Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li cîhanê festîvalên çandî nasnameya gelan nîşan dide

12/04/2026
in CîHAN
A A
Li cîhanê festîvalên çandî nasnameya gelan nîşan dide
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên

Li cîhanê festîvalên çandî yek ji çalakiyên ku cihêrengiya çandî û taybetmendiyên gelan nîşan dide, di heman demê de nasnameya çandî xurt dike.

Festîvalên çandî di cîhanê de yek ji giringtrîn çalakiyên ku cihêrengî û nasnameya çandî ya gelan nîşan dide û xurt dike ye. Ew ne tenê huner û adetên herêmî pêşkêş dike, lê wekî platformên ji bo xurtkirina danûstendina di navbera çandên cuda, tê hesibandin. Di heman demê de pirên ji bo lihevkirin û rêzgirtina ji hev re, ava dike. Ev çalakiyên bêhempa mîrateya çandî ya herêmî, hunerên gelêrî, cilên kevneşopî, mûzîk û xwarinê nîşan dide, ku dihêle tecrûbeyeke dewlemend be ji kesên ku beşdar dibin.

Di rêya festîvalên çandî, bal tê kişandin li ser nirx û baweriyên ku nasnameya civakan ava dike. Tê de adet û kevneşopiyên her çandekê tê nas kirin, ev yek dihêle ku ji hev fêmkirina di navbera gelan de bê xurtkirin. Herwiha ev çalakî dibin wekî derfeteke ji bo naskirina hunerên herêmî yên ku afirînerî û nûjeniya çandên cûda nîşan didin.

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Roajava ji sala 2016‘an ve dest pê kiriye, her sal bi beşdarbûna lîstikvan, derhêner û çêkerên fîlam li ser asta cîhanê, tê li dar xistin. Armaca vê festîvalê ew e ku çîrok, azar û êşa ku gelê kurd derxînin holê. Di heman demê de zimanê Kurdî bibe zimenek di sînamaya cîhanî de, di rêya pêkêşkirina rastiya civaka Kurdî û têkoşîna wan ji bo bidestxistina azadiyê.

Di festîvalê de gelek fîlm, belegefîlm û kurteçîrok têne pêşkêşkirin û bi zimanên cuda wekî Erebî û Înglîzî têne wegerkirin, da ku her kes karibe beşdarî temaşekirina fîlman bibe û hejmarên mezin ji derhêner û lîstkvanên di seranserî cîhanê de berhemên xwe di rêya festîvalê de pêşkêş bikin. Hersal bi dehan ji derhêneran ji çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê tevlî dibin. Herwiha di fîlmên hilbijartî de li ser azadiya jinan û têkoşîna gelan ji bo azadiyê tê rawestandin. Herwiha di festîvalê de semîner, perwede û panêl ji bo beşdaran tê li dar xistin. Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Roajava bûye wekî platformeke girîng ji bo pêşvebirina hilberîna fîlaman herwiha avakirina pirên danûstendê di navbera Kurdistan û Cîhanê de.

Festîvala, ji bilî berhemên ji Kurdistanê, rê dide ku fîlmên ji welatên din jî bê nîşandan ku ev yek dîmenek çandî û mirovî ya berfireh dide festîvalê. Bi rêya festîvalê, hewildan tê kirin ku çanda nîşandana fîlman pêş bixe, nemaze piştî salên ji paşguhkirin û dûrxistinê, ji ber ku fîlmên ku bi zimanê Kurdî an rastiya gelê Kurd nîşan bidana, tune bûn.

Festîvala Fîlman a Kan -Fransa

Festîvala Fîlman a Kan yek ji festîvalên fîlman ên herî navdar di cîhanê de ye, ji sala 1946‘an dest pê kiriye, êdî her sal li bajarê Kan ê Frasnayê tê li dar xistin. Di festîvalê de komek ji fîlmên hunerî û afrîner ên cihêreng tê pêşkêş kirin. Tê de derhêner, çêkerên fîlman û lîstkvan ji çar aliyên cîhanê beşdar dibin. Bi salan, Festîvala Kan bûye sembola afirînerî û nûjeniyê di pîşesaziya fîlman de.

Bandora Festîvala Fîlman a Kan’ê li ser hemû aliyên pîşesaziya fîlman a cîhanî dirêj dibe. Ne tenê pêşandana fîlman e; ew çalakî, nîqaş û diyalogên di navbera çêkerên fîlman û rexnegiran de jî vedihewîne. Festîval bala medyayê û raya giştî jî dikişîne, ku ev yek jî dibe alîkar ku fîlmên ku têne pêşandan zêde bibin. Ji ber vê yekê, pesn an rexneyên ku ji fîlman re têne kirin bandorek rasterast li ser şopa wan di bazarên navneteweyî de dike.

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Tokyo

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Tokyo, bûyerek sînemayî ya girîng e ku di sala 1985’an de dest pê kiriye û bûye platformek sereke ji bo pêşandana fîlmên navxweyî û navneteweyî. Festîval her sal li paytexta Japonya tê lidarxistin, çêkerên fîlman, rexnegir û hezkiriyên fîlman ji çar aliyên cîhanê beşdar dibin. Ev çalakî danûstandina çandî di navbera Japonya û welatên din de pêş dixe.

