Gulîstan Xalid
Şoreşa demokratîk ne tenê guhertina desthilatdariyê an di wateya klasîk de veguherîna dewletê ye. Di bingeh de, ew pêşxistina kapasîteya civakê ji bo xwerêveberiyê, rêxistina wê û ji nû ve avakirina wê li ser bingeha hişmendiya demokratîk e. Di vê çarçoveyê de, entegrasyon ne qelskirina pêvajoya şoreşê ye; dema ku bi rêkûpêk were birêvebirin, ew dibe yek ji amûrên berfirehkirin û kûrkirina wê. Pergala dewlet netew xwedî meyla ku civakê homojen bike, cûdahiyan tepeser bike û avahiyek navendî ava bike. Feraseta neteweya demokratîk jî, hevjiyana azad a nasname, çand û beşên civakê yên cûda esas digre. Têkoşîna di navbera van her du paradîgmayan de yek ji nakokiyên siyasî yên herî bingehîn ên serdema me ye.
Lêbelê, ev nakokî ne hewce ye ku her dem wekî qutbûnek mutleq xuya bibe. Bi qasî ku hêzên şoreşa demokratîk civakê li ser bingehek demokratîk birêxistin bikin, ewê bikarin têkiliya entegrasyonê bi dewletê re ji bo berjewendiya xwe veguherînin. Di vê rewşê de, entegrasyon ne teslîmbûn e, lê dibe gavek taktîkî û stratejîk ku têkoşînê ber bi bingehek berfirehtir ve dibe.
Entegrasyon li vir divê ne wekî tevlihevkirina du pergalên cûda, lê wekî hebûna civakek demokratîk di nav avahiya dewletê de ku xweseriya xwe diparêze were fêm kirin. Ger civak rêxistinbûna xwe, mekanîzmayên xwerêveberiyê û hişmendiya kolektîf biparêze, entegrasyon van avahiyan qels nake; berevajî vê, ew wan bêtir xuya û bibandor dike.
Pirsa girîng li vir ew e ku hêz li ku ye. Ger civatek rêxistinkirî xurt be, têkiliya wê bi dewletê re wê ji holê ranake. Berevajî vê, ew ê di avahiyên hişk ên dewletê de şikestinan çêbike û demokratîkbûnê ferz bike. Ev yek berdewamiya şoreşa demokratîk misoger dike.
Garantiya herî bingehîn a civatek demokratîk a ku bi dewletê re di nav entegrasyonê de dijî ev e ku ew bi berdewamî xwerêxistinkirina xwe zindî dihêle. Ev rêxistin bi rêya çend prensîbên bingehîn pêş dikeve: Beşdariya rasterast a gel di pêvajoyên biryardanê de bi rêya meclisên tax, gund û bajaran. Avakirina rêxistinên kolektîf di her warî de, ji aboriyê bigire heta perwerdeyê, ji ewlehiyê bigire heta çandê.
Jin bi rêya rêxistinên cuda û xweser dibin pêşeng di vê pêvajoyê de. Nasname û baweriyên cûda bi xweserbûna xwe, xwe îfade bikin. Civak dikare xwe hem ji hêla civakî ve û hem jî ji hêla siyasî ve biparêze. Ev rêbazana rê li ber girêdana civaka demokratîk bi dewletê ve girêdayî digre. Berevajî vê, ew dihêle ku ew têkiliya xwe bi dewletê re li ser hêza xwe ya rêxistinkirî ava bike.
Di şert û mercên ku entegrasyon bi awayekî rast were sazkirin de, derfetên nû ji bo hêzên şoreşa demokratîk derdikevin holê. Ev derfet ev in: Belavkirina nirxên demokratîk ji bo girseyên berfirehtir. Bikaranîna qadên qanûnî û siyasî ji bo têkoşînê. Zêdebûna rewatiya civakî. Xurtkirina dînamîkên veguherînê di nav dewletê de. Ev nîşan dide ku entegrasyon ne pêvajoyek pasîf e; ew qadeke têkoşînê ya çalak e.
Şoreşa demokratîk pêvajoyeke veguherîna civakî ye ku berdewamiyê hewce dike. Di vê pêvajoyê de, entegrasyon, dema ku li ser bingehek rast were nêzîk kirin, ji bo şoreşê ne astengiyeke; ew amûrek e ku wê xurt dike. Faktora diyarker a rastîn rêxistina civakê bi xwe û hişmendiya demokratîk e.






