Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tevî astengiyan Şaredariya Amûdê xebatên xwe berdewam dike

12/04/2026
in Aborî û ekolojî
A A
Tevî astengiyan Şaredariya Amûdê xebatên xwe berdewam dike
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Amûdê

Hevserokê Şaredariya Gel a bajarê Amûdê Mihemd Omerî destnîşan kir ku rewşa avhewayê bandoreke mezin li ser temamkirina projeyên şaredariyê kir û got, “Armanca me başkirina rewşa xizmetguzariyê û hêsankirina jiyana gel e, lewma tevî astengî û zehmetiyan em ê projeyan temam bikin.”

Di çarçoveya domadina kar û xebatên xizmetguzariyê ji bo başkirina rewşa jiyanî ya gelê herêmê, li hemû deverên Rojavayê Kurdistanê şaredariyên gel bi hemû hewildanên xwe, tevî astengî û zehmetiyên cuda ku li hember wan derdikeve, berpirsyartî û erkê ku dikeve ser milê wan ji hêla pêşkêşkirina xizmetên bingehîn bi cih tînin.

Ji ber guhertinên avhewayê û zehmetiyên ku li ser herêmê di dema dawî de derbas bû, Şaredariya Gel a bajarê Amûdê bi zext û astengiyên cuda rû bi rû mabû. Ev yek bi awayekî rastersat bandor li ser kar û xebatên şaredariyê kir û hişt ku proje û pilanên şaredariyê yên salane heta astekê bê rawestandin. Di vê çarçoveyê de jî Şaredariya bajarê Amûdê bi hemû hewilanên xwe karîbû ku hevsengiyê bixe di navbera dabînkirina pêwistiyên gel û şopandina pilanên xwe yên salane di nava îmkanên bedrest de.

Di vî derbarî de, ji bo bal kişandina li ser kar û xebatên şaredariyê, proje û pilanên dawî yên Şaredariya Gel a Amûdê herwiha astengiyên ku li hember wan derdikeve, Hevserokê şaredariyê Mihemd Omerî ji rojnameya me re axivî.

‘Derengmayîna projeyan ji her rewşa avhewayê bû’

Hevserokê Şaredariya Gel a bajarê Amûdê Mihemd Omerî diyar kir ku pilanên wan ên sala 2026’an berdewamiya proje û xebatên sala borî ne û wiha anî ziman: “Lê ji ber sedemên avhewayê di nav de barîna baranê û bi taybet beref hişt ku kar û xebatên şaredariyê heya demekê bêne rawestandin, lê hîn projeyên me di asta pêkanînê de ne.”

Ji nav van projeyan ew bû ku sûkeke mezin ji bo firotina sebzeyan bê ava kirin, di gavekê de ber bi rêxistinkirina tevgera kirîn, firotin, bazirganiyê, peydakirina pêdiviyên şêniyan bi awayekî hêsanî. Di heman demê de çareserkirina pirsgirêk û astengiyên çûn û hatina di hundirê bajêr de, Şaredariya Gel ya bajarê Amûdê dest bi avakirina sûkeke nû ya sebzeyan ji bo kirîn û firotina sebze û fêkiyan li dervî bajar kiribû, lê ji ber sedemên avhewayê hat rawestanin.

Herwiha projeya Herêma Pîşesaziyê ku ji ber heman sedeman hat rawestandin, tevî giringiya wêyî mezin di piştgiriya çalakiyên pîşesaziyê û peydakirina derfetên kar ji bo şêniyan.

Mihemed Omerî wiha berdewam kir: “Ji projeyên xizmetguzariyê yên herî giring ji bo başkirina binesaziya rêyan, projeya (kevirên şikestî) bû ku divêyabû şaredariyê di dawiya sala 2025’an pêkanîba, lê ji ber barîna berfê, ev proje hat rawestandin. Em li bendê ne ku rewşa avhewayê baş bibe da ku demildest dest bi xebatan bikin.

Tevî zehmetî û astengiyan jî tîmên teknîkî yên şaredariyê, karîbûn beşeke ji projeyê pêk bînin û 10 kolanên di nava bajêr de hatin qeşirandin, di gavekê de ber bi başkirina rewşa rêyan û hêsankirina tevgera trafîkê. Wê kar û xebatên me berdewam bike, heya temamkirina xebatê mayî yên projeyê, di nav de danîna medayên mayî û kevirên şikestî.”

Di aliyê mirovahî de jî şaredariyê rola xwe lîst

Hevserokê Şaredariya Gel a bajarê Amûdê wiha gotina xwe qedand: “Dema ku bûyerên dawî li harêmê qewimîn û pêleka koçberiyê destpê kir, Şaredariya Amûdê wekî beşek di nav komîteya awarte de cih girt, lewma şaredariya roleke xweyî giring ji bo peydakirina pêdiviyên koçberan yên sereke li stargehên ku koçber tê de cih girtin, lîst. Ji wan re elktrîk peydakir di rêya pêxistina jernetoran wekî din xizmetên paqijî û kanalîzasyonê pêşkêş kir. Heya niha jî em van xizmetan ji bo koçberan re dabîn bikin. Ev sedem heya astekê wekî zexteke mezin li ser îmkan û kadroyên şaredariyê kir, ji ber vê yekê di nava bajêr de asta hin xizmetan vegeriya paş û ji pêşîneyên xwe hemû xist bin xizmeta bicihanîna pêdiviyên koçberan di nava şert û mercên awarte de.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.