Ronahî Sadûn/Qamişlo
Mamosteyê Zanîngeha Rojava, Beşîr Mele Newaf diyar kir ku
yekîtiya Kurdan ne tenê daxwazeke, lê pêdiviyeke stratejîk e ku bêyî wê pêşketin û parastina berjewendiyên netewî ne mumkin e.
Derbarê girîngiya hevgirtin û yektîkiya Kurdan li ser asta Kurdistanê, mamosteyê Zanîngeha Rojava Beşê Wêjeya Kurdî Beşîr Mele Newaf bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
Hûn rewşa yekîtiya Kurdan li parçeyên Kurdistanê çawa dinirxînin û gelo di nav raya giştî ya Kurd de hişmendiya têrker li ser girîngiya yekîtiyê heye?

Heger em pirsa yekîtiyê di kurahiya wê ya dîrokî de binirxînin, ji serdemên impiratorî û şarestaniyên ku çêbûne, tê dîtin ku hêmanên bingehîn ji bo pêşketin, guhertin, veguhertin û çareserkirina pirsên civakê bê yekîtî ne mimkûn in. Dîrok me hînî van rastiyan dike. Civakeke ku di aliyê xwe yê civakî û hişmendiya komî (bîra civakî) de yekrêzî hebe, dikare bi hêsanî aloziyên ku bi ser de tên, çareser bike. Di demên şeran de jî ev rastî xuyayî dibe. Mînakî di Şerê Cîhanê Duyemîn de, bi taybet li Almanya, welat hate dagirkirin û parçe bû. Lê ji ber ku bingeha bîra komî ya xurt hebû, di demekê kurt de careke din rabû ser piyan. Ji bo Kurdan jî, bi taybet miletekî ku gelek hatiye çewisandin, ev pirsgirêk girîngtir e. Ev milet, di serdemên ku diviyabû statuyek civakî û siyasî ava bike, nekarî vê yekê pêk bîne. Ji ber vê yekê bîra komî ya wî, gelek caran hatiye şewihandin û qelskirin. Dema ku bîra komî ya miletekî tê şewihandin, ew milet bi hêsanî tê dagirkirin, hem jî dijmin dikare li gorî daxwazên xwe hişmendiya wî biguherîne. Ji ber vê yekê ev zêdetirî sed salan, miletê Kurd vê êşa mezin dikişîne “qelsbûna yekrêziyê” ya ku bi rêya siyasetên dagirkeran hatiye armanckirin.
Di pêvajoya destpêkê de, di dema hilweşandina Împaratoriya Osmanî de, Bedîi Zeman Siîdê Nûrsîfê dibêje ku sê derdên bingehîn ên Kurdan hene: Derdê yekem hejarî, duyem nezanî û ya sêyem bêîtîfaqî (ne-yekrêzî) ye. Ev her 3 hêmana ji bo civakekê tewreya herî xerab e û ev dikarin bibin sedema ku civakeke zû bê dagirkirin. Lê ev pêvajoyên ku çêbûn gelek guherîn çêbûn. Serhildanên Kurdan derketin holê û bîra azadî û serxwebûnê hêdî hêdî mezin bû. Lê her çend ev şop hatibe avakirin jî, civaka Kurd di gelek waran de paşdemayî ma. Dema ku dinyayê pêşketinên mezin di warê aborî, civakî û çîn û tebeqatê de dît, rewşa Kurdan hîn jî di çarçoveya rêbazên kevnar ên wekî axa, beg û rolê olê de ma. Dîsa jî, em dikarin bibêjin ku di nîvê sedsala 20’an de Kurd careke din rabûn ser xwe. Hin guhertin di warê zanebûnê û civakî de çêbûn, hejarî jî hinekî kêm bû. Lê pirsgirêka herî girîng ku ew yekrêzîya neteweyî ye, heta roja îro jî bi temamî nehatiye çareserkirin û hîn jî lewaz e. Tevî ku zana, helbestvan û siyasetmedarên Kurdan girîngiyeke mezin didin yekrêziyê, lê di pratîkê de em dibînin ku gelek tevger û rêxistinên ku nûneretiya Kurdan dikin, di bin bandora ajendeyên derve de ne. Ev jî astengiyê li ber avakirina yekrêziyê çêdike. Bi taybetî, di tevgera Rizgariya Kurdistanê de, Rêber Apo yekem kes bû ku vê mijarê hisiya û bi awayekî xurt girîngiya vê mijarê nîşan da. Di salên 1980’an de wî bal kişand ser pêdiviya avakirina eniyeke neteweyî û yekrêziyeke giştî ya Kurdan. Li gorî wî, bêyî yekîtî û bêyî avakirina projeyeke siyasî ya hevbeş, wekî kongreyeke neteweyî, ne mumkine ku Kurdan guherînên bingehîn pêk bînin.
