Lîloz Hisên/Qamişlo
Doza kesên neqeydkirî (mektûm) yek ji dozên herî aloz di Sûriyê de ye, niha piştî 60 salan ji bêparbûna ji mafê welatîbûnê, hêvî vedgere.
Doza kesên neqeydkirî(mektûm) yek ji dozên herî aloz di dîroka Sûriyê ya nûjen de ye, têgeha wateyê ji kesên ku li ser xaka Sûriyê dijî, lê di qeydên dewletê yên fermî de nehatine tomar kirin, ev dihêle ku hebûna wan di aliyê qanûnî de tune dike û ji mafê hemwelatîbûnê bêpar dimînin wekî perwede, çûn û heatin, kar û kirîna mal û milkan.
Dîroka pirsgirêkê
Koka vê krîzê vedigere serjimêriya ku di 5’ê Cotmeha 1962’an de li parêzgeha Hesekê, li gorî Fermana Qanûnî ya Hejmar 93’an hate kirin, ku tenê di rojekê de bi armanca pejirandina nifûsa rewa, hate pêkanên.
Ev serjimêrî bû sedema dabeşkirina Kurdên li Sûriyê di sê kategoriyên sereke de.
Welatiyên Sûrî: Ew kesên ku karîbûn îsbat bikin ku berî sala 1945’an li Sûriyê dijîn.
Biyaniyên Hesekê: Ew kesên ku nekarîbûn li gorî mercan belgeyên fermî yên hewcedar nîşan bidin, ji hemwelatîbûnê hatin bêparkirin û kartên sor ji wan re hatin dayîn û rewşa wan a yasayî bû rewşa biyaniyan.
Kesên neqeydkirî (mektûm): Kesên ku di tomarên serjimêriyê de behsa wan nehatiye kirin, an jî ji bavekî ji kategoriya “biyanî” û dayikekî “neqeydkirî” an “biyanî” çêbûne û nehatine qeydkirin, ji ber vê yekê bê belgeyên fermî mane.
Ev katagorî ya herî zêde hatibû paşguhkirin, ji ber ku ew ji hêla qanûnî ve ne wekî biyanî, ne jî wekî welatî dihatin nasîn û mafên wan ên bingehîn bi dehsalan ve tune bûn.
Bi dehansalan e, kesên mektûm di rewşek bêwelatiyê de dijîn û bandoreke mezin li ser jiyana wan a rojane kiriye herwiha asta wan a jiyanî giran kiriye.
Ji van bandoran a herî berbiçav bêparbûna ji mafê perwerdeyê û nikarîna bidestxistina şehadeyên akademîk ên fermî an jî qeydkirina li zanîngehan bû, ku derfetên wan ên ji bo pêşketina pîşeyî û civakî asteng dikir. Ev êş û azar bi şert û mercên şer piştî kirîza Sûriyê di sala 2011’an de zêde bûn.
Fermana Esed ji bo welatîbûnê
Li gorî rêxistina “Sûriyên ji bo Rastî û Dadmendiyê”, hejmara kesên mektûm li Hesekê heta sala 2011’an gihaşt zêdetirî 171 hezar û 300 kesan, nêzîkî 50 hezar û 400 ji wan heta sala 2018’an hemwelatîbûn wergirtin, piştî ku rewşa xwe ya yasayî ji kategoriya mektûm bo kategoriya biyaniyan û piştre re bo kategoriya welatiyên Sûriyê, guhertin.
Lê dîsa jî nêzî 41 hezar kes ji wan nikarîbûn rewşa xwe biguherînin ji ber pirsgirêkên ku Ii hember mûdîriyeta nifûsê derket, dema ku dosyayên wan di kategoriya biyaniyên Hesekê de tomar dikirin. Di heman demê de 5000 hezar ji wan serî nedan mûdîriyetê ji bo sererastkirina rewşa wan a qanûnî. Di sala 2018’an de piraniya biyaniyên Hesekê welatîbûn wergirtin hejara wan gihaşt 326 hezar û 489 ji eslê 346 hezar û 242 kesan, li gorî heman çavkaniyê.
Di sala 2011’an de, rejîma Baas’ê bi serokatiya Beşar El-Esed Fermana Hejmar 49’an derxist, tê de hemwelatîbûna Sûriyê da kategoriya biyaniyên Hesekê, lê kategoriya kesên mektûm jê dûr xist, ji ber ku ew neçar kirin ku pêşî rewşa xwe rast bikin da ku bibin biyanî berî ku bikaribin daxwazên hemwelatîbûnê bikin, ev yek jî pêvajoyek tevlihev e ku gihaştina wan a mafên wan aloz kir.
Ev pirsgirêk di dirêjahiya kirîza Sûriyê de berdewam kir, di encamê de pirsgirêka vê katagoriyê berfirehtir kir, ji ber windabûna belgeyan di dema koçberiya bi darê zorê de.
