Hêvî Keleş/ Qamişlo
Çarşema Sor yek ji cejnên herî pîroz yên civaka Êzidî ye, ev roj wekî sersal û destpêka nûbûna jiyan û xwezayê tê pîrozkirin, li gorî baweriya civaka Êzidî ev roj sembolîzmek kûr bi xwe re tîne ku bi afirandin, ronahî û destpêka gerdûnê ve girêdayî ye.
Cejna Çarşema Sor, yek ji cejnên herî pîroz ji bo Civaka Êzidî ye, ew wekî sersala û destpêka nûbûna jiyan û xwezayê tê pîrozkirin. Ev cejn dikeve roja çarşema yekem a meha Nîsanê li gorî roznameya rojhilatî û li gorî baweriya Civaka Êzidî sembolîzmek kûr bi xwe re tîne ku bi afirandin, ronahî û destpêka gerdûnê ve girêdayî ye. Êzidî vê cejnê li deverên ku lê bicih dibin weke Sûriyê, Tirkiyê, Iraq, Îran û li deverên cûda weke Ezrebîcan, Rûsya û gelek dewletên Ewropî bi taybet Almanyayê pîroz dikin.
Li gorî baweriyên civaka Êzidî, Xwedê afirandina gerdûnê di Çarşema yekem a Nîsanê de temam kiriye, ji ber vê yekê navê Çarşema Sor wekî roja afirandinê hatiye girtin. Ji bo amadekariya cejnê, jin û mêr di sibeha cejnê de li perestgeha Lalişê, cihê pîroz ê Civaka Êzidî, dest bi pêçandina zeytûnan dikin û 365 çira, yek ji bo her rojê salê, bi karanîna rûnê zeytûnê yê paqij vêdixin.
Navê wê ji ku derê hatiye?
Êzîdî dibêjin ku jê re Çarşema Sor tê gotin ji ber ku di vê rojê de Xwedê xwîn xistiye laşê Adem, bi vî awayî jiyan aniye Erdê. kulîlka Nîsanê di sibeha Çarşemê de vedibin, ji ber vê yekê ew xwe û malên xwe bi wan dixemilînin.
Rêûresmê wê çi ne?
Çarşema Sor wekî roja afirandin û destpêka gerdûnê tê hesibandin. Ji ber vê yekê, ev roj ji bo Civaka Êzidî pîroz û bi nirx e, ku zû şiyar dibin, cil û berg û xemlên xwe yên herî xweşik li xwe dikin û malên xwe bi kulîlka Nîsanê û roniyan dixemilînin. Kesên ku dikarin qurbanek pêşkêş dikin, çi pez, golik, berx, bizin, an lawirek wisa be. Keç û xort bi boyaxkirina 12 hêkên kelandî dest pê dikin, her 3 hêkan bi rengê yek ji werzên salê boyax dikin û wan di nav tasekê de li navenda malê datînin. Li gorî baweriya wan, hêk sembola giroveriya erdê ye û kelandina hêkan nîşana cemidandina erdê ye û qalikê hêkê piştî kelandinê sembola helandina qata qeşayê ji rûyê erdê ye, di heman demê de rengên geş ên hêkan bihar û destpêka jiyanê nîşan didin.
Sibeha Sêşemê ya beriya cejnê, xelk serdana gorên hezkiriyên xwe yên mirî dikin, her cûre fêkî û şêraniyan bi xwe re dibin da ku li zarok û feqîran belav bikin. Di vê rojê de cotkirin jî qedexe ye, ev yek dihêle ku xweza geş bibe û kulîlk vebin. Êzîdî ji zewaca di vê mehê de dûr dikevin ji ber ku ew bawer dikin ku ev yek dê şansê xirab bîne jiyana wan. Li gorî baweriya wan, Nîsan bûka salê ye.
Çar cejn di yekê de
Li gorî baweriya Civaka Êzidî, Çarşema Sor wekî pîrozbahiya çar cejnên ku di wateyê de bi hev ve girêdayî ne tê hesibandin.
Teqîna atoma spî ji qîrîna Xwedê, ku ji wê ax, av, hewa û agirê pîroz çêbûn da ku gerdûnê dest pê bike.
Kelandina erdê, dişibihe kelandina hêkê, erd piştî teqînê hişk bû, geş bû û kesk bû.
Cejna Afirandinê, qonaxa ku xwîn diherike nav laşê yekem, Adem ku jiyan jê dest pê kir.
Cejna Bereketê, bereketa hêka yekem ku dibe sedema afirandina zindiyê yekem.
Agir ji bo Civaka Êzidî pîroz e ji ber ku ew ji ronahiyê hez dikin û ji tariyê nefret dikin, ji ber vê yekê ew di cejna xwe de çira vêdixin da ku ronahiyê belav bikin. Di seranserê dîrokê de, Êzîdî ji hêla gelên ku li kêleka wan dijîn ve ji ber kevneşopiyên wan ên rêzgirtina agir bi agir hatine tawanbarkirin.
Cejna Çarşema Sor xwedî aliyên ku ji rêûresmên pîrozbahiyê wêdetir diçin e, ji ber ku ew nasnameyeke kolektîf a ku kok di dîrokê de ye û peyameke aştî û jiyana hevbeş dide, nemaze di ronahiya dijwarî û trajediyên ku civaka Êzîdî derbas kiriye de, ku ya herî berbiçav qirkirina Civaka Êzidî bû, ku vê cejnê dike fersendek ji bo bîranîna berxwedan û hêviya ji bo pêşerojek çêtir. Di navbera dema berê û niha de, Çarşema Sor hîn jî bûyerek bêhempa ye ku dewlemendiya mîrata Êzîdî ronî dike û berdewamiya jiyanê tevî hemû şert û mercan piştrast dike.






