Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di her zarokatiyekê de çîrokek

12/04/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Di her zarokatiyekê de çîrokek
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Hesen Mihemedê ku temenê wî 10 salî ye da ku alîkariya bavê xwe bike bi dilekî kêfxweş bi kurê apê xwe re li bazara bajarê Qamişlo sebzeyên demsalî li ser erebokan difroşe.

Mirov di jiyanê de bi zarokatiya xwe kêfxweşe. Ji ber xweşiya jiyanê ji zarokatiyê dest pê dike. Ji bo vê zarokê bi navê Hesen Mihemed zarokatiya xwe bi kêfxweşî derbas kir û xwendina xwe berdewam kir. Lê piştî rewşa dawî koçber di dibistanan de bicih bûn Hesen refa xwe ya 4 an bidawî nekir ji ber wê neçar ma û bi dilekî kêfxweş bi kurê apê xwe re kar kir.

Çîroka Jiyana Hesen

Hesen kurekî biçûk ku bi temenê xwe 10’ salî ye. Hesen da ku bi bavê xwe re bibe alîkar û jiyana xwe ya malbatî bidomînin Behîvan” Loziyan” difroşe. Ew her sibeh ji seat 7 an ji xew radibe û berê xwe dide bazara Qamişlo da ku Behîvan bifroşe. Lê belê Hesen ne bi tenê kar dike pêre kurê apê wî alîkare. Herwiha bavê wî di karê derbasbûyîna sêmalka de kar dike ji ber wê kurê apê Hesen li bazarê wî li ba xwe dihêle. Ew di malbatê de ji pênc kesan pêk tên û ew tenê sê kurin.

Ew li bazarê ji seat 7’ê sibehê dimîne û heya 8 ê êvarî kar dike. Temenê kurê apê Hesen jî 25 sale ew bi hev re kar dimeşînin. Ji ber ku di dibistanan de koçber tê de bicihbûn hesen xwendina xwe ya refê 4 an berdewam nekir. Ji ber wê neçar ma û bi kurê apê xwe re kar kir da ku dema xwe derbas bike û hem jî bi bavê xwe re bibe alîkar. Tevî temenê wî yê biçûk jî lê ew pir kêfxweşe ku kar dike. Ew her sibih bi dilekî kêfxweş radibe û bi kurê apê xwe re berê xwe dide kar. Di demên sibehan de Hesen wan Behîvan” Loziyan” dişone ji bo rengê wan xweşik bibe û milet ji wan bikirin. Ji ber Behîv nû daketine bazaran ew bi buhaya 50 hezarê Sûrî difroşin.

Lê daxwaza Hesen ku xwendina xwe ya refa 4 an berdewam bike û pê re jî karê xwe bike. Di wî temenê xwe yê biçûk de jî ew bi malbata xwe difikire da ku her tim bi bavê xwe re bibe alîkar. Hesen wek tu zarokan li kolanan neleyîst û di heman demê de jî bi lîstikê nefikirî. Bi wî temenê xwe yê biçûk jî bi malbata xwe difikire. Hesen niha li benda berdewamiya xwendina xwe ye, tevî hin dibistan niha hatine vekirin û xwendekar xwendina xwe berdewam dikin lê belê dibistana ku Hesen tê de dixwîne hîna koçber bicihbûyî ne. Ew di vê dema dawî de nîvê jiyana xwe li bazarê dibe. Hesen ji bo kar wiha anî ziman” Ez pir kêfxweşim di kar de”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.