Ronahî Sadûn
Dayika Aştiyê Afîfe Kartal diyar kir ku baweriya wê bi dewleta Tirk nayê, heta ku girtiyên zindanan û Rêber Apo azad nebin, nikare were gotin ku aştî heye û got, “Mafê hêviyê yên girtiyan pêk nayê, lewra heta ku zarokên me di girtîghehan de bin, em ê qîr bikin.”
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) her çiqas “Mafê Hêviyê” ji bo Rêber Apo û gelek girtiyên din kiribe Rojevê jî dewleta Tirk heta niha ji bo bicihanîn û nasîna mafê hêviyê gavek neavêtiye. Lê piştî banga dîrokî ya Rêber Apo ku di 27’ê Sibata 2025’an de kiribû, yek ji mijarên herî zêde hatiye rojevê û girîng e ku di zûtirîn dem pêk bê, “mafê hêviyê” ye. Mafê hêviyê, mafekî ji bo girtiyên ku cezayên heta hetayê (muebetê) li wan hatiye birîn tê nirxandin. Li gorî vî mafî, girtiyekî/e di vê rewşê de, piştî ku 25 salan di girtîgehê de ma, dikare serî li dadgehê bide. Dadgeh jî rewşa wî/ê dinirxîne, li ser serbestberdanê an jî domandina girtîbûnê biryar dide. Ev maf rê vedike ku kesên girtî zanibin heta dawiya temenê xwe di girtîgehê de namînin, dema şert guncav bûn, dê werin berdan.
Tirkiyê mafê hêviyê dike Rojev pêk nayîne
Mafê hêviyê di 9’ê Tîrmeha 2013’an de ji aliyê Daîreya Mezin a DMME’yê ve hatiye qebûlkirin. Cara yekem di dozek ji Brîtanyayê ku weke “Doza Vinter” tê zanîn de (9 Tîrmeh 2013) mafê hêviyê hat dayîn. Piştî vê biryarê, welatên weke Belçîka, Polonya, Fînlandiya, Fransa, Efrîqaya Başûr, Brîtanya, Almanya, Îtalya, Ispanya, Portekîz, Norweç, Îsveç, Amerîka (li gorî eyaletan diguhere) û Tirkiyê jî di nav de 32 welatan mafê hêviyê erê kir.
Mafê hêviyê Piştî 25 salan ji bo girtiyan heqe
Li gorî biryara DMME’yê, dema ji welatekî ku ev biryar erê kiriye, girtiyek ji bo mafê hêviyê serlêdanê bike, divê rewşa wî/ê ji aliyê dadgehên wî welatî ve were nirxandin. Girtiyek ku cezayê muebetê jê re hatiye dayîn, dema 25 sal temam bûn, serî li dadgehên wî welatî dide û daxwaza pêkanîn mafê hêviyê dike. Lê dema ev maf nehat pêkanîn, girtî serî li DMME’yê dide. DMME jî rewşê dinirxîne û ji bo wî welatî pêşniyara pêkanînê dike. Dema ku pêşniyara DMME’yê nehat pêkanîn, wê demê girtî yan jî parêzerên wan dikarin serî li Konseya Ewropayê bidin.
Tirkiyê ji bo pêkanîna mafê hêviyê nayê lêpirsîn kirin
Tirkiyê jî tevî ku ew yek ji wan welatên li ser vî mafî erê kiriye, lê ew vî mafî binpê dike. Ji ber li Tirkiyê girtiyên zindan hene zêdeyî 25 salan girtî ne û heya niha çarenûsa wan ne diyar. Herwiha ji derveyî ku mafê wan ê hêviyê pêk nayê, hemû cureyên eşkence û hwd… rojan dibînin. Di heman demê de gelek girît ji ber nexweşiyan, rewşên wan pir xerab in. Lê ev hemû berbiçav nayê girtin û lêpirsîn ji dewleta Tirk nayê kirin. Bi taybet ji bo Rêber Apo jî ev yek derbasdare ku ev zêdetirî 25 salan e li zindanê de ye û mafê hêviyê jêre heq dike, lê dewlet vî mafî nadêyê, hem jî di gelek caran de jî birayên hişk li ser Rêber Apo daye ferzkirin.
Gelo Mafê Mirovan a Ewropayê rewşa zindanên Tirkiyê naşopîne?
