Farûk Sakik
Min di nivîsa hefta ya buhirî de behsa 3 daxwazên Rêber Apo yên ji dewletê rêz kiribû. Bi israr emê dîsa bibîrbixin. Heyeta Îmrali di derbarê hevdîtinan 27’ê Adarê de hin detay dan. Lê ev 3 şertên ku me ji agahiyên wan yên di kulîsan de bidestxistibûn de, israra ‘es’ derbas kirinê dikin.
Em van 3 daxwazan dubare bikin:
1- Kurd û Tirk di destûra bingehînde wek hev cîh bigirin. (Eşît Vatandaşlik)
2-Perwerde, ji dibistana seretayî hetanî zanîngehê bi zimanê Kurdî be.
3-Qanûnên li pêşiya nasnameya Kurdan astengin werin guhertin û sererastkirin.
Dema ku ev 3 daxwazên Ocalan dihatin nîqaşkirin, birayê wî Mehmet Ocalan vê heftê di hevpeyvînek xwe de sekna Rêber Apo ya Îmrali bi awayek zelal anî rojevê.
1-Perwerde: Zimanê Kurdî dive di hemû qadên jiyanê de were bikaranîn. Bi taybet bi zarokan re axaftina bi Kurdî.
2-Ji bo Rojava 6 meh berê gotî “metirsiyek mezin li pêşiya Rojava heye. Ev taluke dive ji îro de bi tedbîran pêşî lê were girtin. Bi hemû hêzan re lihevkirinek û protokol werin îmzekirin” Bal kişandî ser bêbextiya hêzên li heremê. (Mihemet dibêje; “me ev peyam gihand rêveberiya xweser ya Rojava”)
3- Ji Kurdên Başûr re, ji Kurdên Rojava û yên Rojhilat re dibêjim, bi çi çavî li Serok dinêrin bila binêrin, Serok got “ji tevgerên me yên wê derê re bibêjin, divê li Başûr, Rojava û Rojhilat yekbûna Kurdan çêbibe. Wekî din li Rojhilata Navîn çareya Kurdan nîne. Divê em ji bo hemû parçeyan tiştekî bikin û yekbûnê çêbikin” (Mehmet, tiliya xwe nîşan di da û di got, serok got “Kurdistan yeke”)
4-Ji bo kesên bi taybet êrişî kesayeta wî dikirin jî digot; wî ewrê xwe da vê doze. Bi tenê armancek wî hebû û ewjî, azadiya Kurdistanê bû. (Behsa 4 mîtro qumaşê ku ji diya xwe re nestandî dike)
Bi rojane em li dijî wan kesên êrişî Rêber Apo dikin şiyariyek dikin. Dive herkes ji aliyê xwe de li dijî vê kampanyaya reşkirinê têbikoşe. Civaka me di media dijîtal de hîleyên bi çi rengî hene, baş nizanin û bi wan bawerî tînin.
Mehmet Ocalan bi vê hevpevînê bersiv da hemû nakokiyên di serê civakê de hebûn.
Hin rexneyên wî hebûn em wan dubare nakin û nanîrxînin.
Dive hemû kesên diçin Îmraliyê û vedigerin, peyamên Rêber Apo wek Mehmed Ocalan bê meqes û sansur bi civakê re parvekin.
Dive di destpêkê de civakek ji wî bawer bike were bi rêxistinkirin û piştre paradigma, manifesto û ramanên wî ferî vê civaka ku jê bawer dike were kirin. Berî her tiştî sekna wî ya li Îmrali baş were fahm kirin.
Di vê serdema çareseriyê de hedef vegera kodên sed sala yên Kurd û Tirkan dabûn hev e. Wê demê jî gotibûn 2 gel wek hev dikarin bihev re bijîn.
Rêber Apo wan kodên sed sal berê, bi argumanên îroj û li gor konjuktura demê dinîrxîne. Di çareseriyê de ne bi tenê Kurdan, di heman demê de dewletê jî dixe nav liv û tevgerê. Siyaseta dewletê ya li gor kodên înkarkirinê ji nû de diguhêrê û perspektîfên çareseriyê pêşkêşî wan jî dike. Her tiştî dike lê nikarê midaxleyî demê bike. Gelek sozên ku dane wî bi derengî dixin û mixabin nikare midaxleyî vê derengbûnê bike. Dive li vê derê siyaseta demokratîk bikeve dewrê.






