Esma Mistefa
Rêvebira Herêmî ya Neteweyên Yekbûyî ya Jinan li Rojhilat û Başûrê Afrîkayê Anna Motafati, di demekê de ku pevçûna li Sûdanê dikeve sala xwe ya çaremîn, li ser şerê Sûdanê yê li dijî jin û keçan li Cinêfê di 4’ê Nîsanê de, daxuyanî da.
Ev kurteyek ji gotinên Anna Motavati, Rêvebira Herêmî ya Neteweyên Yekbûyî ya Jinan li Rojhilat û Başûrê Afrîkayê ye, di civîna çapemeniyê ya li Qesra Neteweyên Yekbûyî li Cinêfê gotiye.
“Bi hemdemiya ku em dikevin sala çaremîn a şerê li Sûdanê, girîng e ku em zelal bikin ka ev ji bo jin û keçan tê çi wateyê. Ji ber ku di dawiyê de, ev şerekî li dijî wan tê meşandin.
Plana şerê Sûdanê tijî kuştinên berbelav, koçberkirina girseyî û, ya herî girîng, karanîna tundûtûjiya cinsî bûye. Ev wehşiyet ji ber dorpêçkirin û bêîstîqrariya domdar, zêdetir bûne. Her wiha ji ber rewşa berbelav a ku tê jiyankirin, bêcezatiyeke pir mezin tê kirin.
Îsal zêdetirî 17 milyon jin û keç hewcedarê alîkariya mirovî ne. Zêdetirî 4 milyon û 300 hezar jin û keç di nav welêt de bê cih û war mane.
Li deverên koçberiyê ewlehî tune ye ku ev yek jî bûye sedema zêdebûna lawaziya jin û keçan li hember tundûtûjiyê, di nav de tecawiz, revandin û kuştin. Jin û keç dema ku direvin, li xwarin û avê digerin, an jî hewl didin ku bigihîjin xizmetên tenduristiyê, bûne hedef.
Neteweyên Yekbûyî yên Jinan îro hişyariyek nû li ser rewşa jin weşand ku balê dikişîne ser zêdebûna berdewam a tundûtûjiya cinsî li seranserê Sûdanê ku hejmara jin û keçên ji ber tundûtûjiya li ser bingeha cinsî hewceyê piştgiriyê ne, di du salên dawî de hema hema du qat zêde bûye. her wiha ji destpêka şer berî sê salan ve çar qat zêde bûye.
Du ji sêyan ji jinên li eniyên pêş dixebitin ku ji hêla UN Women ve hatine anket kirin, ragihandin ku di sala 2025’an de tundûtûjiya cinsî pir zêde bûye, û nîvê wan jî ragihandin ku di sala 2026’an de ev tundûtûjî hîn ji sala par zêdetir bûye.
Tundûtûjiya cinsî wekî taktîkek şer tê bikar anîn da ku tirs, şerm, êş û kontrolê li ser jin û keçan biedin avakirin, û tevahiya civakan tepeser bike. Her wiha dozên tecawizê li ber çavên endamên malbatê hatine belgekirin ku pir caran bi awayên din ên îstîsmara laşî ya giran re tên.
Jin û keç di nava şert û mercên dijwartir de dijîn ku jiyana wan a rojane ne mumkin dike. Ji bo gelek kesan, bi taybetî li deverên pevçûnên çekdarî, ji ber dorpêçkirin û şerên berdewam rêyek tune ku xwarin, stargeh, an lênihêrîna tenduristiyê bi dest bixin.
Yek ji jinên ku li Rojavayê Kordofana dixebitin ji me re got: “Li Babanousayê, navendeke me ya bijîşkî heye ku tenê du ode hene; odeyeke zayînê û odeyeke şêwirmendiyê. Lêbelê, ji ber durbûna navendê û zehmetiya xwegihandinê, piraniya jinan mirî digihîjin navenda bijîşkî.”
Îsal nêzîkî 13 milyon û 6 hezar jin û keç hewceyî piştgiriya xwarin û debara jiyanê ne. Jin dibêjin ku bi şev û roj bê xwarin dimînin. Xetera birçîbûnê li Darfur û Kordofanê hîn jî zêde ye.
Min bi kesên ku ji van wehşet û zilmê rizgar bûne re hevdîtin kir, di nav wan de keçek ciwan ku piştî tecawizê dema ku çekdaran êrîşî gundê wê kirin, bi zarokek nexwestî ducanî bû; jinek 45 salî ku par di bin dorpêçê de li herêma Dilling a Kordofan Başûr rastî şîdeta tirsnak hat; û jinek 25 salî ku ji dorpêça El Faşer sax filitî.
Taybetmendiyeke din a cuda ya vî şerî rola jinên Sûdanî di bersiva mirovî û hewldanên aştiyê yên herêmî de hê jî didome.
Ew li eniyên pêş in, piştgiriyek rizgarkerên jiyanê didin jinên din û civakên wan. Ew di rêxistinên ku ji hêla jinan ve têne rêvebirin de dixebitin, metbexên civakî dimeşînin, piştgiriyê didin kesên sax mane û alîkariya malbatên bêwar dikin ku stargehan bibînin.
Jin her wiha serkêşiya hewildanên aştiyê yên herêmî dikin, di nav de navbeynkariya nakokiyan, têkoşîna li dijî gotinên nefretê, û danûstandina gihîştina alîkariyên mirovî da ku herikîna alîkariyên pir pêwîst, bidomînin.
Lê ev hewldan bi dijwarîyên girîng re rû bi rû dimînin. Piraniya rêxistinên ku ji hêla jinan ve têne rêvebirin, ji kêmbûna darayî ya giran û bêewlehîyê dikişînin. Neteweyên Yekbûyî yên Jinan li seranserê Sûdanê bi zêdetirî 45 ji van rêxistinan re dixebite, parastin, piştgiriya psîkososyal û pêdiviyên bingehîn peyda dike, di heman demê de piştgirî dide rola pêşengiya jinan di bersivdayînê de. Tevî rolên wan ên pêşengiyê jî, jinên Sûdanî bi giranî ji pêvajoyên aştiyê yên fermî û meqameyên biryardanê dûr dimînin. Tevlîbûna wan ya li ser esasê wekheviyê di van nakokî û pevçûnan de gelek girînge ku dikarin di avakirina aştiyê de gavgên girîng biavêjin.
Bêguman, heya ku jin bêpar, dûrxistin û kêm fînanse bimînin, ti başbûn ne mimkun e. Divê civaka navneteweyî jî niha tevbigere û mînaka wêrekî û pêşengtiyê ya ku jinên Sûdanê danîne bişopîne.
Em banga parastina jin û keçan dikin; ji bo hesabpirsîna sûcdarên şîdeta cinsî û îstismarên din; ji bo zêdebûnek berbiçav di fînansmana rasterast de ji bo rêxistinên bi pêşengiya jinan; û ji bo beşdariya tevahî, wekhev û bi bandor a jinan di hemî pêvajoyên aştiyê de.”