Mafê hêviyê di çarçoveya Madeya 3’yan a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê de, weke parçeyek ji pîvana “parastina ji êşkence û kiryarên dermirovî” tê nirxandin. Lewma welatên ku biryar erê kirine, neçarin pêk bînin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo pêkanîna biryarê welatan kontrol dike û pêvajoya şopandinê dide destpêkirin. Encamên binpêkirinê; DMME dikare careke din binpêkirinên li welat lêkolîn bike û biryarên nû bigire, biryara tezmînata (teiwîd) madî û manewî bigire. Komîteya Wezîran dikare fermana guhertina sazûmankirina zagonan ji bo welatekê bike. Welatên ku biryaran pêk neyînin, di civînên Konseya Ewropayê de tên rexnekirin. Ev yek jî, ji bo prestîja wî welatî rewşeke neyînî derdixîne holê. Di rewşa binpêkirinên cidî de, dibe ku ew welat li gorî Madeya 8’emîn a Zagona Konseya Ewropayê, ji aliyê Komîteya Wezîran ve ji Konseyê bê derxistin. Girtî û saziyên mafê mirovan dikarin li gorî Madeya 34’emîn a Hevpeymana Mafê Mirovan a Ewropayê serî li DMME’yê bidin û dozê li welat vekin, zextên siyasî û zagonî li ser welat çêbikin. Lê li gorî van hemû zagonan, em bala xwe bidinê dewleta Tirk heya roja îro bi çi nêzîkatiyê nêzî girtiyan dibe û hemû qanûnên heyî ji bo girtiyan paşguh dike û li gorî xwe eşkence û hwd… li girtiyan dike, tevî wê jî tu bendek ji van bendên li jor li ser nehatiye pêkanîn. Ji ber wê ew di berdewamkirina şêwazê xwe yê xerab ê li hemberî girtiyan de berdewam e. Di vir de jî ne mafek ji bo girtiyan, ne jî ji bo parêzer û malbatên girtiyan li Tirkiyê heye. Ji bo wê bêdengkirina li ser van sûcan û binpêkirina mafê girtiyan li zindanên Tirkiyê ji aliyê hemû sazî û kesên têkildarî parastina mafê girtiyan, bi Tirkiyê re dibe hevkar.
Pêwîste mafê hêviyê dereng nekeve
Ji bo pêkanîna mafê hêviyê, ji welatan re demek nehatiye diyarkirin. DMME biryara dema pêkanînê ji welatan re dihêle. Lê Konseya Ewropayê ji bo pêkanînê, demekê pêşniyar dike û dixwaze ku ev dem dirêj nebe. lê belê divê ev dem ewqas dirêj nebin ku “Mafê hêviyê” yê girtî ji holê rake. Lê weke ku me di jore de jî eşkere kir, DMME’yê, di biryara xwe ya Vinter/Qraltiyên Yekbûyî de behsa 25 salan dike ku herî dereng divê piştî 25 salan ev maf li ber çavan bê derbaskirin.
Tirkiyê tenê bi nav pêvajoyê dimeşîne
Girêdayî vê yekê ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo bi dehên caran serlêdan ji aliyê parêzerên wî û gelek aliyan ve, ji bo cihê têkildarî vê mijarê hatiye kirin, lê mixabin heya niha tu rastiyeke ku vî mafê ji Rêber Apo re ji aliyê dewleta Tirk bide nîşandan, nehatiye xuyakirin. Dîsa jî serlêdan berdewam in ku herî dawî di vê meha Nîsanê de jî Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo “mafê hêviyê” yê Rêber Apo daxwaznameyek pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir û li ser vê yekê xebat tên kirin. Herwiha tevî ku bi destpêkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re yek şertên bingehîn ev mafe, lê di vir de wekî her car xuya bû dewleta Tirk tenê bi nav dixwaze pêvajoyê bide meşandin. Li ser vê bingehê niha kampanya navneteweyî ya mafê hêviyê hatiye destpêkirin, armanca bingehîn jê jî, misogerkirina vî mafî ji bo Rêber Apo ye.
Derbarê mafê hêviyê yê Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî, dayika Aştiyê Afîfe Kartal ji Rojnameya me re axivî.

