Navenda Nûçeyan
Di navbera Amerîka û Îranê de têkildarî şerê heyî muzakereyên ne rasterast didomin û daxuyaniyên nelihev yên li ser van muzakereyan tên dayîn. Piştî agirbesta Israîl û Huzbullahê êdî kendava Hurmizê hat vekirin, lê careke din ji aliyê Artêşa Pasedar ve hat girtin, hîna lihevkirina sêaliyên şer pêknehatiye û dorpêça Amerîkî berdewam e.
Ji 13’ê Nîsanê ve 21 keştiyên Îranî ketin bin bandora dorpêçê
Di 13’ê Nîsanê de dorpêça Amerîkî li ser beravên Îranê hat ferzkirin. Fermandariya Navendî ya Amerîkî CENTCOM roja 17’ê Nîsanê ragihand ku 21 keştî ji destpêka dorpêçkirina beravên Îran û Kendava Omanê vegeriyan Îranê. CENTCOM berê li ser bernameya X got, “Ji destpêka dorpêçkirinê ve, 21 keştî fermanên hêzên Amerîkî pêkanîn, zivirîn û vegeriyan Îranê.” Ev yek piştî ku Îranê got wê Tengava Hurmuz ji nû ve ji hemû keştiyên bazirganî re vekirî be, tevî ku Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Bagir Galibaf got ku ev rêya avê dê girtî bimîne heta ku Dewletên Yekbûyî dorpêça deryayî ya li ser herêmê raneke. Kompanyên barkêşiyê hîn jî di derbarê tengavê de bi tirs nêz dibin, ji ber ku roja 17’ê Nîsanê tenê hejmarek sînordar ji keştiyan di vê rêya avê ya girîng re derbas bûn.
Vekirina Kendava Hurmizê
Ji destpêka şerê Îran, Amerîka û Israîlê ve, Kendava Hurmizê li pêşiya riya keştiyên bazirganiyê hatibû girtin. Duh bi awayekî fermî ev rê li ber keştiyan hat vekirin. Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araghcî duh got ku Tengava Hurmuz ji hemû keştiyên bazirganî re vekirî ye û destnîşan kir ku ev yek li gorî ragihandina agirbesta di navbera Îsraîl û Lubnanê de ye. Araghcî li ser X’ê berî niha nivîsî û wiha got: “Li gorî agirbesta li Lubnanê Tengava Hurmuz ji bo hemû keştiyên bazirganî bi temamî vekirî ye, ev yek jî li ser rêya ku berê ji hêla Rêxistina Berav û Deryayî ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû ragihandin.” Lê Artêşa Pasedaran di 18’ê Nîsanê de ragihand ku ji ber dorpêça Amerîkayê ya berdewam, wê Kendava Hurmizê were girtin.
Di nav şert û mercên siyasî yên nû de, axaftinên ser Îranê, rawestana şer û pêşveçûnên li Lubnanê her weha di rojên dawî de berdewam in. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, bêyî ku hurgiliyan eşkere bike, ragihand ku li ser Îranê “hin agahiyên baş” hene.
Trump di balafira Air Force One de ji rojnamevanan re got ku rewşa Rojhilata Navîn, bi taybetî ya Îranê, xuya dike ku ber bi başbûnê ve diçe. Trump diyar kir ku di demên nêzîk de dê agahiyên zêdetir bêne ragihandin.
Di heman demê de, Trump hişyarî da ku heke heta Çarşemê peymaneke dirêj ji bo bidawîkirina şer nehatibe ragihandin, dibe ku şerê bi Îranê re bidome. Trump got ku dorpêça li ser benderên Îranê dê bidome û dibe ku operasyona leşkerî dîsa dest pê bike.
Rawestandina şerê li Libnanê û rola Îranê
Li aliyê din, peymana rawestandina şerê di navbera Îsraîl û Lubnanê de, ku bi navbeynkariya Amerîkayê hate çêkirin, ji nîvê şeva 16ê Nîsana 2026an ve dest pê kir. Lê belê, li gorî raporan, hin efserên hêzên Îsraîlî yên li başûrê Lubnanê li ser peymana bi fermî ketiye meriyetê nehatine agahdarkirin û bi rêya medyayê ya derveyî û torên civakî pê hesiyane. Yek ji wan efseran got ku ‘ev dem ji bo wan demên herî xeternak in û kontrolkirina leşkeran di şertên wiha de ne hêsan e.’
‘Divê rawestandina agir veguhere peymanên domdar’
Serokê Lubnanê Joseph Aoun, di axaftineke televizyonê de ragihand ku rawestandin şer divê veguhere peymanên domdar. Joseph Aoun, diyar kir ku Lubnan êdî “ne kartê lîstika kesî ye û ne jî qada şerê kesî ye.”
Îranê bi bersiveke tund îdiayên Trump red kir
Ji aliyê Îranê ve, rêveberiya welêt îdîayên Amerîkayê bi tundî red kirin. Serokê Meclîsa Îranê Mohammad Bagher Ghalibaf, Trump bi gotinên derew tawanbar kir û got ku Amerîka ne di şer de serketî ye û ne jî di danûstandinan de dê serkeftinê bistîne. Ghalibaf di daxuyaniyekê de ragihand ku Trump di demeke kurt de gelek îdîayên “çewt” kirine û ev siyaseta derewan dê tu encamê nede.
Îdîayên Trump yên li ser ûranyûm û alîkariyê
Di heman demê de, Trump di hevpeyvînekê de ji medyayeke Amerîkî re got ku Îran qebûl kiriye ku fînansekirina komên weke Hamas û Hizbullahê rawestîne û her wiha li ser radestkirina ûranyûma xwe ya zenginbûyî bi Amerîkayê re hevkarî bike. Wî îdîa kir ku Îran “hemû şert qebûl kirine.” Lê ev gotin ji aliyê Îranê ve bi awayekî fermî hate red kirin.
Hêjayê gotinê ye ku li gor pêşveçûnên dawî li Rojhilata Navîn şert û mercên siyasî hîn ne zelal in. Di navbera daxwazên Amerîkayê û bersivên tund yên Îranê de, her wiha rawestandin şerê li Lubnanê, rewşa herêmê hîn di nêzîkatiya guhertinên girîng de ye.






