Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Islam û mafê karkeran

12/04/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Doza Şêx Seîd
Share on FacebookShare on Twitter

Hafiz Ahmet Turhalli

1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê ye. Di sala 1886’an de li welatê Emerîka li herêma Şîkagoyê bi komekî Karkerên ku doza mafê karkeran kirine û dest bi tekoşînê kirine, ew roj e. Li Şîkagoyê li gor zanyariyan karkerên zêdetirî pênc hezar kargehan tevlî vê tekoşînê bûne. Bi hezaran karker hatine sêdarekirin û kuştin, ji ber van kuştinan roja yekê Gulanê weke Roja Karkerên Cîhanê hatiye pejirandin.

Navnetewîbûna vê rojê jî, 1889 li bajarê Parîsê di Enternasyonala duyem de hatiye pejirandin. Ew roj ev roj e, karker ji bo mafên xwe di 1’ê Gulanê de derdikevin kolanan û vê rojê pîroz dikin.

Di rastiyê de ev cîhana ku hatiye avakirin û berdewam tê avakirin bi ked û xweydana karkeran hatiye avakirin.

Roja yekê Gulanê jî di cîhana Mirovan de divê weke grîngtirîn roj were destgirtin.

Cîhana ku me tê de çavên xwe vekir, weke cîhana Îslamî tê binavkirin. Çanda ku em tê de mezin bûn bandora Ola Îslamê li ser heye. Ol û bîrdozî formekî sereke daye miletên Rojhelata Navîn.

Rojhelata Navîn jî zêdetirî wê karkerin. Rojava û Emerîkayê endusturî û kargehên wê mezin û zêde bin jî, erdnîgariya me jî rençberî û karêkeriyên demsalî zêde ne.

Ji ber rastiya jiyanê divê em pirsgirêka karkeran binasin û bişopînin.

Divê em lêbikolin ka ew ola ku formê dide civaka me, ji bo mafên bingehîn weke mafê karkeran çi gotiye û kesên bawermendên vê olê divê sergotarê de çawa tevdigerin?

“Ucreta xebatkaran çiqas xweşike.” (Zumer 74)

Pêxember SXL wiha gotiye: Sê kes hene ku ez roja Mehşerê dujminê wana me. Kesê tiştekî dide û hîleyê sextekariyê dike, kesê mirovekî dike kole difroşe û wê perê dixwe û karkerekî digre û heqê wî nade.” (Îbnî Mace 11,II, 814)

“Beriya xweydana eniya karkerî zuha bibe, heqê wî bidin.” (Ibnî Mace II, 817)

Hz Mihemed sXl ser be, sehabiyê xwe bi navê Muazê kurê Cebel destê wî maçî dike. Dibêje “Muaz destê te çima weha qelişîne; ew jî dibêje ya Resulê Xwedê ez ji bo îdara malbata xwe kar dikim ji ber wê destên min qelişîne.” Pêxember destên wî maçî dike û weha dibêje, “Ya Muaz ez sûnd dixum ku dê agirê Cehennemê nikaribe van destên te yên kedkar bişewitîne.”

Belê dema mafê karkeran were vegotin, weke civakekî misilman divê ev tevgera Pêxember û gotinên wî ji me re bibin pîvan. Pêxember destê yekê xwedan pere û xwedan desthelat maçî nekiriye, lê destê karkerekî maçî kiriye. Divê civaka misilmanan jî qîmetê bide karkeran û rençberan, ne ku qîmetê bide kesên kedxwar û desthelatdar.

Em îro bi eşkere temaşe dikin, li cem civakên misilman tu qedr û qîmet ji bo karkeran nîne, berovajî tepaserkirin û bê qîmetkirina karkeran heye.

Divê em vê rastiyê bibînin û vê rewşê biguherînin. Di cîhana Îslamî û kesên ji xwe re dibêjin em misilmanin, karkeran biçûk dibînin, mafên wan nadin û ji bo mafên wan tekoşînê piştguh dikin. Herî zêde kesên mafên wan tên xwarin û tu garantiyekî wan yên jiyanê nayin dabînkirin di cîhana Îslamîde, kesên karker û rençberin. Bê guman dema alîgirên olekî bûn alîgirên desthelatê ev rewş di her berdewam be. Mafê karkeran li gor Qur’an û jiyana Pêxember, mafekî pîroze û divê Misilman xwe ji kedxwariya karkeran biparêzin. An na; dê Pêxember di mehşerê de bibe neyarê kedxwaran.

Roja Karkerên Cîhanê pîroz be.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.