Solîn Mihemed/ Qamişlo
Hevseroka Desteya jin ya kantona Cizîrê Rohat xelîl da diyarkirin ku jinên karker di nava civakê de xwedî roleke girîngin û got: “ Jinên karker kedkarên sereke ne di jiyana rojane û aboriya civakê de.
Jin di avakirin û pêşxistina civakê de roleke mezin dilîzin. Di serdema me de jin di hemû warên jiyanê de roleke wan heye. Berê, rola kevneşopî ya jinan bi tenê bi mezinkirina zarokên wan û lênêrîna mal û malbatê ve sînordar bû. Lê paşê, rola jinan pêş ket û ew li derveyî malê bûn hêmanek çalak, û gelek derfetên kar ji wan re çêbûn. Bi vî awayî, jin di pêşveçûn û geşedana civakê de roleke wan a sereke heye.
Girîngiya jinên karker ne tenê di warê aborî de, di warê civakî, siyasî û dîrokî de jî bingeha pêşketina civakê ye. Jinên karker û kedkar, bi ked û berxwedana xwe, di avakirina jiyaneke adil û wekhev de roleke sereke dilîzin.
Di derbarê mijarê de hevseroka Desteya jin ya kantona Cizîrê Rohat xelîl ji Rojnameya me re axivî.

‘Jinên karker di nava civakê de cihekî xwe yê girîng heye’
Rohat diya kir ku jinên karker di nava civakê de cihekî xwe yê girîng lîstiye û wiha got: “Di sedsala niha de girîngiya jinên karker gelek zêde bûye û gihiştiye asteke stratejîk. Jin ne tenê wekî endamên malbatê têne dîtin ,lê belê wekî hêzek bingehîn di avakirina civaka demokratîk de tê dîtin. Di heman demê de di warên aborî ,siyasî, perwerdahî û çandî de jinên karker cihekî xwe yê mezin û girîng di nava civakê de girtiye. Di herêmên wekî Rojava de ev girîngî zêdetir xuyakiriye ku jin di hemû asta rêxistinê û birêvebirinê de beşdar in.”
‘Jinên karker xwedî roleke pir kûrin’
Rohat da xuyakirin ku jinên karker xwedî roleke pir kûrin û wiha berdewam kir: “Jinên karker rola xwe bi awayekî berfireh û kûr lîstine. Herwiha di Rojava de, jin bi awayekî taybet di şoreşê de bûne hêzek bingehîn ku hem civak parastiye û hem jî sistemeke nû di nava civakê de ava kiriye. Jinên karker zêdetir di qadên giştî de xwe didine xuyakirin û Xwedî derfetên kar û beşdariyê ne. Herwiha rola wan di civakê de zêdetir tê nasîn. Di heman demê de jî Jin bûne sembola têkoşîn, azadî û pêşketinê. Îro di Cîhanê de herî zêde jin di hemû warî de xwe daye xuyakirin ku jin çiqasî dikare civakê bide meşandin û herwiha çiqasî jî di hemû qadên civakê de jin dikare rola xwe bilîze.”
‘Jinên karker kedkarên sereke ne di jiyanê de’
Rohat Xelîl di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser hêza jinên karker û wiha got: ” Jin bûne hêza sereke ya belavkirina hişmendiya azadî, wekhevî û mafên mirovan. Destkeftiyên jinan, bi taybetî di warê leşkerî û qanûnî de, bûne nimûneyek ji bo gelek civakan. Jinên karker îro di Cîhanê de mafê xwe yê jinê dane xuyakirin. Ji ber Jinên karker kedkarên sereke ne di jiyana rojane û aboriya civakê de. Jinên karker stûna jiyanê ne, bêyî keda wan û bêyî azadiya wan, civakek demokratîk û azad nayê avakirin. Ji bo vê divabê em piştgiriya mafê jinan bikin da ku cihê xwe di destûra Sûriyê ya nû de bigirin.”






