Tekoşîn Amara
Endama Meclisa PJAK’ê Zeynep Xorasan destnîşan kir ku di Îrana nû de civakeke demokratîk û azadîxwaz dikare rola xwe baştir bileyîze ku gelê Îranê ji tarîtiya 47 salan derxîne ber bi ronahiyê ve û wiha got: “PJAK û KJAR xwedî piroja Neteweya Demokratîk in, ji bo Îraneke nû dikarin pêşengiyê ji hemû gelên Îranê re bikin. Sîstemek demokratîk dikare hemû gelan hembêz bike, civaka Îranê ya rengîn biparêze û bîne gel hevdû.”
Di derbarê rewşa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de endama Meclîsa PJAK’ê Zeynep Xoresan bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha ye:
– Di şerê Rojhilata Navîn de armanca qirkirina Kurdan ji aliyê hêzên hegemon ve bûye mijara esasî; çi li Rojhilat, çi jî li herêmên din hûn van pilanên heyî çawa dinirxînin?
Em wekî gelê Kurd ê kevnar, yên keviyên Zagrosan li ser van axan gelên herî qedîm in. Bi hezaran salan em têne înkar û qirkirin; bi taybet di 200 salên dawiyê de em bi qirkirinekî fîzîkî, çandî û fikirî re rû bi rû dimînin. Kurd hem ji aliyê hêzên Rojhilata Navîn mînak wekî dewletên Tirk, Ereb û Îran, hem jî ji aliyê hêzên hegemon ve rastî êrîşên tûj û tije tên. Lê heqîqetekî wisa li holê heye: Kurd ew gelê ku li Rojhilata Navîn hêza herî zêde ciwan e, xwedî ezmûneke jiyanê ye û hêza berxwedêr e. Gelek caran gelê Kurd rastî îxanet û bahozan hatiye, lê wekî dara mazî kokên xwe kûr berdaye axê, tu bahozan nikariye koka wan bihejîne. Dîsa mînak dewletên wekî Îran, Sûriye û Tirkiye heta roja me ya îro jî Kurdan înkar dikin. Lê hêza herî rêxistinkirî, xwedî bername û proje li Rojhilata Navîn Kurd in. Yanî di Rojhilata Navîn de, hêza ku ji vîna Kurdan re rêz raber neke û statuya gelê Kurd nas neke, wê şansê wan ê serkeftinê tune be. Dewletên Kurdan înkar bikin, wê nikaribin pirojên xwe pêk bînin. