Volqan Eli
Par-pêrar (meha dawi ya 2024’an) projeyeke bi deh salan a hêzên hegemon gihaşt encamê; yan ji ev qonax bi dawi bû. Çi bû, Tê zanîn; çirok dûr û direj e. Em ê bi vê boneyê kurt lê din. HTŞ’a ku bi şirê gurên qetilên kastik bi taybeti li Idlibê, bi ser lingan ketibû, bi reheti çû li Şamê rûnişt. Çima? Paşxaneyekê vê ya diroki heye:
Ji salên 1970’an pêde hêzên hakim li cîhanê ku serkêşiya wê DYE’ê dikir, li diji sosyalizma pêkhati, tevgera demorasiyê ya cîhanî planek nû xiste dewreyê: Kembera Kesk!… Lewra bi taybeti pişti şerê cihanê yê duyemin ji Çînê heta bi gelek welatên bakurê Efriqayê, gelek hêzên demokrat-pêşverû xwe ji pergala kapitalîst xwe qutkiribûn. Minak, çawa ku dibêjin ‘mar ji pûngê hez nake lê pûng ji çûye li ber kunê marî şin hatiye’, bi pêşengiya enternasyonalistê mezin Che û hevalên wî, Kûba gihaşt serxwebûna xwe. Dibe ku ji aliyê erdnîgari û bandora aboriya wê ya li ser cihanê ve Kûba biçûk be. Lê hem nêzikbûna wê ji li DYE, hem ji hê iro ji bi şikleki li ser piyan mayina vi welati nîşan dide ku rewdeya Qetilên Kastîk, ji tirsa ku ketibûn nav bi rasti ji li gori berjewendiyên xwe, mafdar in.
Bi kurti eger mirov vê Kember Kesk bi xetên gişti bigire dest; ya yekê armanc ew bû ku Yekitiya Sowyet, Çîn di serî de cîhana Sosyalizma Pêkhatî were bloke kirin; da ku nikaribe pergala xwe bi riyekê belav bike yan jî li diji hegemonyaya kapitalist alikarî bide derdora xwe. Ya duyemin; girêdayi bi ya destpêkê navêndên berxwedanê yên li her dera cihanê û bi taybeti ji li Asya û Rojhilata Navin di cihê wan de heta zemîna derketina wan pûç bike.
Vaye ji ber vê yekê pergala Qetilên Kastîk ya cîhanî ji bo ku vê bernameya xwe bixe dewreyê, bi dahurandinên li ser herêmê (Asya û Rojhilata Navin) meşandiye gihaşt encamê ku her derfetê bide radikalizma oli (fûndamentalizm-selefiyet), wan bike hêz, pergal û heta bike dewlet. Ji ber ev beşê cîhanê piraniya Îslama çandi dijiyan, ji bo ku vê meylê ji rê derxe û bigihêje hedefa xwe ya Kembera Kesk, sê meylên selefi-Îslama siyasi (xeta diji Îslama rast) derxist pêş; Tevgera Xizmetê ya Fetullah Gülen, Îxwanî Mislimîn, Tevgera Talîban.
Ji bo Tirkiye û derdora wê ya nêzîk Tevgera Xizmetê ya Fetullah Gülen mezin kirin, kirin xwediyê derfetên bi her awayî. Di encamê de vê tevgerê heta derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê hêza dînamîk a şoreşger a Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û civaka pêre ji nêzik ve eleqadar bloke kir, nehişt xeta şoreşger-demokrat zêde bi pêş bikeve. Jixwe bi derbeya Îlonê re ev hişmendî nîvenîv bû dewlet. Heta ku di salên 2002’yan de ev meyl bû şirikê AKP û li Tirkiye bû hikumet. Her çendî îro ketiye rewşeke cuda jî ya rast di aliyê ideolojik de AKP û Tevgera Fetullah Gülen ji hev pir ne cudatir in.
Pişti ku di salên 1979’an de Sowyet Rûsya Efxanistan dagir kir, DYE’ê qaşo ji bo ku pêşî li sosyalizma pêkhatî bigire alîkarî da tevgera Talîban a bi meyla selefi. Paşê ji ber têkiliyên pir tevli hev ji vê meylê El-Qeide peyda bû. Ev li her derê cihanê belav bû. Heta modernîtaya kapîtalîst a qetîlê kastîk a bi pêşengiya DYE’ê, ev El-Qeîde hejand-mêjand berda canê xwe da ku bike zemina êrişa xwe ya li Rojhilata Navin. Bûyerên 2001’ê yên Bircên Cewî yên li Emerikayê, ji ber itirafên wan, tê fêmkirin ku provokasyonek e da ku karibên pê bikevin herêmê.
Disa ji bo cîhana Erebî û Afrikayê, ji bo ku ku zemîna potansiyel ku meyla demokrat-şoreşger xwe rexistin bike nemine, yan ji bi bloke bibe wekî meyleke selefî xeta Îxwanî Mislimîn dane pêş û mezin kirin. Tevgerên bi vê binaratê li gelek welatên bi taybeti bakurê Afrikayê û welatê Erebi dinamêkên civakê xetimandin, bi xwe ve girêdan û bi vi awayi li ser civakên di navê de zexteke mezin çêkirin. Minak, ev meyl demeke kurt ji bibe li Misrê di 2013’an de bi pêşengiya Mursî bû desthilatdar. Disa li Cezayir, Fas û Tunusê bi gelek rolan rabû.
Vaye ev HTŞ’a niha li Şama Şerîf bi icazeya Trumpî bûye şerîfê Sûriyê, hem ji kokê El-Qeide û hem ji ji zemina îdeolojîk a Îxwani Mislimin peyda bûye.
Çawa ku pîştî salên 1980’î li Efxanîstan bi behaneya dagirkeriya Sowyetê, hegemonyaya cîhanî Talîban da pêş mezin kir û her wisa paşê jê El-Qeide çêbû, bi rastî di maneyekê de HTŞ jî li beramberî ezmûna biratiya gelan a Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê, wekî xelatekê Şam di hembêza xwe de dît. Efendiyên qetilên kastik ev xêr (!) bi HTŞ’ê kir.






