Can Yûsiv
Helbestvan Ciwan Dêrikî; Çavkaniya ku naçike û fenera qet melûl nabe, wî gotinên xwe kirine xizmeta parastina nirxên neteweyî, ziman û nasnameya gelê Kurd. Bi saya tecrubeya xwe a dirêj , ew beşdarî parastina zimanê Kurdî û dewlemendkirina wê bû ji aliyê bedewiyê ve , helbest kir amûrê berxwedanê û parêzvana nasnameyê.
Rola helbestvan û nivîskarên Kurd di tevgera rizgariya Kurdistanê û parastina nasnameya neteweyî de, tenê sînordar nema wek çalakiyek edebî an çandî, lê ew bû hêmanek girîng a tevgera neteweyî û çekeke tekoşînê ji bo azadî û serxwebûna çandî û siyasî .
Helbestvan Ciwan Ibrahîm yek ji van helbestvanên hemdem tê hesibandin ku pênûsa xwe terxan kir di xizmeta gelê xwe û doza wî de û barê gotinê û xewna azadiyê hilgirtiye, da ku vedenga afirîneriya wî bibe çiraxek ji bo nifşan û penahek ji bo nasnameya rastîn a Kurdî .
Di himbêza Deşta Hesina ya keskîn de, ku dikeve li ser sînorên Bakur, Rojava û Başûr, û li nêzîkî çiyayê Cûdî yê bilind û çemê Dîcle yê ku bi hêzdarî diherike.
Helbestvan û nivîskarê Kurd Ciwan Îbrahîm, ku bi navê “Ciwanê Dêrikê” tê nasîn, di sala 1962’an de ji dayîk û bavek Kurd (Elî û Reqiya) li gundê Kasanê hate dinyayê, gundê ku di dîrokê de her dem bûye çavkaniya şoreşgeran û penaha tekoşeran.
Ew di nava malbateke Kurdî ya welatparêz û older de ku ji heşt zarokan pêk tê (pênc xwişk û sê bira), ya ku bi hezkirina xwe ya ji bo xakê û bi dilsoziya xwe ji bo welat û azadîyê tê nasîn, mezin bûye.
Di vê mala ku bi rûhê wêje û çandê hatî firşikkirin de, hunêra wî despêkir ; çimkî bavê wî di ciwaniya xwe stranbêj û dengbêjê stranên gelêrî bû, lê piştî ku ber bi ol û sofîtiyê ve çû, wî rêwîtiya xwe ya stranbêjiyê berdewam kir , lê bi rûhek cuda, wî dest bi awazkirina helbestên Melayê Cizîrî kir û wan di civînên olî û hevdîtinên gundiyan de bi dengê xwe xweş digot ,ji ber vê yekê, wî di dilê kurê xwe de tovên helbest û evîna wêjeya Kurdî çand, û herwiha dayîka wî jî ya ku bi eslê xwe Botanî bû, rolek wekî çîrokbêj û parastvanê bîra civakî lîst , wê di şevên dirêj ên zivistanê de ji bo wî û xwişk û birayên wî çîrokên neteweyî û çîvanokên gelêrî vedigot, êdî çîrok û roman bûn yekem çavkanîya xeyalê wî û yek ji girîngtirîn hêmanên hişmendiya wî ya çandî û edebî ya destpêkê .
Ciwan zarokiya xwe di nav baxçên Kasanê yên rengîn û çîmenên wê ên keskîn de, di navbera xirbeyê Kasanê û pêmayên Dêra Fila û Qubeya Elî Şêr de derbas kir, li wir vedenga dengê wî yê yekemîn di navbera deşt û zeviyan de tê vegerandin, û li wir xwezaya Kurdî bi rengên xwe yên bedew û bi dengên xwe yê pirreng bîrdanka wî a pêşîn û nîşanên xeyala wî afirandin,li wir, di navbera qêrîna Dîcleyê û aramîya gund de, çavên wî vebûn li ser cîhanek ku hevbexşiyê dike di navbera hestên germiya malbat û hişkiya çiya û di navbera xuşîna ava çeman û dengê bangê azadî de ku di her kevirek û darekî de yê ku li ser xaka Kurdistanê dijî.
Wî ji kaniya bavê xwe û ji dengê wî ya xweş û ji helbestên wî yên gelêrî , alfabeya zimanê Kurdî û zanistên helbestê vexwar û di dilê wî de tovên yekemîn yê helbestê hatin çandin, herwiha ji ava kaniyên gund (kaniya Îbrahîm û çavkaniya Resûl) taybetmendiyên hişmendiya xwe yê torevanî wergirt , di heman demê de ji dengê çeqeçeqa aşê avê û çîvçîva çûkan û xumxuma cobaran ew fêr kir ku çawa peyvê saz bike û helbest çawa vehûne, xumxuma pêlên ava Dîcle û fîrefîra bayê Cûdî û Bêxêr rûhê xweparêziyê û hewldana jiyanê û mayînê di dilê wî de xurt kirin, û ew deng jê re bûn dibistaneka destpêka fêrkirina wî ka çawa helbest tê nivîsandin û peyv tê parastin.