Ji bo vê yekê, dema em pêvajoya niha bibînin, em dibînin ku civaka Kurd bi gelek gavan di aliyê pratîkîkirina yekrêziyê de li pêşiya tevgerên xwe yên siyasî ye. Bi taybetî, şikestina ku li Rojavayê Kurdistanê çêbû, derencamê planekî navneteweyî û kêmaniyên hundirîn ên di tevgerê de bûn. Ji bo vê yekê, girîngiya yekrêziyê ji bo Kurdan ji aliyê hemû kesan ve tê zanîn. Di şert û mercên îro de jî, pêdivî ye ku tevgerên siyasî bi kêmanî hinekî li xwe vegerin û qebûl bikin ku ne mumkine encamên programên xwe yên siyasî bidest bixin bêyî ku yekrêziyek di navbera wan de an jî li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê were avakirin.
Çi astengiyên herî berbiçav ên ku rê li ber yekîtiya Kurdan digirin hene û nakokiyên hizbî û îdeolojî heta çi radeyê di warê qelskirina helwesta Kurdan de, bûne xwedî rol?
Tevgerên Kurdan ji xwe partiyên wan gelek in. Bi qasî ku ev partî di qonaxekê de, ji salên 60’î de, bîra neteweyî pêş xistin, di baweriya min de di aliyê civakî de jî jihevketineke tevna civakê jî lîstin. Li ser tiştên ne hêja û li ser kursiyan rawestan, vê yekê bi şêweyekî ji nêz ve bandora xwe li hişmendiya civakê kirin û civak ji hev dûr xistin. Dibe ku astengiyên mijarî û zatî hene. Lê ev astengî nabin bihane ku armanca partiyan û siyaseta ku civakê ji nêrekî zordarî, êş û azarê derbas bikin û ber bi nêrekî baştir û xweştir ve bibin. Lê mixabin, ev partî hîn jî di çarçoveya teqlîdên fikrên kevin de ma ne û partîperestî li pêş e. Lê divê em civakekê ava bikin û armanca me pêşketina civaka me be. Dema ku partîperestî li pêş dikeve, di baweriya min de ev tehlûkeya herî mezin e, ew birîna herî giran e ku îro tevgerên siyasî yên Kurdî jê êş dikin. Di pêvajoya dawiyê de guhertina li ser raya giştî ya cîhanê hat dîtin, sedema wê hevgirtina gelê Kurd bû. Ger ev hevgirtin çênebûya, dikaribû gelek bandorên mezin li Rojava û li Başûrê Kurdistanê çêbikra. Ji bo wê divê em vê yekê wekî ezmûneyekê bibînin. Hestên neteweyî yên Kurdan ku ji ber zordariya dijminan hatine armancgirtin, ne tenê li aliyê siyasî, lê herwiha rûmeta Kurdan jî hatîye birîndar kirin. Lewra divê Kurd bê cudahî û girêdayîbûna îdeolojiyan, bi hev re rabin.
Rêberên siyasî divê çi rol di xurtkirina yekîtiyê de bilîzin?
Ji xwe, heger partî bi rastî nûneriya çînên Kurdan bikin û armancên wan biparêzin, ya herî guncaw ew e ku ew bi fikirin ka em li aliyê rastî yên rewşên ku îro Kurdistan û cîhan tê de ne, di kîjan rewşê de ne. Dibe ku partiyên Kurdî di destpêkê de, dema ku programên xwe danîn, şert û mercên wê demê bi wan re hebûn. Wek nimûne, dema ku Partiya Karkerên Kurdistanê hate damezrandin, cîhan di bin bandora sosyalîzmê û sermayedariyê de bû. Li ser vê bingehê xwedêgiravî sosyalîst piştgirîya tevgerên neteweyî dikir. Wê demê Partiya Karkerên Kurdistanê serxwebûn û azadiya gelê Kurdistanê dixwest. Lê piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê û têkçûna sosyalîzma avakirî, em dibînin ku rola kesayetiya Rêber Apo gelek girîng bû. Ew têgihişt ku ne mumkine em nexşeya herêmê biguherînin beyî ku em rewşê bnirxînin.
Ji ber vê yekê, bernameyê partiyê hate guhertin. Di qonaxa duyemîn de, bi taybetî piştî komploya li dijî Rêber Apo û pêvajoya Îmralî, şêwazekî nû yê hizirkirinê derket holê. Têgihiştina vê yekê ku cîhan îro bi şêwazekî cemserek bi destê hêzeke mezin wek Amerîka, tê rêvebirin, nîşan dide ku guhertina nexşeya herêmê ne tiştekî hêsan e. Tiştê ku îro em jiyan dikin, dibe ku sibe biguherin, lê şert û mercên heyî qebûlkirin divê. Ji ber vê yekê, têgihiştina dewletê li ser bingehên neteweyî ne her gav çareser e. Teoriya neteweya demokratîk bi taybet ji bo Kurdan ku di çar parçeyan de ne, rêyekî guncaw e. Ji ber vê yekê, modela neteweya demokratîk an jî entegreya demokratîk, rêyeke guncawtire.
