Esma Mistefa
Hunermendê destpêkê yê Koma Berxwedan Cewad Merwanî anî ziman ku Koma Berxwedan a ku ji salên 1983’an ve ava bûbû û di 2019’an rawestiya bû, bi mijûlbûyîn û perspektîvên Rêber Apo dihate birêvebirin û got, “Aktîvkirina Koma Berxwedan xwedîderketina li mîras û nirên wê ye, em ê mîrasa vê komê bidin jiyandin û ji bo xizmeta vî gelî me xwe amade kiriye.”
Koma Berxwedan yek ji mîrasên huner û awaza gelê Kurd e ku bi salên xwe yên dirêj û girêdabûna xwe bi niştîmanperweriyê re, cihê xwe di dilê her maleke welatparêz de çêkir. Piştî rawestandina nêzî 8 salan di heyva Nîsana 2025’an de careke din derket pêşberî gel. Girêdayî vê kombûna nû yek ji endamên destpêkê yê vê komê Hunermed Cewad Merwanî bersiva pirsên Rojnameya me dan û hevpeîvîn wiha bû:
Koma Berxwedan Ji salên 1983’an ve hatiye avakirin, ev kom çawa û di derfetên çawa de hat avakirin, endamên destpêkê çiqas û kî bûn, her wiha stran û çalakiyên di wê demê de hatine amadekirin çiqas bûn. Em dixwazin hûn bi giştî ji me re behsa salên destpêkê yên avakirina vê komê bikin?
Belê: di dema avakirina Koma Berxwedan di sala 1983’an de, ez bi xwe li Amedê bûm li wê derê agahiya me çêbû ku Komek bi vî awayî hatiye avakirin. Û ev kom ji aliyê Rêveberiya me ya Tevgera Azadiyê Serok Apo ku perspektîvên wê hemû Rêbertê dabûn, ve hatiye avakirin. Şehîd Sefqan û Şehîd Mizgîn van herduyan serkêşiya wê kirine, herwiha Xemgên Bîrhat, Seyîd Xan, Xelîl Xemgîn, Serdar, Emele, Şehîd Çiya û gelek hevalên din van kesan li Ewropayê ev kom avakirine.
Helbet dema ku şoreşek dest pê dike di aliyê siyasî, civakî, hunerî û hemû aliyan de gavên xwe yên destpêkê diavêje. Yek ji van qadan jî ku divê xwe birêxistin bike qada çand û hunerê ye. Di wê demê de ji bo em jî weke qada çand û hunerê ji gel û şoreşa xwe re bibin bersiv; bi riya huner û avakirina vê komê bû.
Gelek hunermend û kesên navdar cihê xwe di nava vê komê de girtin, bi sedan koriya hebûn, demkî be jî lê gelek hunermendên Kurdistanêcihê xwe di nava vê komê de girtin. Helbet dema jinûve tê destpêkirin, wê zehmetiyên wê hebin. Di aliyê xwenaskirin û belavbûyînê de me zehmetî kişandin. Di sala 1992’an de ji Şemê Serokatê ez şandim Ewropayê û got here hunerê li wir bike, em hatin û me jî cihê xwe di nava komê de girt. Di salên 1993-94’an ji aliyê Ewropiyan ve di festîval û çalakiyên wan de ev kom balkêş bû û gazî beşdarbûna Koma Berxwdan dikirin.
Koma Berxwedan bi hemdemiya ku di Kurdistanê de şoreşek tê lidarxistin, di hundir wê şoreşê de berxwdanî, qehremanî, şehdet û bûyerên ku li giştî Kurdistanê dihatin rûdan di heman demê de qirkirinên ku li ser gelê Kurd dihatin kirin, her wiha ji bo hemû azadîxwazên li cîhanê ku dengê xwe derdixistin, vê komê bi her awayî ev yek anîne ziman û di çand û hunera xwe de her ev esas girtiye. Ş.Sefqan, Ş.Mizgîn, Ş.Çiya û gelek hevalên din debasî çiyê bûn, piştre Ş. Serhed ji Ewropayê derbasî çiyê bû û Şehîd ketin, hevala me Dilar (Turken Îpek) ku hîn jî di zîndanê de ye.
