Hemza Sêvo
Siyasetmedar Fûad Umer da zanîn ku berdewamiya şer û pevçûnan li Rojhilata Navîn di sed salên borî de encamên erênî yên berbiçav dernexistin, li şûna vê, bûne sedema kûrbûna parçebûnan, belavbûna siyasî û got, “Îro projeya Kurdî, an jî çareseriya ku Rêber Apo daye pêş, yek ji modelên ku xwe dispêre aştî û avakirina civakê li ser bingehên demokrasiyê.”
Ji dirêjahiya dîrokê ve hêzên hegemon Rojhilata Navîn xistine nava jîngeheke tevlîhev ji şer û pevçûnan, di heman demê de van hêzên serdest konên reş li ser projeyên aştiyê de vegirtin. Derbarê heman mijarê berpirsê Ofîsa Têkliyên Dîplomatîk a PYD’ê li Ewropa Fûad Umer bersiva pirsên Rojnameya me dan û hevpeyvîn wiha bû:
-Hûn destwerdanen ku hêzên serdest di herêma Rojhilata Navîn de dikin çawa dinirxînin, ev planên ku îro tên meşandin çawa ne û ji kengî ve xebat li ser tê amadekirin?

Rojhilata Navîn wekî herêmek jeopolîtîk tê pênasekirin û ew girîngiya xwe ji cihê xwe yê stratejîk ku sê parzemînan bi hev ve girêdide, ji bilî ku kenalên deryayî yên herî girîng ên cîhanê û dewlemendiyên mezin ên neft, gaz û madenan tê de hene. Van taybetmendiyan, herêm ji bo pevçûnên navneteweyî û pêşbaziya di navbera hêzên mezin de kiriye navendeke domdar. Wekî din, ew di derketina olên ezmanî de xwedî nirxên dîrokî ye û nirxên şaristaniyê yên ku bi hezaran salan dirêj dibin. Li Rojhilata Navîn em bi pirsgirêkên civakî yên herî kûr û berfireh re dijîn, di heman demê de welat û hikûmetên me yên herî paşketî ne û ji bo çareserkirina krîz û pirsgirêkên demdirêj ên sedsalan e, ji bo çaresrekirina van pirsgirêkan jî nêrîna bîrwerî û siyasî tuneye. Di vê çarçoveyê de, têgeha ‘Rojhilata Navîn a Nû’ piştî bûyerên 11’ê Îlonê bi awayekî pratîk û berbiçav derket holê, wekî projeyeke siyasî-stratejîk a ku armanca wê ew e ku herêmê ji hêla erdnîgarî ve ji nû ve biguherîne û ji hêla siyasî ve bi rengekî ku xizmeta berjewendiyên hêzên serdest dike, di serî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Koka vê projeyê vedigere salên 1990’an, dema ku Dewletên Yekbûyî piştî bidawîbûna Şerê Sar bû hêza herî berbiçav a cîhanî û ji bo guhertina sîstema navnetewî, di nav de Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên wê yên istratejîk. Ev proje ne tenê bi guhertina rejîmê re sînordar e, lê jinûveavakirina avahiya dewlet û hevpeymanan e û afirandina kiyanên ku kontrolkirina wan hêsantir e. Qeyranên navxweyî û israra hêzên hegemon ku dev ji têgeha desthilatê bernade ku tenê temsîla komeke biçûk dike û ew jî dibe dewleteke serdest çavkaniyên gelê xwe kontrol dike, li welatên herêmê, bi taybetî welatên Ereb tên dîtin. Ev yek jî ligel têkçûna aborî û bilindbûna parçebûnên mezhebî, alîkarî da afirandina jîngeheke guncaw ku derfetê ji bo serkeftina projeya Rojhilata Navîn peyda kir. Ji destpêka xwepêşandanan di 2010’an de, qelsbûna netew-dewletê li Rojhilat zelaltir bû û rê li ber destwerdanên derve vekir ku van krîzan ji nû ve armanc kirin da ku hevsengiya hêzê li herêmê ji nû ve xêz bikin. Dewletên Yekbûyî di vê çarçoveyê de hêza herî berbiçav tê hesibandin, xwe dispêre tevliheviya destwerdana leşkerî ya rasterast, nemaze li Îraqê û destwerdana neyekser bi rêya şerên wekîl, armanc dike ku çavkaniyên stratejîk, bi taybetî neft û gazê bike bin serweriya xwe. Washington xwest ku pergala herêmî bi rêya projeyên wekî ‘Rojhilata Navîn a Mezin’ ji nû ve teşe bide, rêyên aştiyê di navbera welatên herêmê û Îsraîlê de pêş bixe û rola hêzên hevrik ên mîna Îranê kêm bike. Berevajî vê yekê, hêzên din ên navdewletî yên wekî Çîn û Rûsya derketin holê, bi Çînê re balê dikişîne ser bandora aborî û ewlehiya çavkaniyênên enerjiyê. Lê Rûsya hebûna xwe ya leşkerî û siyasî xurt kir, bi taybetî li Sûriyê, di nav pêşbaziyeke navneteweyî de ku veguherînên ber bi sîstema pirralî ve nîşan da. Di encamê de, mirov dikare bibêje ku projeya ji nûveavakirina hevsengiya hêzan, encama hevbandoriya tevlihev a di navbera xwestekên Amerîkayê yên ji bo hegemonya gerdûnî ji salên 1990’an ve, krîzên navxweyî yên li welatên herêmê û pêşbaziya navneteweyî ya li ser çavkaniyên jiyanî ye. Serdestiya li ser enerjî û madenên stratejîk rêbaza herî girîng e ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi rêya wê Rojhilata Navîn dîzayîn bike, ew jî bi rengekî ku berdewamiya bandor û berjewendiyên xwe di sîstema navneteweyî de misoger bike.
