Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo xebtandina stasoyona Elok stasyoneke gerok ji Rimêlan derbasî Dirbêsiyê bû

15/04/2026
in Aborî û ekolojî
A A
Ji bo xebtandina stasoyona Elok stasyoneke gerok ji Rimêlan derbasî Dirbêsiyê bû
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Dirbêsiyê

Rêveberê Stasyona Elektrîkê ya bajarê Dirbêsiyê Ciwan Ehmed diyar kir ku ew hewildanên xwe ji bo xebitandina Stasyona Elektrîkê ya Dirbêsiyê dikin û got, “Eger rewş baş derbas bibe, dê di 10 rojên bê de elektrîk bighêje Stasyona Avê ya Elok û wê stasyon têkeve xizmetê.”

Di çarçoveya berdewamiya zehmetiyên ku li hember sektora elkrtîkê û avê li kantona Cizîrê derdikeve herwiha di nava hewlidanên ji bo başkirina binesaziyê û dabînkirina elktrîkê ji bo şêniyan, Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê stasyoneke gerok ji Rimêlan bir bajarê Dirbêsiyê. Ev yek bi armanca gihandina enerjiyê ji bo Stasyona Avê ya Alokê e, da ku bixebite û av bighêjê her kesî, li gorî Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ku li ser rûpela fecbookê ragihandibû.

Ev gav bi armanca dabînkirina elektrîkê û misogerkirina berdewamiya gihandina avê ji bo şêniyên herêmê hat avêtin. Bi vê destwerdanê, tê payîn ku pirsgirêkên teknîkî yên stasyonê kêm bibin û xizmetguzariyên bingehîn bi rengekî baştir bigihêjin ber destê gel.

Di heman demê de gav encama hewldanên berfireh ên Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê bi hevkariya kampaniya Elektrîkê ya Rimêlanê hat kirin. Herwiha pêvajoya veguhastinê bi hevahengiya rêxistinên navneteweyî re hate kirin, bi armanca misogerkirina ewlehiya veguhastin û xebitandina stasyonê, di nava şert û mercên ewlehiyê yên dijwar ku herêm tê de derbas dibe.

Ji ber êrişan Stasyona Dirbêsiyê ji xizmetê derketibû

Stasyona elektrîkê ya Dirbêsiyê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker, nêzîkî salekê bi awayekî giştî ji xizmetê derketibû, di demekê de ku aliyên peywendîdar berê xwe didan avakirina stasyonên elktrîkê yên gerok, ji ber hedefgirtinên dûbare yên li ser avahiyên enerjiyê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê.

Desteya Enerjiyê daxuyand ku tîmên wan ên teknîkî, bi şev û roj di nava liv û tevgerê de ne da ku xebatên çeksazkirina stasyonê bi dawî bikin. Ev hewldan ji bo misogerkirina herikîna elektrîkê û gihandina ava vexwarinê ji bo gelê herêmê tên kirin, da ku pirsgirêka avê bêyî derengî were çareserkirin.

Hewildanên jinûve xebitandina stasyona Dirbêsiyê

Di dîroka 2023-1-15 di encama du êrişan ji hêla bafirlên bêmirov ên dewleta Tirk li ser Stasyona Dirbêsiyê hatin kirin, di encamê de stasyon nêzî saleke bi temamî ji xizmetê derket. Di vê derbarê de Rêveberê Stasyona Elktrîkê ya Dirbêsiyê Endezyar Ciwan Ehmed ji rojnameya me re diyar kir ku piştî hewildanên mezin ku Desteya Enerjiyê pêk anî, karîbû piştî salekê dîsa stasyonên bixe xizmetê û wiha got: “Ji ber qutbûyîna elktrîkê av bi temamî li ser bajêr hatibû qutkirin di heman demê de li ser avahiyên îstratîjîk wekî nangehan û hwd… di vê çarçoveyê de Desteya Enerjiyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê gelek hewildan kirin ji bo girtina çareseriyên awarte da ku elktrîkê bo bajêr bê vegerandina.”

Başkirina aramiya elktrîkê

Ciwan Ehmed diyar kir ku ji ber stasyona elktrîkê li bajarê Dirbêsiyê tune ye, Desteya Enerjiyê stasyoneke gerok ji Rimêlan veguhest Dirbêsiyê û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ji bo başkirin û pêkanîna aramiya elktrîkê li bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê, di heman demê de piştgîriya Stasyona Ava Elokê Desteya Enerjiyê Stasyoneke gerok ji bajarê Rimêlan veguhest ji bo bajarê Dirbêsiyê. Ji xwe rêjeya elktrîka ku dighêje bajêr ne sabît e, carnan rêje baş e û carnan kêm e, niha rojane derdora çar seatan elktrîk dighêje bajarê Dirbêsiyê û du seatan bo gundewarê wê tên piştgîrkitrin.”