Madeya 13’an ji bo wergirtina hemwelatîbûnê
Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê, Ehmed El-Şaraa, Fermana Hejmar 13’an sala 2026’an derxist, tê de piştrast dike ku welatiyên Kurd ên Sûriyê parçeyeke bingehîn û resen a gelê Sûriyê ne û nasnameya wan a çandî û zimanî beşek yekgirtî ya nasnameya neteweyî ya Sûriyê ya cihêreng e. Armanca vê fermanê bidawîanîna êş û azara kesên bê qeyd bû ku ji zêdetirî 60 salî ve dom kiriye.
Lêbelê, di derbarê mekanîzmaya îsbatkirina hebûna kesên neqeydkirî yên ku tu belgeyên fermî nînin û çawaniya ji nû ve avakirina databasa sivîl li deverên ku tomar bi tevahî hatine wêrankirin de, pirsgirêkên lojîstîkî yên mezin derdikevin holê.
Niha li bajarên kantona Cizîrê navendên taybet hatine vekirin, da ku navên kesên mektûm werin tomarkirin. Welatî berê xwe didin van navendan da ku piştî 60 salî bighêjin belgeyên xwe yên fermî. Ji xwe proseya tomarkrinê ji bo wergirtina hemwelatîbûnê dê mehekê dirêj bibe, eger pêwsît bê dîtin dibe ku dirêjtir bike, da ku her kes karibe ji vê biryarê sûd bigre.
Hêviyên wergirtina hemwelatîbûnê vedgere
Bi hezaran Kurd li Sûriyê ji mafên xwe yên bingehîn hatibûn bêparkirin. Ji ber ku nasnameyên wan tune bûn, wan
nedikarî di saziyên fermî de kar bikin, di zanîngehan de bixwînin û di nava welat de bi azadî bigerin. Ev rewş bû sedem ku Kurd li ser axa xwe wekî biyanî û bêmaf bijîn. Derbarê vê yekê welatiya Kurd bi navê Xaliya Ibêd Keleş ji rojnameya me re anî ziman ku ew ji dema jidayîk bûye bê nasname ye û wiha got: “Ji ber ku bav û dayika min bê nasname bûn, em ji dema jidayîkbûnê bê nasname dijîn. Me gelek caran daxwazên hemwelatîbûnê kir, lê dihatin red kirin. Ji ber ku nasname û belgeyên me yên qanûnî tune bûn, çûn û hatina me jî dihat sînordarkirin di nava welêt de.”
Xaliya Ibêd Keleş piştrast kir ku ew ji mafên kirîna mal û milan herwiha erebeyan bêpar bûn û wiha gotina xwe qedand: “Ligel vê yekê jî, me gelek zehmetî dî dîtina kar di nava sektorên Giştî an taybet de, didît, vê yekê bandor li ser jiyana me ya aborî jî dikir herwiha bandoreke mezin li ser zarokên me kir.”

Welatiyeke din a ku ji nasnameyê hatibû bêparkirin, navê wê Nisrîn Yûsif Îbrahîm e diyar kir ku kesên mektûm gelek êş û azar dîtin ji ber nebûna nasnameyê û wiha dewam kir: “Ji ber derxistina gelek biryarên ku mafên me binpêdikir, kesên mektûm wekî me gelek êş di jiyanê de dîtin. Ez hêvî dikim ku qeydkirina kesên ku ji hemwelatîbûnê û nasnameyê bêpar bibûn berdewam bike heya her kes jê sûd bigrin. Me gelek êş kişand û ji gelek tiştan em bêpar man, ya herî hêsan nasname ye. Qeydkirina zarokên min pir dijwar bû ji ber ku qeyda min tunebû, lê hevjînê min xwedî nasname û hemwelatî ye. Tevî vê yekê me berxwe da û em bi koka û nasnameya xwe ya kurdî girêdayê man. Em ê nasnameyên xwe ya hemwelatîbûna Kurdî Sûrî werbigrin, bi vî rengî em ê werin nas kirin ku em hemwelatî û Kurd in.
Nisrîn Yûsif Îbrahîm wiha gotina xwe qedand: “Baweriya me bi projeya Rêveberiya Xweser li herêmê heye, ew projeyek serkeftî bû, ji ber ku tê de her welatiyek mafê xwe yê perwerde û pêkanîna rêûresmên xwe yên olî û civakî bi azadî bi dest xist. Îro em encama vê têkoşînê dibînin. Ger ne ji hêzên me û zarokên me bûya, me mafên xwe bi dest nedixist, ya herî hêsan jî mafê hemwelatîbûnê ye. Em hewldana ku ji bo me wekî gelê Kurd ê resen li Sûriyê hat dayîn teqdîr dikin.”






