Navenda Nûçeyan
Ji ber daketina nirxê lîyreya Sûrî û bilindbûna zextên aborî, herwiha cudahiya mezin a di navbera dahat û lêçûnê de kirîza jiyanî ya gel li Sûriyê kurtir dibe.
Li gorî raporekê ku ji aliyê Nivîsgeha Kordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî ve hatiye weşandin, tê de hat eşkerekirin ku lêçûna navîn a selika madeyên sereke yên xwarinê gihaştiye 169 dolarê Amerîkî bi qasî milyone û 970 hezar lîreya Sûrî ye, ev yek nîşan dide ku bi rêjeya ji sedî 2 bi dolar û ji sedî 4 bi lîreya Sûrî li gorî mehên borî, bilind bûye.
Ev bilindbûn berdewamiya pêla enflansyonê nîşan dide, êdî tenê bi nirxê serfkirinê girêdayî nemaye, lê belê di encama çend faktorên avahîsaziyê yên kurtir de ye, di nav de qelsbûna hilberîna herêmî, lêçûna veguhestinê ya bilind û girêdayîbûna bazarê bi hawirdekirinê re, digel qelsiya rêzedabînkirinê.
Cudahiya lêçûnan di navbera herêman de
Li gorî daneyan cudahiya lêçûnan bi awayekî berbiçav di navbera herêman de tê nîşan dan, li deverên navîn û başûrê Sûriyê lêçûna selika xwarinê dighêje 175 dolarî, piştre herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê tê di heman demê de li bakur û rojava jî bi rêjeya 156 dolarî kêm bûye. Ev wekî nîşaneyeke li ser cudahiya di nava astên peydabûna kelûpelan û dabînkirinê de. Zext ne tenê li ser xwarinê sînordar meye, ji ber ku bihayê selikek biçûk ya xwarinê dighêje 123 dolarî. Di heman demê ji bilî xwarinê, bihayê madeyên din ên girêdayî pêdiviyên paqijiyê jî bilind bûye, ku çarçoveya berfirhebûna buhayan nîşan dide, da ku aliyên cuda yên lêçûnên rojane jî di nav xwe de bigre.
Kêmbûna hêza kirînê
Li hember vê yekê, cudahî di navbera dahat û lêçûnên jiyanî de berfireh dibe, mûçe di navbera 200 û 300 dolarî de ye herwiha kiryên malan li Şamê dighêje 1000 dolarî, ev yek dihêle ku dabînkirina pêwistiyên bingehîn ji bo piraniya malbatan pir zehmet û dijwar be.
Tevî zêdebûna mûçeyan, lê hîna jî gel nikarin bighêjin wê astê ku bi bihabûnê re hevsengiyê çêbikin, di nava dewmakirina rewşa neewlehiyê li hin herêman, zehmetbûna gihaştina xizmetên herî sereke û bilindbûna rêjeya bêkariyê.
Li gorî texmînên fermî nêzî ji sedî 80 ji gelê Sûriyê di bin xeta xizaniyê de dijîn, di çarçoveya bêkariya berdewam û qelsbûna xizmetguzariyên bingehîn, ku kurahiya kirîza civakî û aborî a piştrast dike.
Lawaziya bazaran û xizmetguzariyan
Tevî peydabûna kelûpelan a berdewam di nava bazaran de, lê ew bi awayekî ne rêkûpêk û di bin zexteke zêde de dixebite, ji ber lawaziya daxwazê û lêçûnên xebitandinê yên bilind, nemaze li çend bajarên bingehîn.
Di sektora enerjiyê de, kêmbûneke rêjeyî di bihayên qenîneyên xazê de hatiye dîtin, lê ev başbûn di çarçoveya berdewama sînordarkirinên li ser dabînkirina li hin deveran, qels dimîne, ev yek bazaran li hemberî guherînên bi lez rûbirû dihêle. Hin herêm jî başbûneke qismî di peydakirina xizmetguzariyan dîtiye, li hemberî berdewamiya tengasiyan li hin herêmên din ku cudabûna şert û mercên ewlehî û lojîstîkî nîşan dide.
Kirîza mirovahî berdewam e
Li gorî Komîserê Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, kirîza mirovahî li Sûriyê hîn jî berfireh e, tê texmînkirin ku 16 milyon û 500 hezar kes di sala 2025’an de hewcedarê alîkariya mirovî bûn, tevî pirsgirêkên heyî hejmareke zêde ya penaber û koçberan vedgerin malên xwe.
Di raporê de hat diyarkirin ku piştî veguherîna siyasî li Sûriyê di 8’ê kanûna sala 2024’an de, zêdetirî milyonek û 300 hezar penaber vegeriyan heriwha milyonek û 900 hezar koçberên navxweyî ji 27’ê Mijdara sala 2024’an û ve vegeriyan e herêmên xwe yên resen.
Di encamê de, kirîza jiyanî li Sûriyê êdî ne tenê nîşana guherînên rêjeya serfkirinê ye, lê veguheriye kirîzek kûr a ji kokê, ku bi qelsiya aboriya herêmî û nehevsengiya bazarê ve girêdayî ye, ku her başbûnek qismî di bihayan de demkî û nedomdar dike, di çarçoveya nebûna çareseriyên aborî yên berfireh de. Ev nîşane piştrast dikin ku Sûriyê bi yek ji qonaxên aborî yên herî tevlihev re rûbirû ye, ku tê de enflasyon bi xizanî û xizmetguzariyên nebaş ve girêdayî ye.