Wî perwerdeya seretayî li dibistana gundê xwe Kasanê stand , li wir ew bi hewesa xwe ya ji bo zanînê û ezberkirina nivîsanên gelêrî dihate nasîn, û di heman demê de wî ji kaniyên mîrateya devikî “stranên cotkaran, sirûdên dewatan, çîrokên dapîran û lavijên olî.” bingehên yekemîn yê hişmendiya xwe ya wêjeyî afirandin.
Bi veguhastina malbatê bo Dêrikê di sala 1978’an de, asoyên wî yên perwerdeyê fireh bûn, wî xwendina xwe ya amadehî û navîn li wir qedand , berî ku tevlî “Peymangeha amadekirina mamosteya” li Hesekê û paşê “kulîjeya perwerdeyê” li Zanîngeha Feratê bibe ,li wir wî di ziman û wêjeyê de xwe kûr kir , û amûrên xwe yên ramyarî pêş xistin, da ku girêdana xwe bi çanda kurdî ya hemdem û şepêlên edebî yên nûvekar zêdetir bike.
Piştre, dest bi rêwîtiyek dirêj di qada perwerdeyê de kir ku 42 salan domand,û di nav dibistanan de digeriya, zanyarî belav dikir û peyama xwe ya perwerdeyî dixist di bin xizmeta civakê û nifşên nû de.
Lê belê, tevlêbûna wî di çalakiyên edebî û çandî de, û girêdana wî ya xurt bi nirxên Kurdeyatî ve, kir ku ew bibe armanca astengkirin û zextan ji hêla rayedarên Baas ve, ku di sala 2013’an de ew ji karê wî dûr derxistin, lê wî dev ji peyama xwe berneda, li dijî vê, êş veguherand
hêzbûn, helbest jî kir qêrîna dilê xwe û ronahiyek hêvî ku nasnameyê biparêze û ruhê xweparêziyê xurt bike, piştî dûrxistina wî ji kar wî sê salan li Zanîngeha Rojava ders dan, li wir dersên wêjeya kurdî û şêwazên wêjeyî didan, û ezmûna xwe ji bo xwendekaran parvekir û rolek girîng lîst di pêşxistina zanistên wan yên edebî de, hêjayê gitinê ye ku di sala 2011’an de ew yek ji mamosteyên despêkê yê zimanê kurdî û sazkerê Saziya Zimanê Kurdî bû, niha jî bi erkê hevserokatiya peyamangeha Bilind a Hunerê ya Rojavayê Kurdistanê radibe.
Wî di qonaxa amedehî de dest bi nivîsandina helbestê kir ,piştî ku ji zarokiya xwe ve fêrî tîpên Kurdî yên Latînî bû, bi saya bavê xwe, herwiha bandorek kûr ya dîwana Seydayê Cegerxwîn “Kîme Ez” – ku ji dest şehîd Îsmaîl (Simko) wergirt bû li ser avakirina hişmendiya wî ya edebî û baldariya wî bo peyva pabendî hebû. Di salên Notan de, wî dest bi nivîsandina helbesta klasîk, ya rêzbend û kêşe kir , lê zû dest bi nivîsandina helbesta nûjen , azad û pexşan kir , di bin bandora dibistana Melayê Cizîrî û Cegerxwîn de ku hevrêzîyek di navbera resenî û nûvekirinê de çêkir.
Mijarên wî girêdayî bûn bi pirsgirêkên welat û rûmetê û him xewnên azadiyê ku di wijdana gel de hatibûn çandin, wî li ser bedewiya Kurdistanê û xwezaya wê, li ser şoreş û azadiyê, û li ser şehîd û şoreşgêrên ku bi xwîna xwe rêya rûmetê ronî kirîn nivîsî, û jin kire sembola” rûmet û pêdariyê”
Lê riya wî di wêje û çandê de ne raxstî bû bi gul û kulîlkan, her dem pêrgî zextên siyasî û sînorên ku ji hêla rayedarên Baas ve hatbûn ferz kirin dihat ji ber helwestên xwe yên welatparêzî û çalakiyên xwe yên çandî yên bi nasnameya kurdî ve , helbest ji bo wî amûrek bû ji bo derbirîna hestên azadî û rûmetê , lê di heman demê de bû sedema armanc girtina wî, ew hat binçavkirin û hin caran li ser wî qedexekirina weşandinê hate ragihandin, heta ku ji kar jî hate avêtin, wekî hewlê ji bo qutkirina dengê wî yê wêjeyî û berxwedanî, lê van beramberiyan ne karibûn hêrsa dilê wî bişkînin; bilî wisa, hêza helbestê û hûrdemîna peyama wî zêde kirin.
