Mihemed Seydi
Di hefteya derbasbûyî de, hink kesan aleke Kurdî ku li taxa Şêxmeqsûd daliqandibû, daxistin û ev jî bû sebeb ku bertekên Kurdan ên li vê taxê çêbibin. Piştî wê, hinek ciwanên Kurd careke din radibin alekê li cihê ala ku hatiye daxistin bilind dikin. Li ser vê bûyerê alozî derdikeve û hêzên Ewlehiyê yên ser bi HTŞ’ê ve ku niha desthilate li Şamê, li nava taxa Kurdan 4 ciwanên Kurd girtin. Heta nivîsîna vê gotarê jî agahî nebûn ka ev ciwan hatine berdan an na. Dîsa li Efrînê jî beriya vê bûyerê êrişî cihê Newrozê hat kirin û sembolên Kurdan bi erdê re hatin kişandin. Ev bûyer tevî peymanên di nava rayedarên Kurdan û desthilata demkî ya Şamê de jî dewam dikin. Herwiha ciwanên Kurd ên di dema êrişan de li Reqqa û Dêrazor û Tebqayê jî hatin girtin, hîne jî dîlin di girtîgehên HTŞ’ê de. Li gorî cîgirê rêveberiya Hêzên Asayişê ya Parêzgeha Hesekê Siyamend Efrînî, ew ê 400 ciwanên Kurd bi komî werin berdan lê di hemû daxuyaniyên rayedarên Kurd de eşkere tê gotin ku Şam dosya berdana êsîran her bi paş dixe û her dixwaze berdana wan dereng bihêle.
Li aliyê din, mijara qeydkirina Kurdên bê nasname hebû û navendên serlêdanê hatin vekirin da Kurdên bê nasname, bibin hemwelatî. Di nava gelek qeydan de hatibû nivîsandin ev kes Erebê Sûrî ye. Mirov destpêkê li vê yekê şaş ma, gelo ma rêjîma Baas kengî Ereb bê nasname kiribûn? Piştî destwerdanê ku ev mijar bû rojeva tevna civakî û cihê bertekan di nava xelkê de, hinekî sereraskirin çêbû. Lê gelo hemû Kurdên ku welatiyên Sûrî ne û li ser nasname û Passportên wan tê nivîsîn, ” Hemwelatiyê Ereb ê Sûrî” ew ê çawa sererast bibe?
Ev hin bûyer bûn ku di hefteya derbas bûyî de qewimî bûn, me ji we re rêz kir. Ev bûyer ne tesadûf an jî şaştiyên takakesî ne, lê belê mêjîyê Baasî ku kirasê îslamê jî lê hatiye kirin raber dike. Her çiqasî bi gotinê dibêjin ku piştî ewqas şer û aloziyan bila xelk hinekî serbest jiyan bike, lê di kiryar û tevgera van rêjîmên şofînîst û îslamîst de, kîna li hember hemû neteweyan û bi taybetî Kurdan xwe dide der. Tişta ku berê rêjîma Baas li ser Kurdan dimeşand, niha jî li ber çavan e. Belkî HTŞ û gurûpên ser bi wan ve ji ber li dunyayê teşhîr bûn û dixwazin hinekî rûyê xwe sipî bikin, dengê xwe zêde dernaxin, lê dîsa jî ev bûyer ji bo Kurdan ne cihê rêzê ne. Yê îro sembolên Kurdan qedexe bike, di nasnameyê de wî bi ereb pênase bike, ne dûre dema erd lê fireh bibe, Pirtukên bi zimanê Kurdî jî wekî berê suc bibîne. Lewra, ya pêwîst ew e destûrekî nû ji bo Sûriyê were nivîsîn û mafê Kurdan tê de bê bi cih kirin, an na, ew ê Kurd wekî berê bê nasname jî bên hiştin û ji bo zimanê xwe bikevin hebis û zîndanan jî.






