Navenda Nûçeyan
Peymana Kadaşê di dîrokê de yekem peymana aştiyê ya nivîskî ye ku di navbera Împaratoriya Misrê û Împaratoriya Hîtîtan de, li ser axa Mezopotamyayê hatiye îmzekirin. Piştî şereke dijwar û demdirêj îmzekirina vê peymanê rê li pêşiya şer û pevçûnan girtiye, deriyekî nû ji diyalog û çareseriyê re vekiriye.
Rêber Apo di hevditina xwe ya, 27’ê Aderê de bal dikêşe ser peymana “Kadaşê” û wiha dibêje Peymana aştiyê ya mezin a yekemin di dîrokê de Peymana Kadeşê ya navbera Hîtîtan û Misiriyan de bû. Divê derbarê de me wek Rojnameya Ronahî raporek amadekir ka peymana kadaşê çiye çima Rêber Apo behsa vî peymanê dike.
Çima Şerê Kadeşê?
Di sala 1274’an berî zayînê de, Şerê Kadeşê di navbera du hêzên mezin – împaratoriya Misrê bi serokatiya Ramses II û Împaratoriya Hîtîtan bi serokatiya Muwatalli III de diqewime. Li gorî çavkaniyên dîrokî, sedema sereke ya vî pevçûnê ew bû ku Ramses II di salên destpêkê yên serweriya xwe de biryar da ku ber bi bakurê Sûriyeyê ve biçe, daku kontrola axên ku Misrê berê li wir winda kiribûn vegerîne. Di heman demê de, Hîtîtiyan jî dixwestin ber bi başûr ve berfireh bibin û bandora xwe ya li herêmê biparêzin.
Her wiha guherîna alîgirtiya herêma Amurru (Amorium) û nêzîkbûna wê bi Misriyan re, aliyê siyasî zêdetir giran kir û şerê heyi bi şêweyekî rasterast gur kir. Yek ji bûyerên herî girîng di şer de tiştê ku wekî “Xapandina Mezin” tê zanîn bû. Casûsên Hîtîtan Ramses II şaş kirin û jê re gotin ku artêşa wan hîn dûr e. Ev jî bû sedem ku fîrawûn bi tenê yek beşa artêşa xwe (firqeya Amon) pêşve biçe bêyî ku li benda hêzên din bimîne.
Di encamê de, artêşa Hîtîtşyan bi êrîşeke dijwar û çavkor, bi erebeyan şerê (war chariots) bi ser hêzên Misrê ve çûn. Ew rewş bû sedema têkçûna Misriyan lê berxwedana şexsî ya Ramses II û gihîştina hêzên alîkar (Na’arîn) di wextê xwe de, şer vegerand ser rewşeke tewazûnê. Di aliyê leşkerî de bêyî ku her du hêz ji ser bikevin şer bi dawî bû. Misir nekarî bajarê Kadeşê bigire û Hîtît jî nekarîn artêşa Misrê bişkînin. Lê ji aliyê siyasî ve, pevçûnên paşîn di navbera her du hêzan de bûn sedema ku di sala 1258’an berî zayînê de yekem peymana aştiyê ya nivîskî di dîrokê de were îmzekirin. Ev peyman di navbera Ramses II û Hattusili III de hat îmzekirin û şertên wek rawestandina şer, hevpeymaniya parastinê û guhertina esîr û vegera koçberan di nav xwe de dihewand.
Peymana kadaşê û rawestandina şer
Şerê Kadeşê yek ji şerê here giring di diroka kevnar de ye. Kadeş ne tenê ji ber dijwariya şer di dirokê de cih girtiye. Ew rê li ber peymana aştiyê ya niviskî vekiriye. Peyman wekî bingeha rê girtina şer û pevçûnên leşkerî girtin û pêşxistina Diyalogên çareseriya siyasî çawa pêş dikevin dide nişandayîn, ji bo domandina peymanên aştiyê rê li ber deriyeke nû û dirokî vedike. Rêber Apo jî ji bo çareserkirina pirsgireka Kurd li Rojhilata Navîn di 27’ê Sibatê de bi banga xwe ya dirokî ya “Aştî û civaka demokratîk” şerê demdirêj yên 50 salî veguhert pêvajoyê domdar ya aştiyê.
Peymana kadeşê: yekem peymana aştiyê ya nivîskî di dîrokê de
Di sala 1258 berî zayînê de, piştê 23 salên şer yê bê encam, her dû hêz gihaştin rêkeftinekê, yekem peymana aştiyê ya belgekirî di dîrokê de di navbera wan de hat îmzekirin Mercên peymanê li ser tabletên zîv bi zimanê dîplomatîk ê wê demê, Akadî, hatine nivîsandin. Kopiyên Misrî di perestgehên Luxor, Ebû Simbel û Karnak de hatine dîtin, û tabletên ji axê li Hattusa,( peytexta kevin ya Hitîtiyan) li Tirkiyeya îroyîn, hatine dîtin. Kopiyek li baregeha Neteweyên Yekbûyî li New York City wekî sembola yekem peymana aştiyê di dîrokê de daliqandî ye.
