Esma Mistefa
Nişterkarî ango emeliyatên xweşikbûnê yên jinan di serdema nûjen de polîtîkayeke sîstamatîk e û di nav jinan de hatiye belavkirin. Li seranserê cîhanê salane zêdetirî 37 milyon nişterkariyên xweşikbûnê çi bi birîndarî û ne birîndarî be, li ser jinan têne kirin.
Em di nava sîstemeke pergalî de jiyan dikin ku ji cewher, xwebûn û rastiya xwe gelekî dur difikre û li şûna wê, girîngiya herî mezin em didin şekê derve. Pîvanên xweşikbûna însanan bûye çiqas ji derve de xweşik, balkêş û çiqas bandor dike ye. Ji nêrandin û naskirina hundirê cewherî wî/wê însanî wêdatir, mirovahî, beşeriyet di serdema heyî de bi nexweşiya xweşikbûna dervede re rûbirû maye. Ev yek ji rêbazên pergala sermeyedar û moderîteya kapîtalîst ya ku bi her serdemekê re siyaset û polîtîkayên xwe yên mijûlkirin û bandorkirina mirovahiyê û civakan diguhere ye. Di vê rapora xwe de me xwest em serî li yek rêbazên ku di serdema nû de hatiye derketin û pêşketiye, bînin ser ziman û hinek şîrove bikin, yek ji diyardeyên herî bi rîsk jî belavbûna zêde ya nişterkariyên xweşikbûnê di nava jinan de ye. Ger em dibêjin bi taybet di nava jinan de ev nayê wê wateyê ku mêr jî bi vê diyardeyê bandor nebûne û pêk naynin.
Di demên kevin de gelo rêûrêbazên xweşikbûnê ango bi çi awayî jinan xwe dixemilandin û xweşik dibûn?
Bi hezaran salan e, lêgerîna bedewiyê ne diyardeyeke nûjen bûye, lê belê beşek resen ya jiyana jinan di çandên cûda de bûye. Tevî nebûna teknolojiyên bijîşkî yên pêşketî yên ku em îro dizanin, jinan di demên kevnar de gelek rêbaz ji bo parastin û baştirkirina şemala xwe çêkirin ku hin ji wan xwezayî bûn, û yên din jî nêzîkî têgeha destpêkê ya “cerrahiya kozmetîk ango nişterkariya xweşikbûnê” bûn.
Jinan gelek girîngî didan xuyabûn, şekil û şemala xwe, ji bo xêzkirina çavên xwe kil, ji bo şilkirina çermê xwe rûnên xwezayî û ji bo têkoşîna li dijî çirçikandinê dermanên giyayî bi kar dianîn. Xweşikbûn ne tenê weke xweecibandin ango jinên ku di astên zengînbûnê de bû, lê bi rewşa civakî û tenduristiyê ve girêdayî bû ku hemû jinan ev yek bi destê xwe dikir. Hemû alav û berhemên ku dihatin bikaranîn xwezayî û ji xwezayê dihatin derxistin.
Mînak; Li Misra kevnar, xemilandin ne luks(refahiyê) bû, lê pêdiviyek bijîşkî û bawerî bû. Jinên Misrî bi kohl (Kil) navdar bûn ku ne tenê bedewiya çavên wan zêde dikir, lê di heman demê de ji mada (galena) jî dihat çêkirin ku wan ji tîrêjên rojê û enfeksiyonên (kulbûn) çavan biparêze. Nefertîtî û Kleopatra di karanîna serşokên şîr û hingiv de ji bo şilkirina çerm û henna ji bo boyaxkirina neynûk û porê de pêşeng bûn ku şêwaza wan heta roja îro tê bikaranîn.
Li Ewropaya kevnar, çermê sipî standarda sereke ya bedewiyê bû ku ew nîşaneya jiyana kesên zengîn û nexebtandina di bin tavê de bû. Jinên li Yewnanistan û Romayê, tevî jehrîbûna vê madê jî; ji bo ronîkirina rûyê xwe tozên madeya “risasa sipî” bikar dianîn. Her wiha wan di porê xwe yê bi zêr û mircanan xemilandî de jî pir serketî bûn û rûnên ji gul û giyayan dihatin derxistin bi kar dianîn.
Li Hindistana kevnar, nivîsên bijîşkî yên ku emeliyatên hêsan ên ji bo tamîrkirina pozê vedibêjin (mîna cerrahîya kozmetîkî ya îroyîn), bi taybetî di nivîsên bijîşk Sushruta (Soşrota) de hatine dîtin.
Zêr û Kevirên Hêja: Jêhatîbûna Mezopotamyayê
Li mezopotamyayê gelek keşif û afrênerên destpêkê yên mirovahiyê hatine derxistin, hin ji wan jî di mijara xweşikbûn û estetîkbûûna jinê de bûn. Di şaristaniyên Sumer û Babîl de, bedewî bi zêrên giran ve girêdayî bû. Jinan tac û guharên zêrîn ên bi kevirên hêja xemilandî li xwe dikirin. Di heman demê de tê gotin ku wan yekemîn kesên ku lêvsorik derxistine. Lêvsorik bi kolandin û hurkirina kevirên rengîn û tevlîhevkirina wan bi rûn û zeytan re, hatiye çêkirin.
