Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Girîngiya stratejîk a Tengava Hurmizê di cîhanê de

15/04/2026
in CîHAN
A A
Girîngiya stratejîk a Tengava Hurmizê di cîhanê de
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Di naveresta Kendava Erebî de Tengava Hurmizê wekî yek ji girîngtirîn rêyên deryayî yên veguhestinê di cîhanê de tê nasîn. Rêjeyeke mezin ku bi qasî çareyeke bazirganiya petrol û gaza xwezayî ya cîhanê di vê tengavê re derbas dibin.

Tengava Hurmizê rêyeke deryayî ye ku li ser asta navdewletî û herêmî xwedî girîngiyeke îstratîjîk e. Herwiha ew xaleke sereke ya derbasbûnê di nava yek ji girîngtirîn dergehên navîgasyona li cîhanê ye di heman demê de wekî damara bingehîn a bazirganiya navneteweyî temsîl dike. Di tenvagê de derdora ji sedî 11 bazrganiya cîhanê li wir derbas dibe.

Rola tengavê ne tenê bi rêya navîgasyonê ve sînordar e, lê di dîrokê de bi nakokiyên mezin ên li herêmê ve girêdayî ye û ji salên 1980’an û vir ve ew bûye qadeke ku berjewendî û nakokiyên herêmî û navneteweyî lê digihîjin hev.

Cih û erdnîgariya Tengava Hurmizê

Tengav Hurmizê, Kendava Erebî ji Kendava Omanê vediqetîne. Li bakurê wê Îranê ye, li başûr jî parêzgeha Mesendem a Omanê ye. Tengav cihê stratejîk e ku welatên Kendavê û avên navneteweyî bi hev ve girê dide.

Tengava Hurmizê li rojhilatê Kendava Erebî û bakur-rojavayê Kendava Omanê ye, ku bi hev re du kanalên deryayî yên ku bi Okyanûsa Hindî ve girêdayî ne pêk tînin.

Tengava Hurmizê ji aliyê bakur û rojhilat bi Îranê ve û ji başûr bi Omanê ve ku çavdêriya trafîka deryayî di nav ava xwe ya herêmî de dike, tê sînordarkirin.

Peravên wê yên bakur ji beşên ji rojhilatê giravên Qeşm û Larak ên Îranê pêk tên. Li peravên wê yên başûr jî Nîvgirava Musendam a Omaniyê hene. Gelek girav li ser tengavê belav bûne. Ji wan Qeşm, Hurmuz, Larak û Hengam girêdayî Îranê ne û giravên Selame û Xenem, Nîvgirava Musendam girêdayî Omanê ne. Giravên Teneb a Mezin, Teneb a Biçûk, Ebû Mûsa û girava Farur a Îranê li deriyê bakur ê tengavê ne.

Peravên wê yê başûr-rojhilat ji Ras Diba li peravên Îmaratên Yekbûyî yên Erebî heta Damajah li peravên Îranê dirêj dibe. Ev xet tengavê ji Kendava Omanê vediqetîne.

Dirêjahiya Tengava Hurmizê bi qasî 161-167 kîlometreyan e. Firehbûna wê jî di navbera 33- 95 kîlometreyan e. Tengav ji 2 rêyên sereke yên navgînasyonê; Yek ji bo keştiyên ku dikevin kendavê û ya din jî ji bo keştiyên ku derdikevin Kendava Omanê, pêk tê. Her rêyek bi qasî 3 kîlometreyan e. Di navbera wan de herêmeke tampon ji bo ewlehiyê heye.

Girîngiya Tengava Hurmizê a Aborî

Girîngiya tengavê a aborî ji ber ku ew dergeheke herî girîng a deryayî ji bo veguhestina petrolê di cîhanê de ye. Piraniya hinardekirina petrola ji dewletên Kendava Erebî berî ku bighêje bazarên cîhanî di tengavê de derbas dibe. Rêjeya herî mezin a hinardekirina petrolê ji Erebistana Siûdî, Îmarata, Kiwêt, Îraq û Qeterê ye.

Welatên mîna Îran ji sedî 90 ji hinardekirina petrola xwe dispêre Tengava Hurmizê. Kiwêt û Iraq, ji ber nebûna alternatîfên guncaw, ji bo hinardekirina petrola xav û berhemên wê bi tevahî xwe dispêrin Tengava Hurmuzê. Her çendî ku li Erebistana Siûdî û Îmarat rêyên hinardekirinê yên alternatîf hene jî, lê bi giranî xwe dispêrin Hurmizê. Siûdî ji sedî bi qasî 40 petrola xwe ji Hurmizê hinarde dike û Îmaratê jî bi qasî ji sedî 18 e.

Li gorî texmînan rojane nêzîkî 20 milyon bermîl petrol û berhemên wê di tengavê de derbas dibe, ev yek nêzîkî ji sedî 20 ji xeckirina cîhanî a petrolê pêk tîne, ev nîşan dide ku aboriya cîhanî çiqasî bi aramiya navîgasyonê di vê dergeha girîng de girêdayî ye.

Çînê ku herî zêde xwe dispêre petrola Tengava Hurmizê, ji sedî nêzî 32 ji tevahiya hinardekirina wê pêk tîne. Piştî wê Hindistan ji sedî 18, Koreya Başûr ji sedî 13 û Japonya ji sedî 9 xwe dispêre tengavê.

Rola tengavê di bazirganiya Gazê

Ji bilî petrolê, tengav roleke girîng di bazirganiya gaza xwezayî de dilîze. Mîna dewleta Qeterê ku yek ji mezntirîn çavkaniyên gaza xwezayî ye û bi awayekî sereke ji bo hinardekirina gazê bo cîhanê, bi taybet li Asiya û Ewropa, xwe dispêre vê dergehê.