-Her tim ev hêzên serdest di rêveçûna vî şerî de ji bo pêkananîna berjewendiyên xwe, dixwazin hêz an jî dewletên herêmê bikişînin şer û tevlîheviyê, gelo hûn vê yekê çawa digirin dest?
Rojhilata Navîn îro li gelek welatên wekî Iraq, Sûriye, Tunis, Lîbya û Sûdanê, xwedî hikûmetên lawaz û belavbûyî ne, nikarin serwer bin li ser xaka xwe an saziyên siyasî, civakî û aborî. Ev hilweşîna navxweyî ne tenê bi lazbûna siyasî re sînordar e, lê belê bi belavbûna dezgehên ewlekariyê, belavbûna hêzên çekdar ên derveyî dewletê. Ev yek lawaziya van welatan zêde dike û wan dihêle ku bi awayekî bi lez bikevin bin bandora destwerdanên derveyîn. Ev hemû şert û merc ji bo hêzên mezin, bi taybetî jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, derfeteke berfireh didin ku sîstema herêmî li gorî berjewendiyên xwe yên stratejîk ji nû ve saz bikin û krîzên dewletê yên navxweyî veguherînin amûrên ji bo jinûvexêzkirina nexşeyên siyasî yên serwer.
Di nêrîn û analîzeke kû de dema ku hêzeke mezin dixwaze pergaleke siyasî, civakî û aborî ya nû ku li gorî berjewendiyên xwe li hev dike ji nû ve teşe bide an jî biafirîne, ew bi gelemperî neçar e ku vê yekê bi zorê ferz bike, nemaze eger avaniya navxweyî ya dewletê bi nakok be an jî nikare xwe bi rêxistin bike. Tiştê ku Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê di gelek daxuyaniyên xwe de bi eşkereyî tekez kirin ev e, li ber çavan e ku bidestxistina ‘aştî û aramî’ li hermeke ku bi parçebûnên kûr û lawazbûna navxweyî tê karakterîzekirin, pêdivî bi bikaranîna amûrên hêzdariyê û kontrola stratejîk heye, çi ji hêla leşkerî, aborî an jî dîplomatîk ve ev yek pêwîst dike da ku pêkanîna sîstema nû li gorî erjewendiyên wan bin. Di vê çarçoveyê de, rola Îsraîlê wekî aliyekî çalak a herêmî ya sereke xuya dike, ew li gorî armancên Amerîkayê tevdigere, çi bi rêya piştgirîkirina hegemoniya leşkerî û ewlehiyê, an bi rêya beşdarbûna di avakirina hevpeymanên herêmî de, an jî xurtkirina xwe di nav pergala herêmî ya nû de .
-Eger rewş wiha bi şer û tevlîheviyê bidome ew ê çi bibe, wê pêşeroja herêm û gelan ber bi rewşeke çawa ve biçe? Herwiha rêyên çareseriyê çi ne?
Berdewamiya şer û pevçûnan li Rojhilata Navîn di sed salên borî de encamên erênî yên berbiçav dernexistin, li şûna vê, bûne sedema kûrbûna parçebûnan, belavbûna siyasî û civakî, hem jî têkilî di navbera dewlet û civakê pir qels bû. Ev pevçûnên ku dubare dibin sedema windabûna baweriya di navbera gel û hikûmetan de. Cûdabûna mezhebî, etnîkî û herêmî, û tevliheviyên birêvebirina çavkaniyên aborî û aramiya siyasî derketin holê. Ji aliyê din ve, vekirina derî ji bo çareseriyên li ser bingeha aştîyane, jiyana bi hev re û qebûlkirina yên din derfetê dide ji bo jinûveavakirina civakeke aram û ewletir. Projeyên aştîyê, diyalog û însiyatîfên aborî yên beşdar dikarin çavkaniyên pevçûnê û şeran veguherînin jiyaneke hevbeş, di heman demê de rê li ber qeyranên civakî û siyasî bigire da ku hevkarî di navbera civak û welatan de were avakirin. Herwiha rikberiya bîrdozî û aborî li şûna ku serwerî li pêş bikeve dihêle civak sûdeke demdirêj werbigire, hem jî rê li pêşiya destwerdanên derve digire yên ku dixwazin bi sedema şeran destwerdanê bikin û ji şer sûd werbigirin. Ji ber vê yekê bijaka aştiyê û rêbazên wê li ser bingehê jiyaneke hevbeş û siyaseteke pêşketî ji şerên mayînde û bêserûber çêtir e, ev yek jî gelek caran hatiye tekezkirin. Di çarçoveya lêgerîna çareseriyên aştiyane û domdar ên krîzên Rojhilata Navîn de, îro projeya Kurdî, an jî çareseriya ku Rêber Ocalan daye pêş, yek ji modelên ku xwe dispêre aştî û avakirina civakê li ser bingehên demokrasiyê. Hêzên Kurd, çi li Îraq, Sûriye, Tirkiye an jî Îranê, êdî tenê li ser daxwazên neteweyî yên kevneşopî hûr nabin; Li şûna vê, nerînawan berfireh bû, avakirina civakekê ku tê de kes û komên xwedî îdeolojiyên cuda, ol mezhebên pirreng bi hev re bijîn, di heman demê de balê dikişînin ser mafên siyasî, aborî û çandî yên hemû pêkhateyên civakê. Ev proje di warê pirsgirêkên herêmî de guhertineke mezin temsîl dike, ji ber ku ew dixwaze ji terzê pevçûn û şerê domdar dûr bikeve, li şûna wê xwe dispêre diyalog, têgihiştin û hevkariyê, bi vî awayî derfetên rastîn ji bo avakirina pergaleke civakî ya aram û ewle diafirîne.