Îro, bi pêşketinên mezin ên di bijîşkiyê de, nişterkariyên xweşikbûn berbelavtir bûne, lê bingeha wan vedigerin wan hewildanên destpêkê yên jinan di demên kevnar de. Ji ber vê yekê, dikare were gotin ku xwesteka bedewiyê ne berhema serdema nûjen e, lê belê ew dirêjahiya dîrokeke dirêj a nûjenî û ceribandinê ye.
Me xwest beriya em derbasî mijara di roja îro de çawa jin xwe bi nişterkariyên xweşikbûn, şekil û şemela xwe ji por bigre heyanî şeklê laşê xwe, diguherînin û jê nerazîne, hinekî balê bikşînin ser şêwaz û rêbazên jinan di serdemên kevnar de. Jinan dîsa bi bedewî û xweşikbûna xwe re mijûl dibûn lê hemû bi afrandin û berhemên xwezayî dihate kirin ku ev yek bandor li ser wan nedikir tersî wê, bi tendurist bû.
Em werin di serdema nûjen de çima ewqas diyardeya nişterkariyên xweşikbûn û estetîkê belav bûne û weke ku ger nebin, nabe ye.
Hewesta bedewiyê polîtîkayeke sîstematîk ji alyê pergalê li ser jinê ye
Di salên dawî de, emeliyata kozmetîkî êdî ne tenê hilbijartinek takekesî ye, lê bûye diyardeyek gerdûnî ya mezin dibe, bi daybet di nav jinan de. Bi pêşketina mezin a tibba xweşikbûnê û hêsaniya gihîştina klînîkên pispor re, ev cure emaliyat bûne beşek ji şêwaza jiyana nûjen.
Ev geşbûn êdî ne tenê bersivek ji bo çareserkirin an pêdiviyek dermankirinê ye, lê hêdî hêdî veguheriye tiştek ku dikare wekî “hewesa bedewiyê” were binavkirin; heweseke ku ji xwesteka normal ya baş xuyabûnê wêdetir diçe, karekterek mecbûrî dike ku were avakirin da ku di çavê civakê de bi awayeke herî xweşik bê xuyakirin. Ev yek jî nexweşiyeke ku bi rêveçûna zihniyeta sermeyedar ya li ser jinê ve girêdayî ye. Ji ber ku em dizanin ev pêşketinên ku bi taybet weke Şerê Taybet di nava pergalê de li ser jinan tên kirin, bi destê pergal û zihniyeta kapîtalîst a ku dixwaze her tim jinê ji xwe re bikar bîne, tê birêvebirin.
Ev hewes êdî bi jinan ve sînordar nîne, lê belê berfireh bûye ku mêr, kur û keçan jî di nav xwe de digire ku ev yek ji aliyê çanda wêneya îdeal ya bê qusur ve ku ji hêla platformên medyaya civakî û navdaran ve tê pêşve xistin, bandor bûye. “Wêneya fîltrekirî” ji wêneya rastîn bêtir belav bûye, û “zêdekirina kozmetîk” bûye rêyek ji bo bidestxistina pejirandin ango ecibandina civakî.
Di nav vê meylê de, tibbê kozmetîkî di qadeke krîtîk de di navbera du aliyan de radiweste: bijîşkên dilsoz ên ku girêdayî pîvanên pîşeyî û mirovî ne û ji bo bidestxistina hevsengiyek di navbera sûdên bijîşkî û rehetiya psîkolojîk a nexweş de dixebitin; yên din jî ji aliyê çavbirçîtîya bazirganî ve hatin birin, bi bikaranîna pêdiviyên mirovan an jî qelsiyên psîkolojîk, dayîna sozên derewîn, her wiha bê hebûna şert û mercên bijîşkî yên têrker van emeliyatan dikin ku di gelek rewşan de bû sedema tevliheviyên cidî yên tenduristî û psîkolojîk.
Her kes li pey jiyan û wêneya bê kêmasî dibeze
Bîlançoyên cîhanî nîşan didin ku jin rêjeya herî mezin a kesên ku li nişterkariyên xweşikbûnê digerin, çi neştergerî bin çi ne neştergerî bin, wek Botox û derzîyên dagirtinê. Ev nişterkarî her wiha zêdebûneke girîng a salane tomar dikin ku ev yek daxwaza zêde ya ji bo wan nîşan dide, ne tenê ji ber sedemên bijîşkî, lê di heman demê de ji bo tenê armancên estetîkiya fîzîkî.
Pispor vê zêdebûnê rasterast bi bandora medyaya civakî ve girê didin ku vê blatformê wêneyek di serê her ciwan û însanekê/î de avakir ku divê bi awayekê herî xweşik derkeve pêş û xwe weke însanê bê kêmasî nîşan bide, helbet rastiya pêkanîna vê yekê jî ne mumkine. Bi belavbûna felterên li ser medya û bernameyên dijîtalê re, ferqkirin û jihevderxistina ji wêneya rast û ya ku ne rast û heqîqî ye, gelek zehmet bûye. Ev yek jî gelek jinan neçar kiriye ku ji bo bidestxistina wê wêneya bê kêmasî, serî li nişterkariyên xweşikbûn bidin. Helbet ev jî yek ji rêbazên Şerê Taybet û bikaranîna wê li ser jinan bi taybet weke ku me aniye ziman e. didome…