‘Li her derê yasa li ser me hene’
Afîfe Kartal di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku baweriya wê bi dewleta Tirk tune ye û wiha got: “Em dayikên aştiyê û gelê Kurd hemû dibêjin em li pey aştiyê ne, lê em baweriya xwe bi dewleta Tirk qet nayînin. Ji ber ev serê sal û mehekê derbas bû ku pêvajo dest pê kiriye, lê em tu aştiyekê nabînin. Heta ku dewleta Tirk rêberê gelê Kurd Rêber Apo, bernede, aştî pêk nayê. Berî çend rojan ez ji zindana Antalya’yê hatime, lê hîn girtiyên ku 33 salan e li zindanê ne, cezayê wan qediyaye, bernadin. Ev çi aştiye ku ew behsa wê dikin? û girtiyên nexweş ku 30 salan di zindanê de ne, bi nexweşiya penceşêrê ne, çavên wan nabînin, dest û lingên wan tune, bernadin. Heta ku ev girtiyên me neyên bernedan, em nabêjin aştiyê heye. Kengî ku ev girtiyên me yên bêling û kor berdan, wê demê em ê bêjin aştî heye. Em li ku derê tevger bikin, yasa li ser me heye. Me rojbûna Rêberê xwe pîroz kir, yasa li ser me hebû. Binçavkirin heye. Em vê şidet û binçavkirinê qebûl nakin. Li vir ez nikarim bi serbestî bêjim ez Kurd im û aştî bixwazim. Tevî wê jî heta ku em sax bin em ê bêjin aştî, ji ber em aştîxwazin.”
‘Heta ku zarokên me li pişt wan deriyan bin, em ê qîr bikin’
Afîfe Kartal eşkere kir ku heta zarokên wan li zindanan bin, ew ê biqîrin û wiha anî ziman: “Rêber Apo dibêje; bila Tirkiyeke demokratîk ava bibe. Lê em dibêjin: Bila Kurdistaneke demokratîk çêbibe, em li her çar parçeyên Kurdistanê bibin yek. Sînor ji nava me rabin, em bi hev re azad bibin û bi hev re bijîn. Wê demê em ê bizanin ku aştî heye. Heta ku ew aştî û azadî neyê pêşiya me, heta ku Rêber Apo û zarokên me ji zindanan neyên berdan, em xwediyê mafên xwe nabin û tu mafek ji me re tune. Lê dema ev yek pêk hat, wê demê em ê nas bikin ku em xwişk û birayê hev in. Lê heta niha me ne azadî û ne jî aştî, nedîtiye. Dema em bi rehetî derkevin û bê yasa li ser me bin, em ê bizanin ku mafê gelê kurd û azadiya me heye. Ji bo wê jî heta ku zarokên me di girtigehan de bin, em ê qîr bikin.”
‘Heta ku deriyên zindanan venebin, em ê nabêjin aştî heye’
Afîfe Kartal axaftina xwe wiha qedand: “Me bi hezaran şehid dane. Zarokên me yên ku îro li serê wan çiyayan tê dikoşin ji ber zilam dewleta Tirk berê xwe dane serê wan çiyayan. Îro ji bo ku bikaribin werin bi awayek azad tevlî siyasetê bibin, lazime dewlet aliyê hiqûqî de gavan bavê je. Heman demê de heta ku dewleta Tirk bi Rêber Apo re neyê ser masê û diyalog pêş nexin, em nikarin bibêjin azadî heye. Di roja rojbûna Rêber Apo de, derdora me tijî leşker û candirmanên Tirk bû, lewra dema ev hêz li derdora me bin, em nikarin bawer bikin ku aştî heye. Kengî ku ji derdora me derketin, wê demê em ê bawer bikin. Bila aştî li her çar parçeyên Kurdistanê hebe, bila her çar parçe yekiti û hevgirtina xwe xort bikin. Dilê me ji bo aştiyê lê dide. Min çar zarokên xwe ji malê li ber çavên xwe, winda kirine, girtî bûne an jî şehîd bûne, yek jê jî li çiyan e. Digel van hemûyan jî, dîsa ez dibêjim aştî û aramî. Hevalên wekî min pir in, em hemû bi kul û derdê xwe dijîn. Ji bo wê heta ku deriyên zindanan venebin, em ê nabêjin ku aştî heye.”






