Esmihan Gedro/Qamişlo
Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso li ser entegrasyona demokratîk û pêşdeçûnên siyasî yên dawîn, li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişloyê semînerek da. Hiso diyar kir ku wan xwest destpêkê ji zanîngehê de dest pê bikin, ji ber ku zanîngeh bingeha entegrasyonê ye.
Li ser entegrasyona demokratîk û pêşdeçûnên siyasî yên dawîn hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk Xerîb Hiso li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişloyê semînerek da.
Di semînerê de mamoste û xwendekarên Zanîngeha Rojava amade bûn. Beriya ku semîner dest pê bike xuleyeke bêdengiyê li ser giyanê şehîdan hat rawestandin.
Semîner ji aliyê Hevserokê partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Xerîb Hiso li ser entegrasyona demokratîk û pêşdeçûnên siyasî hat dayîn.
Xerîb Hiso destnîşan kir ku beşê herî girîng ya entegrasyonê zanîngehe û wiha axivî: “Divê mirov xwe di mijaran de kur bike bi taybet miletê me yê Kurd. Ji ber ku zanîngeh siyastmedar e ew jî dikare pêşengtiyê bike û vê şoreşê li ser piya bihêle. Ji ber ku ev tişt di pêşerojê de pir girîng e. herwiha li ser vê bingehê em nabêjin ku şoreşa me qediyaye ne em dibêjin şoreşa me derbasî qonaxekî din dibe, em jî xwe di vê de dibînin. Dema ku em derbasî qonaxeke veguhêz dibin li tevahî Sûriyê qonaxa veguhêz heye û têre derbas bûne. Lê ev qonaxa veguhêz aqilekî nû mejiyekî nû û fikrekî di vê aqiliyetê de pêwîst e. Heyanî niha li ser civakê û di nava gelan de ev fitine têne çêkirin. Ev fitin û dûbareyên ku li ser gellê Kurd û Ereb çêdibin bi vî rengî dixawazin entegrasyonê xerab bikin. Bi vî awayî xwestin ku di navbera her du pêkhateyan de dijminatî bê çêkirin. Tiştê ku em jî ji vê entegrasyonê dixwazin ku hemû xwendekarên me bi zimanê ku ev bûye çiqas sal in bi zimanê Kurdî dixwînin. Ji ber vê yekê jî du beş kurdî tenê têra xwendekaran nakin û em bixwe van tiştan qebûl nakin.”
Xerîb hiso wiha pêde çû û axivî:” Ev dewlet de jî dixwaze tu lawaz bî û tu gavan pêş ve neavêjî û di nava civakê de cihê xwe negirî. Naxwaze parastina civakî û malbatî bê çêkirin. Ev tişt jî bi zanebûn tê kirin, ji ber ku ev êrîşên civakî bi zanebûnê tên dema ku van tiştan bi zanebûn dikin pêşî li çareseriyê digirin. Niha jî em di qonaxa entegrasyonê de ne ev qonax mebestê pêktîne û belkî hinek bixwazin û hinek jî naxwazin ku ev entegrasyon were pêkanîn. Ji ber ku aliyek wî ya erênî heye û neyînî heye. Di vê pêvajoyê de jî li tevahî herêmê şerê taybet tê meşandin bi rêya telîfonan. Bi qasî ku civak û ciwanên me bi şerê taybet re mijûl dibin li telfizyonan temaşe nakin. Ev dewlet û dijmin jî vê tiştî dixwaze ku bi rêya telîfonan şerê taybet li ser me bimeşîne. Lê belê dema ku em xwe bikin yek û ji bo şoreşa xwe têkoşîn û berxwedaniyê bikin tu carî ne dewlet ne jî dijmin bi me nikare. Ji ber ku em bi ciwan û xwendekarên xwe hene û ev mijar jî dihêle hîna em bi pêş bikevin û vê têkoşîna xwe ya 14 salan bidomînin.”
Piştî ku Xerîb Hiso axaftina xwe bidawî kir ji aliyê hevseroka têkiliyên Sema begdaş da zanin ku dema ew qala destkeftiyên şoreşê dikin yekser zanîngeh tê bîra herkesî û wiha got: “Niha piştî vê pêvajoyê em bêhêvî bûne, divê em vê derbas bikin ji ber ku komployek navnetewî hebû. Em gelek in ku hertim xwe nû dikin. Ji ber tevliheviyek heye, ji ber vê yekê jî em entegrasyonê cuda digrin dest û dewlet cuda digire dest. Em îro xwedî parastin û çanda xwe ne gerek em vê kêm nebînin. Divê pêvajoyê de baş bixwînin û girîngiyê baş bidinê de. Herwiha divê hun erka we ya weke xwendekar bixwînin, wê li aliyekî dewlet hebe û aliyê din civaka demokratîk hebe.”
Piştî axaftina mamoste û xwendekaran pirs kirin û nêrînên xwe gotin, semîner bi dawî bû.







