina vê lihevkirinê derdikeve pêş. Ji ber ku QSD’ê zêdetirî 20 hezar şehîd daye bi sala parstina tevahî pêkhateyan kiriye û bandor li cîhanê kiriye. Ev entegresyon ne dawiya şer û pevçûna li ser Kurdên Rojava ye, lê belê destpêka têkoşînek mezintire, ji ber ku ne dûre di bin navê entegresyonê çareke din hewilbidin hebûna Kurd tune bikin. Di dawiyê de û bi gotinên vekirî ev entegrasyon ji bo dawîanîna rijandina xwînê ye. Ji ber ku ev êriş û şerê qirkirinê ne tenê bi hikumeta demkî, lê belê bi destekdayîn Tirkiyê, Fransa, dewletên Yekbûyî û Erebî bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.