Argeş Gewda
Peyveke ku di demên dawîyê de, em dibihîsîn têgîna Entegrasyonê ye. Entegrasyon tê wateya ku tevlîbûna komekê an jî civakan di pergala ku rêvebirinê dik e ye. Di bingeha wê de têgeha “entegrasyon, aheng, temambûn” (bi latînî: integer) heye. Ew beşên cuda di nav avahiyek yekane de tîne cem hev. Entegrasyona Çandî: Pêvajoya ku tê de ferd an kom xwe li gorî civatek nû bi rêve dibin. Ew peyv an jî têgîn taybet di demên dawî de, ji bona Kurdan gelek tê bikaranîn. Ji ber ku Kurdistan, hatiye dagirkirin û mafên wan yên bingehîn hemû ji destê wan hatine girtin. Ew jî sed sal in, bûye pirsgireka civakî û xitimandinê. Kurdistan ji aliyê 4 dewletên dagirker ve hatiye dabeşkirin û koçberî û qirkirin ji kurdan re layiq hat dîtin. Dijminên Kurdan bûn yek û ew koçkirin, zextkirin û mişext kirin. Taybet li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve piştî peymanên Lozan û Qesra Şîrin ew yek bi rêbazekê taybet hat meşandin. Di pêşerojê de jî ew bandora xwe li parçeyên din kirin. Bi riya helandin, bişaftinê her parçeya ku Kurd tê de jiyan dikir hatin armanckirin. Ew jî di lêgerînên azadî û demokrasî zêdetir kirin. Di demên ku ti kes nedîkarî qala azadiya Kurdan bike Rêber Apo PKK damezirand û ji bona gelê Kurd bû hevîyekê mezin ya çareseriyê. Di pêşveçûnên xebatên Tevgera Azadîyê de, mafên gelê Kurd xist mijara dewletên ku Kurdistan dagir kiribûn. Taybet jî piştî serhildanên 2011’an yên gelê Sûriyê ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê re jî heviyeke mezin hat avakirin. Ger ku dewletên Kurd tê de jiyan dikirin, mafên wan ne hatiban sitandin, di zagonan de cih girtiban û di hemû aliyên jiyanê de demokratîk biban pêwistiya entegrasyona aliyekê din nedima. Ji ber ku ji xwe entegrasyona rasteqîn demokrasî ye. Bi pakrewaniya şervanên YPG û YPJ’ê li rizgarkirina herêmên pêkhateya ereban we jî QSD ji bona gelê Rojavayê Kurdistanê bû hêza bingehîn ya şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî. Di banga Rêber Apo ya “Aşitî û Civaka Demokratîk”de pirsgrêka ku dewletên dagirker ya 52 salan nekarî çareser bikin, Rêber Apo bi wêrekîyekê mezin gavekê pîroz ji Tevgera Azadiyê da avêtin.. Bi wê gava pîroz re, hêvîyên herçar parçên Kurdistanê yên azadî û demokrasiyê xurttir bûn. Di taybet bi saya berxwedana 13 salan ya ji qehremanên Rojavayê Kurdistanê û danûstandinên diplomatîk de gelek pêşketinên asta jor de li Rojavayê Kurdistanê hatin jîyan kirin. Di wê serdemê de jî, ji bona parastina mafê gelê Kurd jî ji bona welatên ku tê de jîyan dikin bê parastin gelek hewildan hatin kirin. Rêber Apo bi projeya Netewa Demokratîk ve girêdayi Entegrasyona Demokratîk pêşxist. Rêber Apo di hevdîtinên xwe de gelek bal dikişe li ser Entegrasyona Demokratîk û wiha dibêje; “Çareseriya Entegirasiyona Demokratîk li ser bingeha feraseteke civakparêz hatiye avakirin.” Ji ber ku entegrasyona rast civakbûne û gelê Kurd jî xwediyê wê axa resen e. Lê ji wê ve girêdayî li Rojavayê Kurdistanê piştî êrîşên dagirker yên qaşo hikûmeta nû ya Sûriyê bi rastiyê de çeteyên Tirk û HTŞ û di heman demê de jî Tirkan dîsa Kurd axa xwe hatin koçberkirin û talanî wan re hat vebirjêrka pêşiya wan. Li aliyekê de li Bakurê Kurdistanê qirkirin û helandin aliyekê de Rojavayê Kurdistanê êrîş û koçberî Kurd çawa bawer bikin ku tevlî pergala heyî ya dewletê bibin? Ew pergal pergala qirkirin û helandinê ye, pergala nîjadperestiya sedan salan domdandinê ye. Entegrasyona Demokratîk jî tê wateya pejirandina nasname, bawerî û jiyana hemû pêkhateyên ku di wê/î welatê de, jiyan kirine. Entegrasyona Demokratîk ne cûdaxwezî ne jî helandine. Jiyana rasteqîn ya bi zagonan re hatiye parastine, ew jî mafê bingehîn ya her gelên ku hatiye qirkirine. Ji wê girêdayî, taybet jî yê gelê Kurd e. Lê li Rojava û Bakurê Kurdistanê di firsendekê mezin bi ragihandina Banga 27’ê Sibatê ya ji aliyê Rêber Apo û hevalên li gel wî re ketiye di destê desthiladariyên ku Kurd tê de jiyan dikin. Bi paşxistinan bi girtinê, neberdana dîlgirtî û zexta li ser gelê Kurd di firsenda dîrokî nekarîbin ji bo serkeftinê bikabînin. Di tenê bi fermîkirina mafên gelê Kurd li zagonan de, pêkane entegrasyona rast û bingehîn. Tenê Rêber Apo û Entegrasyona Demokratîk dikare çareserî demokrasiyê bîne Rojhilata Navîn.






