Solîn Mihemed/ Qamişlo
Xwediyê firoşgeha xwarinên taştê Mihemed Zekî diyar kir ku qeymax û hingiv di nava xwarinan de xwedî girîngiyeke kûr ya çandî û civakî ne.
Di nava civakê de û ji bo tenduristiyeke baş taştê weke xwarinek esasî ya rojê ye. Bi taybet di çanda kurdewarî de, ji xwarinên ku di demên berê de her roj li ser sifreya her malbatekê (hingiv, gêmer, mast û qaymax) bû. Ji ber ku feydeyên wan ji bo tenduristiya laşê mirovan pir baş e, enerjiyê dide mirovan di heman demê de jî pir tamxweşin.
Li bajarê Qamişlo bazara Hingiv û Gêmer cihê yekem e ku şêniyên bajêr berêxwe didin wê ji bo xwarina taşteyeke kevneşopî. Di bazarê de hemû cûreyên taştê yên mîrate di nav xwe de digre di serî de hingiv û qeymax li gel cureyên din wekî penêr, zeytûn, lebnê, mast, mekdûs, mamûniyê û rûnê erebî û hwd tê pêşkêşkirin. Beşa hingiv û qeymax li bazarê ne tenê cîhekî bazirganiyê ye, lê ew xwedî girîngiyeke kûr ya çandî û civakî ye.
Serdanên malbatan bo kirînê kêm bûye
Di van demê dawî de ji ber rewşa jiyanî ya zehmet serdanên welatiyan bo kirîna hingiv û gêmer kêm bûye, ji ber bilindbûna nirxê wê lewma kirîna wê kêm bûye. Herwiha malbat herî zêde berê xwe didin kirîna cûreyên din ên taştê li gorî hêza xwe a kirînê.
Di derbarê mijarê de xwediyê firoşgeha xwarinên taştê Mihemed Zekî ji Rojnameya me re

‘Hingiv û qeymax di civaka me de navdar e’
Mihemed Zekî diyar kir ku ew bi salan di vî warî de dixebite û wiha got: “Ez ji beriya 33’ê salan vî karî dikim. Di demên borî de serlêdanên malbatan ji bo kirîna Hingiv û Gêmer pir zêde bû lê bi demê re ji ber rewşa jiyanî ya zehmetiyên pir kêm bûye û carinan jî gelek roj derbas dibin em tu kesî nabînin. Di firoşgehê de hemû cûreyên taştê em difiroşin di heman demê de wekî xwaringehê ye jî mirov dikare li ba me taştê bixwe, buhaya her sênîkek ji xwarina taştê bi 15 hezarê Sûrî ye.”
Buhayên qeymax û hingiv
Mihemed Zekî di derbarê buhayan de wiha anî ziman: “Her kîloyek hingiv di navbera 150 hezar û 350’î hezarî tê firotin. Hingivê ji cûreya sada, hingivê bişan û yên bi mikeseratan jî li cem me tê peyîdakirin.
‘Kesê serdana Qamişlo dike berê xwe dide firoşgeha me’
Mihemed Zekî axaftina xwe wiha qedand: ” Herî zêde dema ku hin malbat serdana Qamişlo dikin ji bîr nakin ku berê xwe bidin bazarê, tên taştê dixwin û di serî de daxwaza Gêmer û Hingiv dikin. Ji xwe em Hingivê xwe ji “Taxa Teyî” dabîn dikin.”
Dîroka bazarê vedigere serdema kolonyalîzma Fransî
Hêjaye gotinê ku bazara Gêmer û Hingivê bi dîrokeke dewlemend a ku vedigere serdema kolonyalîzma Fransî li herêmê, tê naskirin. Bazar ji axurekî hespan a Fransî veguherî firoşgehên ku xwediyên wan mîrateyan bav û kalên xwe parastin e ku û bûne cihekî girîng ji bo mêvanên ji deverên din re.






