Hasan Agaç
Rojhilata Navîn ji nû ve, tê têşe kirin. Her çend nakokîyên ku di navbera Îsraîl û Îranê de gûmanên veguhertina şerekî herêmî diparêzin jî, rêyên danûstandinê vekirî dimînin. Hevdîtinên dawî yên di navbera DYA û Îranê de, bi navbeynkariya Pakistanê, nîşana serdemeke nû ne ku şer û danûstandin bi hev ve girêdayî tê meşandin. Ev wêne nîşan dide ku Rojhilata Navîn ne tenê ji nexşerêyekê leşkerî lê di heman demê de ji nû ve avakirineke siyasî jî derbas dibe. Di vê pêvajoyê de, amûra diyarker ne tenê pevçûna navbera dewletan e. Amûra diyarker a rastîn ev e ku kîjan modela civakî û siyasî dê di valahiya desthilatdariyê ya derketî de bihêz bibe. Di vê xalê de ye ku Kurd careke din xwe di navenda dîrokê de dibînin. Lê, vê carê pirsgirêk ne tenê hebûn e; xala girîng ew e ku jiyanek çawa dê were avakirin. Azadî êdî ne tenê mijara berxwedanê ye, di heman demê de jî ya avakirinê ye. Ji ber ku her çend azadî were bidestxistin jî, ger jiyanek azad neyê avakirin, destkeftî dê di nav pergala kevin de zû bihelin. Ji ber vê yekê, îro pirgsgrêka herî girîng li Rojava ev e ku mirov çawa azadiyê mayînde bike.
Di vî warî de, banga civaka demokratîk a ku ji hêla Reber Apo ve hatî pêşkêş kirin ne tenê çarçoveyek teorîk e, lê di heman demê de nexşerêyek jîyanê ye jî. Ji vê bangê ve, azadî ne bi avakirina dewletê, lê bi xwerêxistinkirina civakê gengaz e. Komun, rizgariya jinan û siyaseta demokratîk stûnên bingehîn ên vê ramanê ne. Jiyanek azad li ser vê bingehê tê avakirin. Ezmûna Rojava di vî warî de xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Rojava ne tenê qadeke erdnîgarî ye; ew pêvajoyeke berbiçav a avakirina civaka demokratîk e. Komun, bi rêvebirina jinan û avahiyeke civakî ya pir nasnameyî nîşan dana ku şêwazek jiyaneke gengaz li Rojhilata Navîn mîsoger e. Lê, di vê qonaxê de, Rojava jî bi metirsîyekê xeter re rû bi rû ye. Guftûgoyên entegrasyonê yên bi Şamê re di bingeha wê mijarê de ne. Rewşa ku derdikeve holê ne tenê pêvajoyeke sererastkirina rêveberiyê ye. Ev mijara parastina destkeftiyan û veguherandina wan bo statuyek nû ye, an jî hilweşandina ezmûna heyî ya rêxistinkirî di nav avahiyên hikûmetê de ye. Geşedanên li ser erdê bi zelalî girîngiya vê pêvajoyê eşkere dikin. Lawazbûna saziyan û nezelaliyên di derbarê rêbaza entegrasyonê de ji bo pêşeroja ezmûna heyî naveroka pirsan didin xauya kirin. Lê, ev pêvajo parastina ezmûna civaka demokratîk û veguheztina wê bo jêrzemînek siyasî ya nû hewce dike. Ji aliyekî din ve, avahîsaziya li Şamê ne dewleteke damezrandî ye, lê pergaleke dabeşkirî ye ku hîn jî di pêvajoya avakirinê de ye. Ev ne qelsiyek ji bo Rojava ye, lê belê derfetek e. Ji ber ku ev pêvajo ne li ser tevlîkirina bi dewleteke heyî re ye; Ev pêvajoyek e ku mirov beşdarî çawaniya avakirina Sûriyekê nû bibe. Ezmûna 14 salan a Rojava ne tenê mîrateyek e ku were parastin, lê di heman demê de modelek nû ye jî. Geşedanên roja me ya îro, yên li ser erdê bi zelalî vê pirsgirêkê eşkere dikin. Her çend veguheztina girtiyan, danûstandinên di asta herêmî de û diyalogên di navbera eşîran de hevgirtinekê civakî ya nû diafirînin jî, nîqaşên li ser nasname, statû û nûnertiya deskeftiyan pêvajoyê nîşan didin. Heta rageşiyên li ser mijarên bingehîn ên wekî tomarkirina nifûsa Kurdan jî eşkere dikin ku mijar ne tenê teknîkî ye, lê rasterast siyasî ye. Li Rojhilata Navîn bi tevahî, şer û dîplomasî bi hev ve girêdayî ne. Helwesta tund a berdewam a Îsraîlê li dijî Îranê, digel zexta DYA ya li ser rêyên danûstandinê, nîşan dide ku plansaziyekê dualî di aloziyên herêmî de tê dîtin. Ev rewş hem ji bo Kurdan xetere û hem jî derfetan pêşkêş dike, wekî ku ji bo hemî serkeşên li herêmê dike. Di vê xalê de,mijara girîng ew e ku dê li ser kîjan xetê israr were kirin. Wekî ku Reber Apo teqez kir, çareserî ne di avahiyên dewletê de ye, lê di avakirina civakek demokratîk de ye. Ev tenê bi civatek rêxistinkirî û hişmend a ku dikare jiyana xwe ava bike gengaz e. Di vê mijarê de, pirsa bingehîn a ku Rojava pê re rû bi rû ye zelal e: Gelo ew ê bibe avahiyek ku di nav hevsengiyên heyî de were entegrekirin, an jî ew ê bibe hêzek damezrîner ji bo modelek jiyanek demokratîk a nû? Bersiva vê pirsê dê ne tenê pêşeroja Rojava, lê ya tevahiya Rojhilata Navîn diyar bike.