Hewildanên xebitandina Stasyona Elok

Stasyona ava Elokê yek ji girîngtirîn stasyonên herêmê ye, ji ber ku ew çavkaniya sereke ya ava vexwarinê ya bajarê Hesekê ye. Ji ber vê yekê, hewl li ser vegerandina dabînkirina elektrîkê ji bo stasyona elektrîkê ya Dirbêsiyê hatine dayîn da ku jinûve dest bi xebatê bikin.

Ciwan Ehmed derbarê xebitandina Stasyona Elok û piştgîriya wê di hêla elkterîkê de wiha anî ziman: “Stasyona Elok, avê ji bo bajarê Hesekê û gundewarê wê herwiha ji bo hin beşan ji bajarê Til Temirê û gundewarên parve dike. Wekî em dizandin Stasyona Ava Elok di bingeha xwe di ji hêla stasyona Serêkaniyê tê piştgîrkirin, lê ji ber êrişên dagirkeriya Tirkiyê li ser stasyonê di sala 2019’an de ji xizmetê derket, lê wekî çareseriyeke demikî stasyona Elok ji aliyê xeta elektrîkê ya 66 kîlovolt a di navbera stasyona Dirbêsiyê û stasyona Elok a Serê Kaniyê de kirin hat piştgîrkirin, niha wê bi rêjeya 20 kîlovolt bê piştgîrkirin, ku bi vê rêyê wê bîr û stasyonên pompekirinê yên stsyona Elok bên piştgîrkirin.”

Xebatên çeksazkirinê

Ciwan Ehemd bal kişand li ser xebatên sererastkirina stasyonê û wiha diyar kir: “Stasyona Dirbêsiyê em karin bêjin hema amade ye, lê sererastkirin hîn jî tên kirin li ser xeta elektrîkê ya di navbera Dirbêsiyê û Stasyona Elok de, ji ber ku ew hewceyî çeksazkirinê ne, herwiha dikeve aliyê din ku di bin kontrola artêşa Tirkiyê de ye. Niha em bi parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û hin aliyên peywendîdar re hemahengiyê dikin, da ku rê bê vekirin û tîmên teknînê karibin bikevin wir û xetê sererast bikin. Em pêşbînî dikin ku piştî sererastkirinê û eger rewş baş derbas bibe, dê di 10 rojên bê de wê elktrîk bighêje Stasyona Avê ya Elok. Ji bo stasyonên pompekirin û bîran wê Saziya Avê bişopîne da ku kengî amade be ji bo bixin miriyetê. Ê me karê me yê sereke ew e gihandina elktrîkê bo Stasyona Elok e.”

Zehmetî û pirsgirêk

Rêveberê Stasyona Elktrîkê ya Dirbêsiyê Ciwan Ehmed wiha axftinên xwe qedand: “Ji pirsgirêkên serek ku li hember Stasyonên Avê û Elktrîkê derdikeve, kevnbûna alava ne herwiha ew hewceyî sererastkirinên domdar in, an jî ji hêla rêxistinên herêmî û navdewletî piştgirî bên pêşkêşkirin ji bo dabînkirina hin parçeyên pêwîst ên stasyonan ji ber ku li Sûriyê tune ne.”

Hêjayî gotinê ku hin stasyon, bi taybetî li deverên nêzîkî eniyên şer ên wekî navçeya Zirganê, ji ber zirara berfireh a ku lê çêbûye, bi salan e bê xizmet in, ku ev yek bûye sedema ku ev dever bi tevahî ji elektrîkê bêpar bimînin.

Bi gelemperî, rastiya Stasyonên elektrîkê û avê li Dirbêsiyê û Hesekê dîmeneke aloz nîşan dide, ku zirara teknîkî bi pirsgirêkên ewlehiyê ve girêdayî ye, berevajî hewldanên berdewam ên ji bo jinûve destpêkirina stasyonên girîng, bi taybetî stasyonên Dirbêsiyê û stasyona Elokê, ji ber ku ew bingeha vegerandina xizmetguzariyan ji bo gelê herêmê ne.

Di salên dawî de, stasyonên elektrîkê yên li kantona Cizîrê, ji ber zirara ku gihaşt binesaziya stasyonan û xetên elktrîkê, di pêşkêşkirina xizmetan de kêmbûneke mezin hate dîtin. Ev yek rasterast bandor li ser aramiya elektrîkê û avê kiriye, di heman demê hişt ku rayedarên pêwendîdar hin planên awarte yên ku balê dikişînin ser jinûve destpêkirina stasyonan gav bi gav, deynin wekî çareseriyek alternatîf.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.