Çalakiya wî ya wêjeyî tenê bi helbest re sînordar nema, lê gihişte heta şano, gotar û kurteçîrokan, di salên notan de ji bo Koma Cûdî çend şano û skeç jî nivîsand , di gel nivîsîna gotar û lêkolînan di ziman û wêjeya kurdî de, heya niha du berhemên helbestî çapkirine :
1- “Xwedawendên Bedewiyê” -( 2015) ji hêla Desteya Çandê ve.
2- “Roj” – ( 2018) ji hêla Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cezîreyê ve.”
Herwiha wî reşnivîsên şeş berhvokên helbestî hene li benda çapkirinê ne û di nav wan de berhevokek jî heye diyarî Şehîdên Azadiyê kiriye , ew li ber weşanê ye, di gel du pirtûkên din ,yek kurteçîrok û ya din jî gotar .
Wî gelek helbestên stranbêjiyê ên terazû nivîsîn ji hêla hunermend û komên navdar ên Kurdî ve hatin awazkirin û strandin, ji wan Koma Cûdî bi taybetî gelek stranên navdar ji nivîsên wî çêkirin wekî:
1- Ava Mezin
2- Apo Gele
3- Amedê
4- Heval Mihyedîn
5- Cizîr li ser Piya ne
Bi vî rengî, peyvên wî veguhêrîn stranên gelemperî ku hestên gelê kurdî vedibêjin û dengê azadiyê ji nifşekî digihînin yên din , ji nav helbestên wî yên navdar ku di nav gelê kurd de deng vedane:
1- Xwedawendên Bedewiyê
2- Apo Gele
3- Zindana Faşîstan
4- Komkujiya Şengalê.
Rola wî tenê bi nivîsara edebî sînordar nema , lê bi kûrahî tevlî xebatên çandî û ramyarî bû ,ew beşdarî damizrandina gelek çalakî û civînên rewşenbîrî bû, çi bi veşartî û çi bi vekirî , ji salên Notan ve, ew di dïmena çandî de wek dengek çalak û amedekar maye.
Ew yek ji damezrênerê ”koma Wêje” 1990 li Dêrikê, û di navbera salên 1991-1997 di nav ”Koma Cûdî” de beşê rêxistinî û wêjeyî de cî girt , herwiha ew yek ji damezrênerê kovara ”Rojda” 1997 li Rojava û ”Tevna Çand û Hener” 2005 li Dêrikê ye û Endamê yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê ji sala 2011’an ve ye û roleke girîng di kongir , şevbuhêrk û festîvalên wê de lîstiye.
Helbestvan Ciwan di sala 1984’an de zewiciye ew bavê pênc zaroka ye (çar keç û yek kur) û ew ji peyama xwe ya edebî û çandî re dilsoz mabû, karîbû hevsengîyekî bike di navbera karê malbata xwe û wefadariya ji wêjeyê re.
Ciwan yek ji helbestvanên edebiyata pabend tê hesibandin, yên ku gotinên xwe kirine di xizmeta parastina nirxên neteweyî, ziman û nasnameya kurdî de ew bû nimûneyek ji bo helbestvan – mamoste ku hevrêzîyek kir di navbera peyama perwerdehiyê û peyama wêjeyê de û di navbera girêdana bi xakê û têgihiştina asoyên azadiyê de, wî jiyananameya xwe kir neynikek ji bo dîroka gelê xwe û helbesta xwe kir dengek ku xakê û bîranînê bi hev re biparêze ,bi saya tecrubeyê xwe a dirêj , ew beşdarî parastina zimanê kurdî û dewlemendkirina wê bû ji aliyê bedewiyê ve , helbest kir amûrê berxwedanê û parêzvanê nasnameyê.
Wî berhemên xwe di kovar û rojnameyên Kurdî de weşand, û di semîneran û şevbuhêrkên edebî de di herêmên cûda yên Rojavayê Kurdistanê de beşdar bû, dengê wî her amede bû di nava şopdarên wî de û bû îlhamek ji bo nifşên nû yên helbestvan û rewşenbîran.
Helbestvan Ciwan hê di xurtbûna dayîn û afirîneriya xwe ya Wêjeyî û Çandî de ye , hîn jî berdewame di vehûnandina helbestê de bi hemû şêwazên wê ve , ji klasîk heya azad , û bi rûhê jiyanxwaz kurteçîrok û gotaran dinivîse, mîna ku bi tîpên zêrîn li ser rûpelên bîra kurdî xêz dike, bêyî westan û rawestandin ,ji bo wî, peyv peyam û hebûne, û çavkaniyek zuha nabe ji afirandin û pabendiyê .
Hêviyên min ji bo wî serkeftin û afrînerîyek zêdetir di rêwîtiya wî ya wêjeyî û ramyarî de.