Bi nerîna we Ragihandina Kurdî rola xwe di nêzîkkirina partiyên cuda de pêk tîne?
Ragihandin, dema ku navê wê hatiye kirin ku “desthilata çaremîn” e, ne bi şaşî hatiye gotin. Ji ber ku ji bo ku tu karibe desthilatdariyekê an jî hikûmekî li aliyê civakê bike û wê bide qebûlkirin, ragihandin pêdivî ye. Ragihandin rolekî gelek mezin heye di pêşxistina hizrê civakê de. Di vî alî de dibe ku ragihandina Kurdî di aliyê teknîkî de pêşketinên wê kêm be, em gelek caran şêwazên desthilatdaran teqlîd dikin. Ev jî ji ber ragihandinên dewletên derdora me ye, yên ku em di bin desthilatdariya wan de ne, ew ragihandinê bi şêweyekî seqet bikar tînin. Dêvla ku ragihandin bibe azîne û wesîleya ku tu karibe civakê ji rewşekî xirab ber bi rewşekî baş ve bibe, tiştên nepenî û veşartî eşkere bike ku bibêje ya rast di vir de ye. Lê ev dewlet berovajî vê yekê dikin, tiştên baş û girîng ji civakê vedişêrin, tenê ji bo berjewendiyên xwe xîtabekî li gorî xwe dixin nav civakê. Ji ber vê yekê, li gorî baweriya min, ragihandina Kurdî jî hewceyî şoreşekê ye. Pêwîst e, em ji bin banê ideolojiyekê derkevin. Bêguman her tişt bi awayekî ideolojîk e, lê cûreyên ideolojiyê hene: hinek tazî ne û hinek jî hêdî-hêdî dixebitin. Ev ideolojiya eşkere bi taybetî di qadên siyasî de zemînekê çêkirî ye di nav civakê de. Dema ku em ragihandinê bi vê şêwazê mezin dikin, li şûna ku civakê ber bi yekîtiyê ve bibin, em carinan civakê ji hev diqetînin. Ji ber vê yekê, divê ragihandina Kurdî rêbaz û şêwaza xwe biguherîne û bêtir pabendî prensîbên ragihandinê bin. Di pêvajoya dawiyê de hinekî ji vê me bi destê xwe peland, dema ku ragihandina Kurdî berê xwe da yekrêziya Kurdan û xeteriya li ser wan, ev cihê şehnaziyê bû. Divê ev berdewam bike û bibe stratejiyek domdar.
Ji bo gihîştina vê armancê divê îro çi gavên pratîkî werin avêtin?
Îro Kurd hewcedarî kongreyeke netewî ne. Em nabêjin ku hemû tevgerên siyasî, çimkî dibe ku tevgerên siyasî lingên wan di solên teng de bin, nikarin xwe ji qeyd û bendên ajandayên derdorê xilas bikin. Lê yên ku baweriya wan bi kongreyeke netewî heye, divê bizanin ku ew kongre dikare banekî stratejîk ji bo her çar parçeyên Kurdistanê ava bike. Her beşek jî taybetmendiyên xwe hene û divê di wê çarçoveyê de bixebitin û wan bighînin hevdu. Yên ku nagihîjin hevdu, pêdivî ye ku sedemên vê rewşê werin eşkerekirin. Herwiha, divê rê li pêşiya lîstik û vîlîkên ku di pêvajoya zêdetirî 40 salî de hatine çêkirin were girtin. Ji her demê zêdetir, îro tevgera Kurdî û gelê Kurd amade ne ji bo yekîtiyê. Lê yê ku ne amade ye, siyasetmedar, partî û hin tevgerên Kurdî ne, yên ku astengin di pêşiya vê yekîtiyê de. Di roja îro de tu bihane tune ye ku kesek bibêje em nikarin kongreyeke wiha ava bikin. Ji bo vê yekê, pêdivî ye ku ragihandin bikeve xizmeta vê armancê û propaganda were kirin ji bo avakirina kongreyeke netewî. Dema ku kongreyeke netewî çêbibe, divê kar û xebatê xwe dabeş bike, li aliyê dîplomasî, hiqûqî û siyasî. Bi vî awayî em dikarin di şertên îro de ku herêm ber bi guhertinê ve diçe, rolek girîng bibînin. Heger em ji van guhertinan re ne amade û xîtaba Kurdan yek nebe, em ê careke din ev sedsalê jî winda bikin.






