Esmehan Gedro/Qamişlo
Meclisa Malbatên Şehîdan û bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, îro bi merasîmek bi heybet 8 şervanên azadiyê li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.
Bi pêşengiya Meclisa Malbatên Şehîdan, bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo merasîmeke bi heybet ji bo heşt cangoriyên azadiyê li goristana Şehîd Delîl Saroxan, li dar xistin. Navê şehîdan wiha ne: Şervan Qamişlo, Aram Qamişlo, Elî Ereb Qamişlo, Qerar Efrîn, Zinar Şikato, Zagros Botan, Şahîn Qamişlo û Dilşêr.

Di destpêka merasîmê de deqeyeke bêdengiyê li ser giyanê şehîdan hate sekinandin û piştre li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Danî Mihemed axivî û wiha got: “Destkeftiyên me yên heya roja îro bi saya xwîna şehîdan e û bi saya erk û hêza me ya leşkerî ne. Em îro çiqeysî biaxivin em mafê şehîdên xwe nadinê, ji ber ku giyanê mirov tiştê herî buha ye. Em bi navê hêza ewlekariya hundirîn û bi nave hêzên leşkerî giştî sersaxiyê ji malbatên xwe yên şehîdan re dixwazin û bejina xwe li beramberî şehîdan ditewînin. Em li vê derê soza xwe ji şehîd û malbatên xwe re nû dikin ku hetanî dawî li ser şopa şehîdan bimeşin.”
Piştî wê li ser navê Rêveberiya Xweser Hesen Koçer axivî û wiha got: “Di êrîşa ku vê dawiyê li ser Bakur û Rojhilatê
Sûriyê hat kirin, bi berxwedana van şehîdan û sekina wan em ji êrîşeke mezin xilas kirin. Heta niha jî bi rengekî dixwazin îradeya gelê Kurdistanê bişkînin û qirkirina gelê kurd dewam bikin. Bi sedan şehîd cane xwe dan ji bo ku îradeya gelê kurd neyê şikandin û berxwedan berdewam bike. Ji bo vê ev şehdên ku îro cane xwe di oxira welat de feda kirine şehîdên parastina rûmeta gelê Kurdistanê ne. Ji bo vê yekê gerek em li ser van şehîdan negirîn em li bi wan serê xwe bilind bikin û em bibêjin me bi saya van şehîdan dikarin xwe biparêzin.”
Di dawiyê de jî wasiqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin û bi tilîliyên dayîkan şehîd ji aliyê girseya gel ve hatin oxirkirin.