Xalên sereke yên peymanê
Peyman çend xalan pêk tê ku pêşîgirtina li her şerekî nû di navbera her du aliyan de ye, ji bilî bicîhanîna tedbîrên ku ji bo xurtkirina baweriya hevbeş hatine çêkirin. Xalên herî berbiçav evin:
– Rawestandina dijminatiya demdirêj di navbera her du aliyan de bi rêya sozek ji bo bidawîkirina şerên di navbera wan de hetahetayê, û pabendbûna ti aliyekî ji bo dagirkirina axa aliyê din.
– Avakirina hevpeymaniyek parastinê (parastina hevbeş), tê vê wateyê ku heke Misir ji hêla hêzek biyanî ve were êrîş kirin, Hîtît dê alikar be ku artêşa xwe bişînin da ku piştgiriyê bidin Ramses e.
– Zewacên siyasî ji bo xurtkirina vê aştiyê. Ramses II paşê bi Hattusili III, keça padîşahê Hîtîtan re zewicî, gavek ku wekî piştrastkirinek malbatî ya hêza hevpeymaniyê hate dîtin.
Girîngiya Peymana Kadeşê
Girîngiya vê peymanê di wê rastiyê de ye ku ew ne tenê agirbestek bû, lê çarçoveyek yasayî û siyasî bû ji bo birêvebirina têkiliyên di navbera du hêzên reqabetkar de. Ji ber vê yekê, ew wekî xalek werçerxek radîkal di dîroka siyasî û leşkerî ya mirovahiyê de tê hesibandin. Di nav destkeftiyên wê yên herî girîng de ev bûn.
– Sazkirina prensîba hevsengiya hêzê wekî rêyek ber bi aştiyê ve, ne serkeftina leşkerî. Dema ku aliyên şer nikarin serkeftinek diyarker bi dest bixin, danûstandin dibe vebijarkek esasî.
– Destpêka têgeha qanûna navneteweyî ya destpêkê, bi veguherandina pevçûnê bo çarçoveyek yasayî bi rêya peymanek nivîskî.
Ji kadaşê heta roja îro û pêvajoya aştiyê ya domdar
Dema ku em ji dîrokê heta Roja me ya îro mêyze dikin, em dibînin ku hin ji dînamîkên ku Kadeşê birêve dibirin, bi taybetî di derbarê pevçûnên demdirêj yên li Rojhilata Navîn de hîn jî berdewam in. Di vê çarçoveyê de, Rêber Apo bi fikir û ramanê xwe bi dest pê kirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk pêşî li şerê demdirêj yê Kurd û Tirkan girt. Ev şerê ku di dehsalên dawi yê de bi dijwarî hat meşandin tu cûdahiya xwe ji şerê kadaşê nebû. Ne ji aliyê leşkerî de, ne jî ji aliyê Siyasî û Dîplomasi ve tu serkeftinan bixwe re nanî. Jiber wî ji Rêber Apo li ser bingeha rawestandina şerê çekdarî ber bi tekoşina siyasî. Xortkirina dîplomasiya civakî û li ser bingeha Bidestxistina jiyana wekhev di çarçoveyek demokratîk de ku pirrengiyê nas dike da dest pê kirin.
Encam
Di encamê de, em dikarin bibêjin ku ezmûna Peymana Kadeşê îspat kir ku şerên mezin bi serketinên biryardar bi dawî nabin, lê bi çareseriyên ku ji hêla hevsengiya hêz û şert û mercên herêmî û navneteweyî ve têne ferzkirin bi dawî dibin. Ev yek îro di pevçûnên berdewam ên li Rojhilata Navîn û cîhanê de eşkere ye. Bê guman, berawirdkirina Peymana Kadeşê bi pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk re nayê wateya wekheviyek tevahî, lê belê qalibek dîrokî ya dubarekirî eşkere dike, dema ku pevçûn digihîjin rewşek bêçareseriyê, aştî dibe hilbijartinek stratejîk. Her çend Kadeşê destpêka fikra aştiyê di navbera împaratoriyan de nîşan da jî, projeya heyî modelek nû ya aştiyê temsîl dike ku ne tenê li ser bidawîkirina şeran lê di heman demê de li ser ji nû ve avakirina civakan jî disekine.
Peymana Kadeşê nîşan dide ku aştî ne encama binkevtina ne, lê belê encama fikrandin û diyalogeke kûr a hevsengiya hêz û berjewendiyan e. Ger dîrok carekedin xwe dubare bike, ji bo banga aştiyê bi ancam bibe lazime dewleta Tirk gavên cidi bavêje. Hebûna kurdan qebûl bike, çawa ku bi imzekirina peymaneke di navbera du hêzan de aştî çêbû, diyalog û peymana kadeşê ji bo her kesî aramiyê garantî kir.






