Remezan Olçen
Beriya bi demekî koma muzîka Kurdî ya efsanewî; Koma Berxwedan ji nû ve xwe ava kir. Endamên komê bi bernameyekê hem dîrokê bi xwîn û goşt û ruh kirin hem jî ji bo paşerojê nîşan dan ku ji bo milletê Kurd serdema kom û komînan ji nû ve dest pê dike. Em jî endamên komê yek bi yek silav û pîroz dikin. Siheta wan xweş be.
Muzîk, ne tenê qadeke hilberîna estetîk e; di heman demê de hilgirê xurt ê nasname, bîr û berxwedanê ye. Bi taybetî di civakên ku rûbirûyê polîtîkayên zext, înkar û asîmîlasyonê mane, muzîk vediguhere qadeke hebûna kolektîf. Ji bo gelê Kurd jî muzîk, ji şêweyeke îfadeya kesane wêdetir, yek ji amûrên bingehîn ên parastin û jinûve avakirina bîra kolektîf e.
Dema ku em ji perspektîfeke postkolonyal ango pêvajoya piştî mêtingeriyê lê dinêrin, hilberîna muzîkê ne tenê wekî çalakiyeke hunerî, lê di heman demê de wekî çalakiyeke polîtîk jî dikare were xwendin. Di muzîka Kurdî de xebata kolektîf, di vê çarçoveyê de, tê wateya komkirina nasnameyeke parçebûyî. Di serdemên ku ziman lê qedexe bû û îfadeyên çandî lê dihatin tepisandin de, muzîk wekî “mekanê bîrê” fonksiyonê dibîne. Di vî warî de, kevneşopiya Dengbêjiyê yek ji mînakên herî xurt ên vegotina kolektîf e; vegotinên ku wekî yên kesane xuya dikin, di rastiyê de îfadeyeke hevpar a ezmûna civakî ne.
Di serdema modern de, komên muzîkê bûne amûrên girîng ên jinûve hilberandin û veguhertina vê bîra kolektîf. Bo mînak, komên mîna Koma Wetan, Koma Agirî , Koma Berxwedan, Koma Azad, Koma Çiya, Koma Gulên Mezrabotan, Koma Asmîn û hwd… ne tenê muzîk û stranê çêdikin; di heman demê de tevkariyê li îfadeya polîtîk û çandî ya nasnameya Kurdî dikirin. Hilberîna kolektîf li vir ne tenê tercîheke estetîk, lê wekî helwesteke îdeolojîk derdikeve pêş.
Hilberîna muzîka kolektîf, di pêşketina hişmendiya postkolonyal de jî roleke girîng dilîze. Lewra pergalên kolonyal û hegemonîk bi gelemperî bi derxistina pêş a ferdperestî û kesanetiyê girêdan p tûkiliyên civakî qels dikin. Li hemberî vê, hilberîna bi komî; piştgirî, bîra hevpar û hişmendiya kolektîf xurt dike. Ev rewş, domdariya berxwedana çandî misoger dike.
Her wiha, hilberîna muzîka kolektîf di parastina ziman û kodên çandî de jî xwedî fonksiyoneke krîtîk e. Stranên ku bi zaravayên cuda yên Kurdî têne hilberandin, ne tenê berhemên muzîkê ne; di heman demê de amûreke zindîhiştina ziman in. Bi vê aliyê xwe, muzîk vediguhere pratîkeke jinûve hebûnê ya postkolonyal.
Performansên ser dikê û hilberîna muzîkê ya komî, di heman demê de hestiyariyeke kolektîf diafirîne. Sînorên di navbera guhdar û muzîkjen de zirav dibin heta bi asta xweya serketfî ev sînor tine dibin; muzîk ji ezmûneke kesane derdikeve û vediguhere parvekirineke civakî. Ev jî rê dide kirdeya-civaka postkolonyal ku xwe jinûve pênase bike.
Ji bo gelekî mîna gelê Kurd ê qedîm xebata kolektîf a di muzîkê de, ne tenê modeleke hilberîna hunerî ye; di heman demê de pratîkeke berxwedanê ya dîrokî û hêmanekî bingehîn e di avakirina hişmendiya postkolonyal de. Hilberîna muzîka kolektîf, dema ku dihêle nasnameyên tepisandî bêtir xuya bibin, di heman demê de derfeta avakirina xeyaleke hevpar a der barê paşerojê de jî pêşkêş dike. Bi vê yekê, muzîk ne tenê tiştekî ku tê bihîstin e; di heman demê de şêweyeke hebûnê ye ku tê bibîranîn, tê parvekirin û jinûve tê avakirin.






