Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Parastina paqijiya bajêr erka welatî û şaredariyê ye’

12/04/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Parastina paqijiya bajêr erka welatî û şaredariyê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Esmehan Gedro/ Qamişlo

Welatiyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku parastina paqijiya bajêr rê li ber belavbûna nexweşiyan digre û gotin, “Parastina paqijiya bajarê me erka welatiyan û şaredariyê ye. pêwîst e şaredarî û welatiyên bajêr bi hev re bajarê xwe baqij û bedew bihêlin.”

Li hin taxên bajarê Qamişlo bi awayekî berbiçav gemar û çop zêde bûye, ev yek jî dibe sedema belavbûna nexweşiyan û têkçûna bedewiya bajêr. Ev dîmen herî zêde li bazarên gerok yên mîna bazara yekşemê û bazara sêşemê tê dîtin. Sedema wê jî ew e ku firoşkarên van bazarên gerok bermahiyên sebzeyan li şûna xwe li erdê dihêlin û sebze xerab dibin û bêhneke pir nexweş derdikeve. Herwiha li hin kolanan jî ji ber ku hin welatî çopê diavêjin erdê ev rewş derdikeve.

Li aliyekî din jî, piştî hatina werzê biharê êdî gel derdikeve nava xwezayê û hinekî bêhinvedanê dike, lê bermahiyê çopê li şûna xwe li nava daristanan û çolan dihêle û ev yek zerarê dighîne xwezayê. Herwiha zerarê dighîne avhewa jîngehê bi giştî.

Dema em behsa paqijiyê bikin, helbet ne tenê şaredarî û karkerên paqijiyê berpirsyarê vê yekê ne, lê berpirsyartiya sereke dikeve ser milê welatiyan. Di serî de pêwîst e çanda paqijiyê di nava welatiyan de bê belavkirin û girîngiya wê bê fêmkirin.

Di derbarê vê mijarê de hin welatiyên bajarê Qamişlo ji Rojnameya me re axivîn û nêrînên xwe anîn ziman.

‘Em bi hêvî ne ku şaredarî bêhtir girîngiyê bide paqijiyê’

Welatiyê bi navê Ezedîn axivî û wiha got: “Em bi hêvî ne ku şaredariya bajêr bêhtir girîngiyê bide paqijyê û baştir bi karê xwe rabe, herwiha welatî jî kolanan qirêj nekin. Dema ku herêm ne paqij be wê gelek nexweşî derbikevin û bi taybet li cem zarokan. Çiqasî herêm û welatê me paqij be ewqasî jî nexwaşî dernakevin. Em bang li şaredariyê dikin ku li ser vê qirêjiyê bisekine û kolanên herêmê ji qirêjiyê paqij bikin. Helbet divî welatî jî kolanan qirêj nekin û alîkariya şaredariyê bikin.”

‘Paqijî erka welatiyan û şaredariyê ye’

Welatiyê bi nave Silêman Yûsif anî ziman ku paqijiya herêmê di destê şaredariyê û welatiyên bajêr de ye û wiha

got: “Pir caran ez li kolanên derdora xwe dinêrim pir qirêje û carinan jî paqije. Daxwaza min ji bo şaredariyê ew e ku paqijiya herêmê bike û kesên ku li kolanan, gemarê davêjin erdê wan agahdar bikin û hişyariyê bidin wan ku gemara xwe nevêjin û bajarê xwe paqij bikin. Dema ku derdora mirov qirêj be xweza jî qirêj dibe, xemla bajaran û herêman bi paqijî û xwezayê xweş e. Ji ber ku bajar û herêm bi paqjiyê geş dibe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.