Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Agirbesta Rûsya û Ukraynayê piştî cejina Paskalya bi dawî bû

15/04/2026
in POLÎTÎKA
A A
Agirbesta Rûsya û Ukraynayê piştî cejina Paskalya bi dawî bû
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo

Şerê Rûsya û Ukraynyayê ku ji sala 2022’an ve hatiye destpêkirin, heta niha dewam dike. Ji ber vî şerê ku 4 salan dirêj kiriye her du dewletan zereke mezin dîtine. Di 9’ê Nîsanê de agirbest ji hêla her du aliyan ve hate ragihandin, lê dîsa binpêkirin derheqê agirbestê de çêdibe, derencamê de agirbesta ku ji bo cejina Paskalya hatibû destpkirin, bi dawî bû û dîsa şer dest pê kir.

Hêza Rûsyayê di şer de

Rewşa Rûsya niha ji salek an du sal berê baştir e. Binesaziya xwe ya leşkerî û serbazî ji nû ve saz kir da ku hewcedariyên eniya xwe ya leşkerî peyda bike û êdî aloziya kêmbûna çekan derbas bike, kargehên hilberîna cebilxaneyan li çiyayên Ural û Sîbîryayê hatine avakirin û hevkariya leşkerî-teknîkî bi Koreya Bakur re hate pêkanîn, sedem ew e ku Koreya Bakur amadekariya şerê xwe yê bi Komara Koreyê re dike. Di dema heyî de Rûsya xwedîyê komek pêşketî ya dronan e, ji dronên êrîşê yên wekî ‘Lancet’ û ‘KUB’, heta dronên keşfê û dronên dûr ên ku dikarin di navbera 1000 û 1500 kîlometreyan de bifirin. Wekî din, artêşa Rûsyayê bi saya terzî xizmeta dilxwaz a bi bandor hêza xwe yên mirovî xurt kir. Li hêla din malbatên leşkeran gelek alîkarî û mûçeyên bilind werdigirin. Rûsya ne tenê bi Çînê re, di heman demê de bi Îranê re, di warê hevkariya leşkerî-teknîkî de û bi welatên din re jî hevkarî ava kir. Eşkere ye ku buhayê petrolê niha ji bo piştgirîkirina budçeya Rûsyayê pir guncav bûye.

Bandora geşedanên herêmî li şerê Rûsya û Ukraynayê

Dema ku buhayê bermîla nefta xam a Brent a herî baş berî şer di navbera 60 û 70 dolaran de bû, niha nêzîkî buhayê bermîlê 100 dolar e. Saziyên pêşketî yên wekî Saxo Bank, Goldman Sachs û Sosîtiyêh Gênêral amadekariya xwe dikin ku 200 dolar bibe temenê her bermîlekê. Ev tê wê wateyê ku li şûna kêmasiya budçeya plankirî, her çi qas hindik be jî, Rûsya dikare salê bi zêdeyî bi dawî bike, dahatên zêde di navbera 10 û 40 milyar dolaran de be û belkî jî zêdetir be. Bi awayekî gelemperî, şert û merc ji bo Rûsyayê guncaw bûne, bi taybetî ji ber krîza kûr a ku NATO tê re derbas dibe û kêmbûna moşekan li Washingtonê ji bo peydakirina hewcedariyên wê li her du eniyan jî, eniya Îran û ya Ûkraynayî. Tê zanîn ku rêjeya mûşekên Cruise Tomahawk ji 500 yekîneyan derbas nabe û Dewletên Yekbûyî jî red kir ku ev mûşek bigihêjin ber destê Japonya. Di heman demê de serkeftinên hêzên çekdar ên Rûsyayê, tevî ku li ser retmekî tenê, ne bû sedema rizgarkirina Xerson, Zaporizhzhia, Kramatorsk û Sloviansk, hem jî ne bi destxistina Kharkiv û Izyum, an jî rizgarkirina bi temamî ya Kupiansk.  Li vir pirs derdikeve holê ku çima lêkolînek li ser istratejiya Rûsyayê ya li eniyê nîşan dide ku Fermandariya Giştî ji êrişên eniyên pêş dûr dikeve û êrîşên ji milan bi kar tîne, di heman demê de şerê domdar bi karanîna hemû amûrên heyî didomîne nemaze dronan, roket, bombeyên xwedî pergalên berfireh, pergalên agiravêjên giran, hwd… ? Di heman demê de hêzên Rûsî tenê piştî çend rojan li ser çeperên Ukraynayê bi gulebarana giran dest bi êrîşên xwe dikin? Lê gelo ev tektîk di cihê xwe de ne?