Weke ku ez di 1992’an de hatim Ewropayê û wê demê Ş.Sefqan nîn bû, Ş.Mizgîn me hev du li Bakurê Kurdistanê dî bû û me kar jî bi hev re kiribû. Ji ber wê dema Ş.Mizgîn li Tatwanê şehîd ket, hebûn û naskirina wê bandoreke mezin li min kiribû, û min stranek li ser wê çêkir. Dema em hatin qada Ewropayê me ne tenê karê hunerê dikir, hevalan çi erk di nava rêxistinbûna civakê de bida me, me dikir. Di sala 1994’an de ez û Ş.Serhed piştî me dewreya akademiyê xilas kir, em hatin bajarekî Ewropayê da ku em xebatê hunerî bimeşînin. Li wir me Koma Berxwedan ya ciwanan avakir. Piştî 1994’an ez hatim û gelek hevalên din cih tê de girtin. Koma Berxwedan ya ciwan gelekî bandora wê nebû, lê Koma Berxwedan piştî 1995’an de hemû heval li hev kom bûn weke careke din ev kom zindî kir, bi vê komê re me orkestra gelêrî dest pê kir.
Ev orkestra gelêrî di giştî de Serokatê mudexele dikir, û min jî bi rêve dibir bi qas, Rêbertî di her alî de mudexelke dikir, li ser cil û bergên me heta disekinî ku wihda dibe û wiha nabe..bi perspektîv, rê û rêbazan derdiket pêşberî me. Çawa ku di 1995’an de televezyona me jî deerket, ev orkestra gelêrî 21 caran derket ser sehnê. Ev orkestra bi awayekî gelekî xurt çêbû û heyanî sala 2000’an wiha dewam kir. Gelek hunermendên ku niha cihekî girîng di hunerê de digrin û navdar in, ji nava wê orkesterê derketin.
Hûn weke endamên destpêkê yên vê koma bi dîrok, stran û awazên vê komê, di aliyên yekîtiya neteweyî û rihê welatparîziyê de rolekî çawa lîst, di avakirina mîrasa hunera Kurdî de ev kom xwedî bingeheke netewî ye, hûn di vê derbarê de çi dibêjin?
Helbet rola Koma Berxwedan di vir de çi bû? di nava welêt de gelek berxwedanî, qehremanî, şehadet tên çêkirin û gelê me bi hezaran koçber dibe. Koma berxwedan di îfadekirin û anîna ser ziman de roleke pir girîng dileyîst. Koma Berxwedan him îdeolojîk, çandî û hunerî bû û him jî di pratîka xwe ya wê demê de destkeftî, berhem û roleke girîng leyîst. Bi guhdarkirina stranên Koma Berxwedan bi sedan keç û xortên welat berê xwe didan qadên têkoşîn û berxwedanê. Mirov dikare gelek tiştan bibêje; ji destpêkê heyanî beriya girtinê, Rêbertî li ser vê komê disekinî. Bi giştî di nava Kurdistanê de avakirina vê komê pêwîstiyek bû. Çima? Ji ber hunereke resen, paqij, hunereke ku rastî û êşa gelê xwe radixist ber çavan û ji devê vê komê dihat hunandin.
Ji 2001’ê û pêve ev kom piştî girtina Serok li Ewropayê gelek konsert hatin çêkirin, me hewil da ku em dibistaneke taybet ji bo vê komê bidin avakirin, da ku em ciwanan perwerde bikin, lê belê bi mijûlbûna me bi karên bîrokratîk re me ev yek pêk neanî. Di 2018-19’an de me hewil da em careke din vê komê aktîv bikin, lê meseleyên weke koronayê, gelek hunermendên me bi serê xwe kar kirin herwiha ji ber hinek sedemên din, me navberek dayê.
