Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Cejna Serê Nîsanê hate pîrozkirin

17/04/2026
in NÛÇE
A A
Cejna Serê Nîsanê hate pîrozkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Amûdê

Cejna Serê Nîsanê ya civaka Êzidî li gundê Dûgir ya girêdayî Amûdê ji aliyê civaka Êzidî, pêkhate û hemû gelê Kurd ve bi şahiyekê hate pîrozkirin.

Di Rojavayê Kurdistanê de gelên ji bo azadî û wekheviyê şer kirin û bi ser ketin, bi parvekirina pîrozbahî, rê û resm û çandên gelan, li qedekê bê cudahî dicivin. Îro li gundê Dîgûr bi sedan kes  kom bûn û bi hev re cejna Serê Nîsanê ya civaka Êzidî pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de hemû tevger, partî, saziyên Rêveberiya Xweser, sazî û tevgerên jin û hwd tê de beşdar bûn.

Beriya destpêkirina bernameya pîrozbahiyê deqeyek rêzgietin li ser giyanên Şehîdan hate rawestandin û piştre dest bi bernameyê hate kirin.

‏Di destpêkê de ji aliyê hevserokên Mala Êzdiyan ve, ev cejna pîroz li hemû gelê Kurd û civaka Êzidî pîroz kirin. Piştre li ser navê Rêveberiya Xweser axaftin ji aliyê Hesen Şero ve hate kirin û her wiha ji aliyê endama HevserokatiyaHeHE Konseya Rêveber a PYD’ê Foza Yûsif ve axaftin hate kirin. Piştî axaftinan bernameya hunerî hate destpêkirin.

Hesen Şero di axaftina xwe de cejna Serê Nîsanê li hemû gelê Kurd û civaka Êzidî pîroz kir û wiha got: “Bedewambûn û dewlemendbûna Kurdistanê hêşt ku gelek destên dagirkeran di dîrokê de were ser vê xakê, yek ji van êriş û pilanên herî qirêj jê komkujî li ser civaka me ya Êzidî bûn ku heya niha jî ev yek di pilana wan de heye. Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re Civaka Êzidî careke din li çand û hebûna xwe xwedî derket. Bila her kes bizanibe ku civaka Êzidî ne ew civakên bê hêzên parastinê ne, çanda xweparastinên bi taybet di nava civaka Êzidî de xwediyê mîrasekî pir mezin e ku bi hezaran şervanên wan di nava hêzên me de ne. Em silavên xwe yên germ ji wan re rêdikin û dibêjin çejna we pîroz be.”

Her wiha Foza Yûsif jî ev cejin li hemû civaka Êzidî pîroz kir û wiha got: “Ev 15 sal in gelê me rola xwe ya çalak di nava Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de girt, ji bo wê jî destkeftiyên dîrokî û bi wate bidest xistin, gelê me yê Êzidî xwedî van destkeftiyan e. Niha di Sûriyê de pêvajoyeke guhertinê tê jiyankirin û bi taybet ji bo me gelê Kurd. Rûxmî hemû hewildanên aştiyê û demokrasiyê jî lê hîn jî hebûna ola Êzidê ji aliyê dewletê ve nehate qebûlkirin, ji bo wê jî divê em di bidestxistina van mafan de têkoşîn bikin.”

‏Bernameya hunerî bi vî awayî bû: Koma Şehîd Avesta ya stranan a zarokan, Hunermend Sîpan Xelatê, Koma Govendê ya Şehîd Mam Zekî, Helbestvam Ferhad Merdê, , ‏Helbestvan Pêşeroj Cewherî, hunermend ‏Nisrîn Botan, Koma Ezda Êzîdxanê ya kovendê û hwd..

Hêjayî bêrxistinê ye ku di şahiyên de mizgîniya avakirina pîrozgehekê ji civaka Êzidê re hate dayîn ku berê ev biryar derketibû lê ji ber rewşa ewlehî ya dawiyê hatibû rawestandin.

   

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.