Meşandina şerê taybet li dijî Ukraynayê

Tiştekî balkêş e ku ew bi temamî mîna taktîkên artêşa Awistriyayê yên di dema Împeratoriya Avusturya Macaristanê de ye. Agahî nîşan didin ku rêberên leşkerî yên Rûsî – bi serokatiya Serokê Fermandariya Giştî Valery Gerasimov û Fermandarê Bilind Vladimir Putin – ne tenê li serkeftinê digerin, lê dixwazin bi her awayî leşkerên xwe biparêzin. Di heman demê de, artêşa Rûsî şerekî psîkolojîk li ser artêşa Ukraynayê dide meşandin. Dema ku ew dibîne ku tu kes naxwaze leşkerên Ukraynayî bikuje û ew bi tenduristiya baş ji dîlgirtinê vedigerin, Ukraynayî meraq dikin ka gelo hêja ye ku ew li dijî Rûsyayê şer bikin.? Di van demên dawî de, Moskow balê dikişîne ser derketina rêxistinên veşartî li Ukraynayê, ji Odessa heta Chernihiv, di nav de jî Kiev. Wusa dixuye ku Moskow jî xwe dispêre “westandina Ûkraynayî” û bi hêsanî gelê Ukraynayê dehf dide ku dev ji fikra şer berde û li dijî hikûmeta Kiev serhildanan bide destpêkirin.

Hêza Ukraynayê têrê dike?

Li gorî daneyên Kongreya Dewletên Yekbûyî, nêzîkî 2 mîlyon leşker hêzên çekdar ên Ukraynayê hatine kuştin hem jî birîndar, lê hîn jî hêzên yedek hene ku artêşê xurt bikin, ji ber ku herî kêm 19 mîlyon kes hîn jî li Ukraynayê dijîn. Dîsa jî, heger em zarok, jin û kal û pîran derxînin, ji sedî 30’ê vê hejmarê dimîne, ango di navbera 6 û 7 mîlyon kesan de, ew kes jî di saziyên dewletê, çandinî, pîşesazî, xizmetguzarî û tamîrkirina alavên leşkerî de bixebitin. Wekî din, tevî ku Zelensky bikaribe mîlyonek kesên din jî seferber bike, ev yek jî zehmet e ku pêkwere, ji ber ku li Ukraynayê herî kêm 250 hezar heta 300 hezar fîrar ji artêşa Ukraynayê hene, ji bilî ciwanên ku ji leşkeriyê dûr di nava malbatê de xwe vedişêrin, ev melyon hîn jî hewceyê perwerdehiya şer in. Fermandarê berê yê artêşa Ukraynayê, Valerii Zaluzhnyi (niha balyozê Ukraynayê li Brîtanyayê ye) di çapemeniya Amerîkî de nivîsî ku perwerdekirina di navbera 100 hezar heya 150 hezar leşkeran de nêzîkî şeş mehan domand, tevî ku rewş wê demê aramtir bû.

Piştî 4 salan ji şer, agirbesta Ukrayîna û Rûsya…

Rûsya û Ukrayna 11’ê Nîsanê hev du tawanbar kirin, sedem ew jî ku agirbesta hat binpêkirin, agirbesta ku piştî şerê çar salan hat pêkanîn, tenê çend demjimêr piştî ku agirbest bi boneya Cejina Paskalya ket meriyetê. Waliyên herêmên Kursk û Belgorod ên Rûsyayê gotin ku balafirên bêmirov ên Ukraynayî êrîşî hedefên li deverên sînorî kirin û di encamê de pênc kes birîndar bûn. Fermandariya Giştî ya artêşa Ukraynayê ragihand ku hêzên Rûsî agirbesta 32 saetan nêzî 469 caran di nav de êrîşan de, topbaran, bombebaran û êrîşên drone, binpê kiriye. Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn 9’ê Nîsanê agirbest ragihand, ku ji 4’ê êvarê dest pê kir û Ukraynayî Volodymyr Zelensky pabendiya xwe bi agirbestê piştrast kir. Reuters nikaribû raporên têkildarî çalakiyên leşkerî xwe piştrast bike. Parêzgarê herêma Kursk Aleksandr Khinshtein, li ser bernameya Max nivîsî û got ku droneke Ukraynayî stasyona sotemeniyê li bajarokê Laikhov armanc girt û di encamê de sê kes birîndar bûn, di nav de zarokek jî hebû. Wî destnîşan kir ku êrîş piştî destpêkirina agirbestê pêkhat.

Tewanbariya dualî ya Rûsya û Ukrayniyayê ji bo binpêkirina agirbestê

Fermandariya Giştî ya Ukraynayê, di raporekê de êvara 11’ê Nîsanê li ser pêşketinên li eniyê belav kir, wê diyar kir ku wan ji 13:00 GMT ve 469 binpêkirinên Rûsyayê yên dijî agirbestê tomar kirine. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi taybetî, 22 çalakiyên êrîşkar ên dijmin, 153 bûyerên bombebaranê, 19 êrîşên balafirên bêmirov ên êrîşkar… û 275 êrişên dronên keşfê. Di heman agirbestê de ku sala borî ji bo Paskalyayê pêkhat, her du alî tawanbariyên binpêkirina peymanê li dijî hev kirin. Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky di axaftina xwe ya tomarkirî ya 12’ê Nîsanê li ser binpêkirina agirbestê neaxivî. Wî careke din got ku welatê wî dê rêgeza agirbestê hilbijêre û hêvî kir ku agirbest dirêjtir berdewam bike. Ev agirbest berdewam nekir, dema ku cejina Paskalya, agirbest bi dawî bû û şer dîsa derket.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.