Piştî zîdetirî 8 salan ji rawestandina xebatê vê komê, we îsal avabûna xwe careke dinragihand, gelo armanc ji vê yekê çi ye û bi taybet di vê demê de hûn ê bi amadekariyeke çawa derkevin pêşberî gelê Kurd?
Piştî 7-8 salan me hewil da ku em vê komê careke din zindî bikin û ji bo çi. Niha ev kom da ku ji nû ve zindî bibe, xebatê xwe yê hunerî, dîrokî, arşîfî û li mîrasa xwe xwedîderketin; pêwîst bû di vê demê bi tayebt de Koma Berxwedan careke din derkeve pêş. Ez bawerim li ser van mijaran nîqaşên me 5-6 heyavan hatin domandin. em çend hevalên ku ji her tiştî agahdarin di heman demê de dilşewatê vîî karî bûn, di destpêkê de me ev biryar girt, piştre me agahî da çend hevalên xwe yên din jî, yên ku dixwazin careke din xizmetekê bikin, bi vê awayî em hatin gel hev û me biryara avakirinê da.
Niha çima me careke din pêwîstî bi hatina gel hev ji bo vê komê me dît û hedefa me çiye? Niha muzîka Kurdî li Bakurê Kurdistanê bi taybet û li Başûr û Ewropayê jî, bi riyeke ne baş de diçe. xwebûna muzîka Kurdî nemaye, dixwazin muzîka xwe ya Kurdî ya resen , naveroka xwe vala bikin, û tiştên dîrokî tune û dejenere dikin û pê dileyîzin. Her wiha tişta herî bi êş ku huner û muzîka Kurdî kirine mijara tîcaretê. Me gelek ev mijar nîqaş kirin ku Koma Berxwedan careke din weke li mîrasa xwe derketin derkeve pêş. Mîrasa ji rojak u ev kom avabûye, tiştên kelepora Kurdî çi hene ku bi rêya resmiyetê lê xwedî derkeve. Me navê wê fermi jî wiha kiriye (Li mîras û kelepora xwe xwedî derketin).
Ji ber ku pêwîst e li mîrasa vê komê ya ku ewqas ked daye were derketin. Ew mîras çiye? Şehadetên ku di Kurdistanê û di nava komê de hatine kirin, qehremanî û têkoşîna ku her li ser zimanê vê komê hatiye bîranîn, koçberkirina gelê me û êşên ku dîtine, ev hemû divê xwedî lê were derketin. Em çend hevalên ku me ji nû ve ev biryar standiye, em xwe weke berpirsyarê vê yekê dibînin. Ji şaşiyan re bêjin, ev şaş e, di hema demê de piştgiriyê bidin hunera xwe ya resen û bibin alîkar bi her kesî re. Di aliyê manewî de wateyeke wî pir mezin heye, û di bingeh de bareke ku me daye ser pişta xwe, xizmeteke ji nû ve avakirine. Em di vê çarçoveyê de teng jî nafikirin, kom bikaribe li her derê, her kesî ku xwedî nirx, bîr û bawerî ne û xwedî emek in, em wan jî bînin gel xwe û car caran em bi hev re kar bikin. Ev yek ne tenê em di aliyê muzîkê û derketina li ser sehnê de difikriin, ji wê zêdetir xwedîderketina li nirxan, çand û hunera xwe ya dewlemend û em arşîfeke baş amade bikin ku em bidin ciwan, nifş, keş û xortên xwe. Armanc gelek berfireh e ku li gorî derfet û îmkanan, gav bi gav em ê bighêjin van armancên xwe, û mîrasa Koma Berxwedan bidin jiyandin û ji bo xizmeta vî gelî me xwe amade kiriye.
Bi cewherî ez dikarim van bêjim. Helbet di pêkanîn û pratîk de gelek girîng e. Em çi nêjin jî, pratîk wê îfadeya xebatê me bike.