Yek ji taybetmendiyên berbiçav ên Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Tokyo hilbijartina wê ya curbicur fîlman e, di nav de fîlmên dirêj, belgefîlm û kurtefîlm hene. Ev cûrbecûrî dihêle ku mêvan tecrûbeyên çandî yên cihêreng keşf bikin û dengvedana gerdûnî ya sînemaya hemdem nîşan dide. Herwiha di festîval de semîner, nîqaşên panelê û rûniştinên danasînê ku li ser pîşesaziya fîlman, disekinin herwiha têkiliya di navbera civaka herêmî û navneteweyî de pêş dixe.

Festîvala Holî – Hindistan

Festîvala Rengan, ku wekî Holî tê nas kirin, yek ji festîvalên çandî yên herî zindî û girîng ên Hindistanê ye, her sal di werzê Biharê de tê pîrozkirin. Yek ji sembolên vê festîvalê xurtkirina hezkirinê di nava civakê de ye. Di heman demê de ruhê nasnameya Hindistanê nîşan dide, ku bi çand û baweriyên wê yên cihêreng ve tê xuya kirin. Holî li seranserî Hindistanê tê pîrozkirin û bandora wê li gelek welatên din, di nav de hin welatên li cîhana Erebî jî, dirêj dibe.

Pîrozbahiyên Holî bi gelemperî di êvara Holî de dest pê dikin, dema ku agirê êvarî wekî beşek ji rêûresmek bi navê “Holi Ka Dahan” tê pêxistin. Ev çalakî wekî sembola dûrxistina ji xerabiyê û nûkirina hêviyê tê hesibandin. Roja din, gel li kolan û parkan dicivin da ku di merasîmek coşdar de ku ruh û şahiya civakê nîşan dide, bi rengên geş hevdu birijînin. Di festîvalê de boyaxên xwezayî yên ji rengdêrên nebatî hatine çêkirin, têne bikar anîn, ku hebûna wê wekî kevneşopiyek çandî û tenduristiyê xurt dike.

Di çalakiyên Holî de stranbêjî, guvend û xwarinên kevneşopî yên wekî gojia, malbi û bhohra jî dihewîne. Çalakiyên civakî û kêfê beşek girîng a pîrozbahiyê ne, ku malbat û heval dicivin da ku kêf û şahiyê bi hev re parve bikin.

Girîngiya Festîvala Holî di wê rastiyê de ye ku ew nirxên biratî û yekîtiyê di pirrengiyê de temsîl dike, ku ew ne tenê ji bo Hindistanê dike sembola çandî, lê di heman demê de wekî pirek di navbera çandên cûda de, heta li cîhana Erebî jî.

Festîvala Wêjeyî ya Oxfordê

Festîvala Wêjeyî ya Oxfordê yek ji girîngtirîn çalakiyên çandî ye ku wêjeyê wekî amûrek ragihandinê di navbera çand û civakan de pîroz dike. Festîval salane li Oxfordê tê lidarxistin û hejmareke mezin ji nivîskar, ramanwer û rewşenbîran ji çar aliyên cîhanê tê de beşdar dibin. Ev bûyer wekî platformek berbiçav ji bo nîqaşkirina mijarên wêjeyî yên hemdem ên ku li ser pirsgirêkên civakî, siyasî û çandî yên ku civak îro pê re rû bi rû ye, disekine.

Bi beşdarbûna Festîvala Wêjeyî ya Oxfordê, nivîskar û ramanwer mijarên li pêş cîhana wêjeyî nîqaş dikin, diyaloga navçandî pêş dixin. Di festîvalê de panel, xwendinên wêjeyî û semîner tê pêşkêşkirin, ku tê de raya giştî dikare rasterast bi nivîskaran re têkilî dayne. Herwiha girîngiya wêjeyê di şekildana hişmendiya civakî û zêdekirina têgihîştina hevbeş di navbera çandên cûda de destnîşan dike.

Bi rêya vê çalakiyê, Festîvala Wêjeyî ya Oxfordê nîşan dide ku wêje çawa dikare wekî pirekê di navbera çandên cuda de tevbigere û di cîhanek cihêreng û tevlihev de bibe sedema têgihîştinê di navbera civakan de. Festîval ji bo rewşenbîr, nivîskar û raya giştî derfetek peyda dike ku bi hev re bicivin, ramanan parve bikin û ezmûnan biguherînin û ew dike bûyerek girîng di salnameya çandî ya cîhanî de.

Girîngiya festîvalên çandî

Festîvalên çandî beşek girîng a mîrateya çandî û mirovî ne, derfetan pêşkêş dikin da ku diyalog di navbera çandên cûda de were pêşxistin û têgihiştina hevbeş di navbera gelan de kûrtir bibe. Ev çalakî tecrûbeyeke bêhempa pêşkêşî beşdaran dikin herwiha kevneşopî û pratîkên çandî yên cihêreng nîşan didin ku dihêle rêz û teqdîra ji bo cihêrengiyê pêş bixin. Pîrozkirina festîvalên çandî dibe alîkar ku nasnameya kolektîf û girêdanên civakî di nav civakan de xurt bibe.

Di heman demê de, festîval ji bo danûstandina çandî cihekî guncav e, ku mêvan dikarin bi huner, muzîk, xwarin û çalakiyên ku çandên cihêreng temsîl dikin re mijûl bibin. Festîval cûrbecûr çalakiyan li dar dixin, di nav de pêşandanên zindî û bazarên kevneşopî, ku wan dike tecrbeyên dewlemend ku mîrata civakên cûda nîşan didin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.