Hêvî Keleş/ Qamişlo
Rêvberê Nexweşxaneya Heyva Sor A Kurd a Telasîmyayê Ehmed Hacî diyar kir zêdetirî 450 nexweşên Telasîmyayê li nexweşxaneyê tên tedawîkirin, ji ber hejmaran wan ya zêde nexweşxane zehmetiyan di peydakirina xwîn û dermanên pêwîst de dikşîne.
Talasemiya komek nexweşiyên xwînê yên mîrasî ye ku bandorê li şiyana laş dike ji bo hilberandina hîmoglobînê, protîna di xirokên sor ên xwînê de ku berpirsiyarê veguhestina oksîjenê li seranserê laş e. Di vê rewşê de, laş kêmtir an jî cureyek neasayî ya hemoglobînê hildiberîne, ku dibe sedema hilweşîna bilez a xirokên sor ên xwînê û kêmbûna xwînê. Giraniya talasemiyê ji sivik heta giran diguhere, talasemiya biçûk heye, ku pir caran nîşanên zelal nîşan nade, telasemiya navîn heye, ku hewceyê çavdêriya bijîşkî ye û talasemiya giran heye, ku rewşek cidî ye û hewceyê dermankirina domdar e. Kesên bi telasemiyê nîşaneyên wekî zerbûn, westandina zêde û qelsiya giştî nîşan didin. Zarok dikarin ji mezinbûna derengmayî, ji bilî îhtîmala sekinandina mezinbûnê cefayê bikişînin.
Ji bo sivikirina barên nexweşan, di dawiya sala 2023’an de nexweşxaneya Telsaîmyayê hate vekirin, ev nexweşxaneya ku li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo ye, 450 nexweşên ji herêmên Reqa, Şedadê, Dêra Zor û Cezîrê derman dikir.
Di navbera 6 û 29’ê Çileya 2026’an de yek ji wan serdeman bû ku rewşa tenduristiyê herî zêde ji êrîşan bandor bû, Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd a ji bo Telasemiyê û Şewatê jî herî zêde bandor bû, ji ber ku gelek nexweş ji ber rewşa ewlehiyê nekarîn dermankirinê bistînin. Di nav krîzên ewlehî û aborî yên berdewam de, Nexweşxaneya Telasemiyê li Qamişlo ji bo jiyana bi sedan nexweşan xeta yekem a parastinê dimîne, lê îro ew bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ye ku ji bo misogerkirina berdewamiya dermankirinê û dabînkirina asta herî kêm a lênihêrîna tenduristiyê mudaxeleya lezgîn hewce dike.
Girêdayî vê mijarê Rêveberiya Nexweşxaneya Heyva Sor A Kurd a Telasîmyayê Ehmed Hacî ji Ronjnameya me re axivî.
‘Rewşa tenduristiyê di bin bandora şert û mercên ewlehiyê de xirabtir dibe’

Rêveberiya Nexweşxaneya Heyva Sor A Kurd a Telasîmyayê Ehmed Hacî anî ziman ku Nexweşên Telasîmyayê ji 10 roj heta 15 rojan pêdiviya wan bi xwînê heye û wiha got: “Hejmara nexweşan bilind de û bexşîner kêm in, ev jî astengiyan li ber karê me derdixîne û gelek kes bê tedawî dimînin û carinan dighêja asta ku jiyana xwe ji dest bidin. Xwîna em bi dest dixin pirî caran bi riya bangewaziyê li ser mîdya Dijîtal e, herwiha bi riya ragihandinê ye, bi vî awayî mirov tên xwînê bexş dikin. Li herêmê bankek xwînê tune ji ber wê jî pir caran nexweş kêmasiya xwînê dibînin û malbat li bexşîneran digerin, lê carinan ew nikarin kesekî bibînin. Pêwst dike ku bankeke xwînê li Qamişlo were vekirin da ku ev pirsgirêk li herêmê çareser bibe. Ji bilî wê dabînkirina dermanan jî sînordar e û ti rêxistineke fermî di vî warî de alîkariyê nade me. Em di peydakirina dermanên biha de rastî zehmetiyên mezin tên, ji ber dermanên ku ji bo vê nexweşiyê re pêwîst dikin biha ne û hin ji wan heqê wan dighêje zêdetirî 400 dolarî, em dikarin van dermanan peyda bikin lê bi hejmarên kêm, ji ber ku hejmarên nexweşan geleke. Nebûna van dermanan, digel kêmbûna xwînê, rewşa tenduristiya nexweşan xirabtir dike û wan ji bo tevliheviyên giran ên ku carinan dikarin bibin sedema mirinê. Lê belê Heyva Sor hemû hewlên xwe dide ku wan peyda bike û heta ji me tê em alîkariya malbatan dikin.”
Bi sedan nexweş jiyana wan di bin xeteriyê de ye
Ehmed Hacî eşkere kir ku rewşa tenduristiyê li Herêma Cizîrê ji ber pêşketinên ewlehiyê yên dawî gelek bandor bûye û wiha pê de çû: “Nexweşxaneya Talasemiyê yek ji wan saziyên herî zêde zirar dîtiye di pêşketinên ewlehiyê yên dawî. Nexweşxane di dema êrîşên Hikûmeta Şamê de deh rojan girtî ma, ev yek jî dermankirina bi sedan nexweşên ku hewceyê veguhestina xwînê ya birêkûpêk in asteng kir. Niha nexweşên ji Reqa, Şedadê û Dêra Zorê ji bo dermankirinê nayên nexweşxaneyê. Pêdivîya wan bi veguhestina xwînê heftê carekê heye û ti agahî li ser awayê wergirtina dermankirina wan li cem rêveberiya nexweşxaneyê tune ye. Ev nexweş sê meh in ji bo dermankirinê nehatine û li wan deveran nexweşxaneyên taybetî yên telasemiyayê tune ne, ev jî xeteriya li ser jiyana wan zêde dike û ji bo vê çareseriyek lezgîn hecwe dike ji ber ku her diçe xeteriya li ser jiyana wan zêde dibe.”
‘Her yekîneyeke xwînê dikare jiyana zarokekî rizgar bike’
Rêveberiya Nexweşxaneya Heyva Sor A kurd ya Telasimyayê Ehmed Hacî axaftina xwe wiha qedand: “Ev nexweşxane, ku di dawiya sala 2023”an de vebû, yekane navenda dermankirina talasemiyê ya pispor li herêmê ye, ku rojane xizmetên belaş pêşkêşî bi sedan nexweşan dike, ev yek ji ber çavkanî û şiyanên sînorkirî, wê dixe bin zextek mezin. Vekirina beşek taybetî ya talasemiyê di sala 2025”an de gavek girîng bû ber bi sivikkirina êşa nexweşan ve. Lêbelê, pirsgirêkên berdewam, di serî de nebûna piştgiriya bijîşkî û lojîstîkî, hîn jî astengî li pêşiya pêşkêşkirina xizmetan di asta pêwîst de digirin. Em weke Rêveberiya nexweşxaneyê ji bo malbat û rêxistinên mirovî bangên lezgîn ji bo bexşandina xwînê û piştgiriya rewşa tenduristiyê didomîne û tekez dike ku jiyana bi dehan nexweşan bi hebûna van çavkaniyên girîng ve girêdayî ye. Her yekîneyeke xwînê dikare jiyana zarokekî rizgar bike, di rewşeke tenduristiyê ya hesas de ku pêdivî bi bersiveke lezgîn ji rayedarên peywendîdar û rêxistinên mirovî heye.”