Tengav di sedsala 20’an de bû qadeke şer

Piştî keşfkirina petrolê li tengava Hurmuzê di destpêka sedsala 20’an de girîngiya wê zêdetir bû û bû xaleke girîng ji bo pevçûnên siyasî û leşkerî. Tê de gelek pevçûnên leşkerî de çêbû nemaze Şerê Îran-Iraqê (1980-1988) de.

Di sala 1984’an de piştî ku cihên petrolê û tankeran ên li girava Xarik ya Îranê hatin hedefkirin “Şerê Tankeran” dest pê kir. Tehranê bersiva êrişan da, tankerên ku ber bi Kiwêt û welatên din ên Kendavê ve diçûn kirin hedef û mayînên deryayî bi cih kirin. Di heman demê de Iraqê bi mûşekan êrişî tankerên Îranê kir.

Ev pevçûn hişt ku dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û welatên Ewropayê ji bo parastina navgînasyonê destwerdan bikin. Di havîna 1987’an de keştiyên Kiwêtê li mayînên Îranê qelibîn. Ji ber vê yekê Washington hebûna xwe ya leşkerî li herêmê xurtir kir.

Di îlona heman salê de helîkopeterên Amerîkayê êrişî keştiyên Îranê yên mayîn bi cih dikirin, kir û keştî binav kirin. Piştî ku keştiyên Amerîka û yên din li mayînan qelibîn, hêzên Amerîkayê baregehên Pasdarên Îranê rûxandin û êrişî keştiyek şer a Îranê kir.

Di Nîsana 1988’an de, DYA’yê operasyoneke leşkerî ya bi navê “Praying Mantis” pêk anî. Di encamê de keştiyên şer ên Îranê hatin rûxandin û qaîdeyên petrolê hatin bêbandorkirin. Her wiha zêdetirî 50 îranî hatin kuştin. Di şer de helîkoptera DYA’yê rûxiya û 2 pîlot mirin.

Di heman salê de, keştiya kruvazî ya USS Vincennes a Amerîkayê, balafireke rêwiyan a Airbus a Îranê bi gumana ku ew balafireke sivîl e xist xwarê û 290 kes kuştin.

Bandora girtina tengavê li ser bazara cîhanî

Her rageşiyeke siyasî an leşkerî li Kendavê bi gelemperî bandorek rasterast li ser bihayên petrolê dike. Gelek caran, biha di cih de, piştî zêdebûna rageşiyê ji ber tirsa qutbûna dabînkirinê bilind dibin.

Lêçûnên dabînkirin û barkirinê jî zêde dibin, ji ber ku kampaniyên dabînkirinê di demên aloziyê de tiştek ku wekî rîska şer tê zanîn li ser keştiyên ku di tengavê re derbas dibin, ferz dikin, ku ev jî lêçûna veguhastina petrol û kelûpelan zêde dike.

Bandora tengavê li ser Asiya

Bandora Tengava Hurmizê ji welatên hilberîner ên enerjiyê wêdetir ber bi welatên sereke yên xercker, bi taybetî li Asyayê ve dirêj dibe. Aboriyên wekî Çîn, Hindistan, Japonya û Koreya Başûr bi giranî xwe dispêrin petrola Kendava Erebî. Li gorî daneyan nîşan didin ku bi qasî ji sedî 80’ê petrola ku di tengavê re derbas dibe, ji bo bazarên Asyayî tê şandin, ev yek jî aramiya navîgasyonê di vê rêya avê de ji bo ewlehiya enerjiyê ya van welatan girîng dike.

Girîngiya Tengavê bo welatên Kendavê

Ji bo welatên Kendava Erebî, tengav damareke aborî ya girîng ji bo aboriyên wan ên neteweyî temsîl dike, ji ber ku budceyên wan bi giranî bi dahata petrol û gazê ve girêdayî ne, ev yek jî berdewamiya herikîna van çavkaniyan bi rêya tengavê girîng dike.

Rageşiyên jeopolîtîk

Di salên dawî de çend aloziyên jeopolîtîk çêbûne ku jinûve balkişandin ser girîngiya Tengava Hurmizê, ji ber ku pevçûnên herêmî bi gelemperî dibin sedema guherînên di bihayên petrolê de. Her astengiyeke dirêj a veguhastinê dikare bibe sedema kêmbûna dabînkirina petrolê û bilindbûneke girîng a bihayê.

Ferzikirina dorpêçê li ser tengavê

Piştî zêdeyî mehekê li ser şerê Amerîka-Îsraîlê li dijî Îranê, di gaveke bêhempa de Washingtonê ragihand ew ê dorpêçeke deryayî li ser hemû keşteyên ber bi benderên Îranê û ji wan, tevî keşteyên navneteweyî, daniye. Dorpêç ji 13’ê Nîsanê ve ji saet 10’ê sibehê ve destpê dike.

Ev dorpêç li ser bingeha daxuyaniyek ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve pêk tê, li gorî daxuyaniyê dorpêç li ser trafîka deryayî ya ji benderên Îranê û ji wan pêk were, ye. Daxuyaniyê zelal kir ku dorpêç ji bo keşteyên ji hemî welatan ên ku dikevin bender û deverên peravê yên Îranê an jî derdikevin, di nav de benderên Îranê yên li Kendava Faris û Kendava Omanê, derbasdar be.

Di bersivê de, Tehran bi rêya Pasdarên Şoreşê, ragihand ku Tengava Hurmiz di bin kontrol û rêveberiya hişk de ye, ku navîgasyona sivîl dê li gorî rêziknameyan berdewam bike, di heman demê de ji bo hebûneke leşkerî ya dijmin dê bi tundî bersiv bê dayîn.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.