Kakşar Oramar
Dem û sal: Ji 23’ê Sibata 1986’an heya 6’ê Îlona 1989’an, di 8 qunaxan de.
Armanc: Tunekirina sîstematîk a gelê Kurd
Çavkaniyên Kurd, çavdêrên navneteweyî û UNESCO hejmara kesên ku di operasyona Enfalê de hatine kuştin 182 hezar kes hatin û wendakirin, didin diyarkirin. JI wê hejmara zêde tenê 8 hezar kes Barzanî bûn.
4 hezar û 500 gund hatine wêrankirin û siyaseta “erdê şewtî” li rûberekî mezin û berfireh li başûrê Kurdistanê hate meşandin.
Navê Enfal li ser navê sûreta heştemîn a Quranê hatiye standin û wateya “talan”ê dide. Hilbijartina navekî olî ji bo bidestxistina piştgiriya misilmanên Sunnî bû ku desthilat di destê wan de û piranî alîgirên Sedamê cinayetkar bûn.
Berpirsê giştî yê operasyonê, Elî Hesen Mecîd(Kîmyawî), di dema kampanyayê de ferman da ku hemû mêrên di navbera 15 û 80’î salî de werin kuştin û îdamkirin, hezaran kes jî hatine wendakirin û heya roja îro jî kes nizane gorên wan li kuderê ne. Gelek zarok û jin jî bûn qurbanê wê siyaseta nifişkujiyê dema ku di kempên zoremilî de jin û mêr ji hev veqetandin.
Di 16 û 17’ê Adara 1988’an de 5 hezar kes Kurd li hêrişa kîmyawî a Helepçê hatin kuştin ku ew jî bû sedema şikandina wê bêdengiya tirajîk a raya giştî li cihanê.
8 Qonaxên Enfalê
Operasyon ji aliyê Kolorduya 1 û 5’emîn ve ku baregehên wan li Kerkûk û Hewlêrê bûn, û her wiha çend yekîneyên taybet ên Garda Komarî, Ceyş Şaabî û Alaya Xefîfe beşdar bûn û di heşt qonaxan de bi dawî bû, 8 qonaxan em dikarin wiha rêz bikin:
Qonaxa yekem li herêma Silêmaniyê hate kirin ku sê hefte dom kir û deverên Sargalo û Bargalo kirin hedefe. Ev qonax di 23’ê Sibata 1988’an de dest pê kir û di 19’ê Adarê de bi dawî bû.
Qonaxa duyem li deverên Qeredax, Baziyan û Derbendîxan hate bicîhkirin. Di 22’ê Adarê de dest pêkir û di 1’ê Nîsanê de bi dawî bû.
Qonaxa sêyem li Germiyan, Kelar, Kifrî, Bawenur, Doz, Segaw û Qadir Keremî girt nav xwe. Ev qonax di 20’ê Nîsana 1988’an de dest pêkir.
Qonaxa çarem deverên Zeya Biçûk, ango Koyê, Teq-teq, Axceler û Nawşîwan girte nav xwe. Ev qonax ji 3 heta 8’ê Gulanê hate pêkanîn.
Qonaxên 5, 6 û 7: Herêmên Şeqlawe û Rewandiz rastî agirê Enfalê hatin, ku ji 15’ê Gulanê heta 26’ê Tebaxa 1988’an dom kirin.
Qonaxa heştemîn qonaxa dawiyê bû, ku Behdînan, Amêdî, Akrê, Zaxo, Şêxan û Dihokê digire berxwe. Ev qonax ji 25’ê Tebaxa heta 6ê Îlona 1988’an dom kir.
Li ser asta navneteweyî
Piraniya dewletên cihanê û berpirsên UN’ê jî di wan salan de bêdengî li hemberî wan tevkujiyan hilbijartin. Salên dirêj derbas bûn û di 5’ê Kanûna Pêşîn a 2012’an de, Parlamentoya Swêdê pêvajoya Enfalê wekî jenosîd li dijî Kurdên Başûrê Kurdistanê ragihand.
Herwiha du welatên Brîtanya û Norwêcê jî wêrankirina bi hezaran gundên Kurdan, wêran kirina erdên çandiniyê û avavkirina kampên penaberan yên dorpêçkirî û bêberhem li dijî hemû rêbazên mafên mirovan dane zanîn. Tevî wê komkujiyên rêxistinkirî û sîstematîk wekî jenosîd dane nasandin. Ev biryara wan jî li gorî Peymana Jenosîdê ya Neteweyên Yekbûyî ya 1948an bû û durist dihate pênasekirin.
Sedemên serke:
Bi çêbûna şerê Îran û Îraqê re (Ji 1980’an heya 1988’an) du partiyên serke (YNK û PDK) tevî gelek rêxistinên din yên Başûrê Kurdistanê ku di nava sînorên dewleta Îranê de bûn di Şerê Îran-Iraqê de li di hinek eniyan de piştgîrî dane rejîma Îranê. Vê helwestê Baasiyên cinayetkar xistin ser wê rêya ku dawiyê bû sedema têkçûna wan bixwe jî.
Sedema duyê jî ew bû ku bizava siyasî a Kurd tevî hemû şikestin û wêrankirina Kurdistanê dîsa jî li ser piyên xwe ma û di nava xelkê de xwedî alîgir bû.
ENCAM
Sedan hezar Kurd li ser axa xwe hatine jenosîdkirin. Siyaseta “erdê şewtî”, ” Kemerbend Erebî”,” înkarkirina hebûna Kurdan weke netewek cuda ji Tirkan” û ” cihada dewleta Îranê a îslamî” hebûn, hene yê dîsa jî hebin, lê ya girîng dema em li destkeftên 30 salên bihûrî binêrin gere em vê pirsê ji xwe bipirsin: “Em li kuderê bûn û niha li kuderê ne ?.”
Deskeftên me kêm nînin ger hêşta têr jî nekin, lê Kurd mane û rejîmên dîktator nemane. Yên mane jî ji ber pêşengiya Kurdan a jî di rêbaza rast-durist a demokrasiyê de ne. Bitaybetî rejîma AKP-MHPê ketine kirîzeke dijwar û ger eniya Rojhilatê Kurdistanê jî vebe him tengasiyên rejîma Tirkiyê zêdetir dibin û him jî nefeseke nû dikeve ber bizava siyasî a Kurd bi giştî li Kurdistana mezin û bitaybetî jî yê gelek derfet ji Kurdên Rojhilatê Kurdistanê re çêbibin.






