Dilyar Cizîrî
Piştî êrişa hikûmeta demkî ya Sûriyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hin girtîgehên DAIŞ’ê yên di bin serweriya QSD’ê de bûn ketin destê çekdarên hikûmeta demkî de. Di wan girtîgehan de bi hezaran çete hebûn. Bi taybet girtîgeha Şedadê û El Eqtan a Reqayê. Li aliyê din di kampa Holê de bi dehezaran malbatên endamên DAIŞ’ê û DAIŞ’iyên jin hebûn. Hejmarek mezin biyanî û Îraqî di kampê de hebûn. Hêzên Kewalisyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê derdora 9 hezar çeteyên DAIŞ’ê yên ji aliyê QSD’ê ve hatibûn girtin, birin Îraqê.
Lê pirsa niha xwe dide der çeteyên salên 2014-2015’an li Sûriyê û Îraqê sûcên li dijî mirovahiyê pêk anî li kur bi cih bûne. Li aliyê din jî bi salan bû li şaneyên DAIŞ’ê li dijî QSD’ê êriş pêk tanîn. Tevî hin rapor dibêjin ji destpêka sala 2026’an û heta niha 38 êriş li dijî hêzên hikûmeta demkî pêk hatine. Tê texmînkirin DAIŞ’ê ew êriş pêk anîbin. Lê di heman demê de behsa tesfiyeya navxweyî di navbera komên çekdar ên tevlî Artêşa Sûriyê ya nû bûne, tê kirin. Ev tercêh hîn zêdetir nêzî rastiyê ye.
Ji ber bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan saziyên dewletê û di wir de cih girtin. Ev di êrişên rojên destpêkê yên HTŞ’ê li Helebê û heta girtina Şamê diyar kir. Di heman demê de di komkujiyên Peravê, Siwêda û herî dawî li Heleb û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir.
Hejmarek zêde ya DAIŞ’iyan bi cilên fermî yên Artêşa Sûriyê de hatine erkdarkirin. Di heman demê de hejmarek mezin a çeteyan di saziyên sivîl ên dewletê de hatin bi cihkirin. Zihniyeta DAIŞ’ê bi xurtî niha di saziyên fermi yên dewleta Sûriyê de ye. Êrişa li Parmêla ya li dijî leşkerên Amerîkî van rastiyan xurtir diyar dike. Ev metirsî her ku diçe li ser gelê Sûriyê û welatên cîran jî zêdetir dibe. Di heman demê de li ser ewlekariya cîhanî jî metirsiyeke mezine.
Ji ber hêzên navdewletî û di serî de Amerîka û Koalîsyona Navdewletî bi şerê li dijî Îranê û bandorên wê yên aborî û siyasî mijûl bûne, dosya Sûriyê danine aliyekî. Ev rewşa herî metirsîdar e û zemîna mezinkirin û belavkirina DAIŞ’ê hîn zêdetir dike. DAIŞ’ê û aliyên navdewletî yên piştevaniya wê dikin, niha bi fermî û bêyê deng ji xwe bînin, hêza DAIŞ’ê mezin dikin. Di hin raporan de tê gotin ew ê li dijî şerê Heşid El Şebî û Huzib Al ah de werin bikaranîn. Lê ya rast mezinkirina DAIŞ’ê ya bê deng ji bo pirojeyên mezin tê bikaranîn. Ev mijar di çarçoveya pirojeyeke metirsîdar de tê bikaranîn.
Dibe demekê bikşîne, lê dê çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê hêzên navdewletî û di serî de Amarîka bi awayekî xurt di herêmê de were bikaranîn. Ne wisa ba dê Amerîka dest ji mesref û keda zêdeyî 12 salan a tekoşîna li dijî DAIŞ’ê bernedaba. Di nerîna min de ev çeteyên em behsa wan dikin dê bibin jêdera serke ya hilweşîna Artêşa heyî ya Sûriyê jî.






