Ehmed Hesen
Erdnîgariya Sûriye di nava rêveçûna 14 salên tijî şer û alozî de rastî rûxandin, talan û ziyaneke mezin a binesaziyê hat, di encamê de bi milyonan malbat bê mal û cih û war man, koçber û penaber bûn û hatin windakirin û bi hezaran jî hatin kuştin, di vê dema derbasbûyî de û di encama cezayên Qeyser ên ku li ser rêjîma Esed ê ketî hatibûn sepandin, gelê Sûriye di rewşeke herî krîtîk a xizanî û bêkariyê de jiyan dikir, hem nirxê bihayan bilindtir dibû, hem jî di aliyê derbaskirina xwarin û pêdiviyên jiyanî de zehmetiyên mezin dihatin kişandin û ji aliyê bazirganan ve gel rastî dizî û bilindbûna nirxê kelûpelan dihat. Piştî ketina rêjîma Baasê di berfanbara sala 2024an de û heta roja îro hîna jî pirsgirêka xizanî, aborî û bêkarîyê di nava civaka Sûriye de tê jiyankirin, hikûmeta demkî ji destpêka hatina xwe de gelek soz dan gel ku wê rewşa aborî baştir bike û hewla rakirina cezayan bike, lê tevî van sozên ku dane jî, îro em dibînin mirov li kolanan li parçeyên nan digerin, taborên ji bo girtina topên gazê dirêj dibin, nirxê madeyên sotemeniyê her ku diçe bilindtir dibe û erebe dikin ku ji ber vê rewşê rawestin û tevgera çûn û hatinê pir kêm bibe, ev rewş dibe sedema ku gel careke din ji van reftaran bêzar bibe û rojên xirab ên di dema rêjîma ketî de bîne bîra xwe, di heman çarçoveyê de bê ewlehiya heyî hişt ku rojane rewşên dizî û şêlandina mirovan li ser riyên araze û vala derkevin. Ne tenê ev, civaka Sûriye taybet piştî derxistina pereyên nû ji aliyê gencîneya navendî ya Şamê ve ku du sifir hatin jêbirin, ew bi armanca baştirkirina nirxê lîreya Sûrî, lê berovajî pêşxistina rewşa aborî, hîna rewş kirîtîktir bû û nirxên madeyên sotemeniyê, hewş û malan, kirêdana firoşgeh û malan zêdetir bûn. Ev li şûna çareseriyê bû sedema derketina rewşeke ji berê xirabtir. Lewma jî ev kirîza aborî heta roja îro jî nehatiye çareserkirin, lewma jî wê nerazîbûnên mezin li dijî vê feraseta hikûmeta veguhêz a Şamê zêdetir bibin û zêde dibin jî. Mijar ne tenê rakirina cezayên Qeyser e, lê belê pêwîstî bi sînordarkirina rewşên gendelî, derketina aboriyê ji rewşa navendîtiyê, baştirkirina rewşa cotkaran li seranserî Sûriye, nexasim di aliyê kirîna tov û madeyên sotemeniyê de, her wiha firehkirina qadên ku civak karibe têde kar bike û baş berhem bide heye. Ev hemû jî pêwsîtiya xwe bi gavavêtinên şênber ên hikûmeta Şamê heye ku bi awayekî demildest destwerdanê bike û di aliyên kirîz tên jiyankirin de çareseriyên domdar jê re bêne peydakirin. Îro em dibînin ku civak ji tirsa ku lîreya Sûrî nirxê xwe winda kiriye re, hemû pereyên li gel xwe weke Dolarên Emerîkî bi kar tîne, ev jî encama kiryarên ku rê nadin pêşketinên aborî di xaka Sûriye de çêbibe.






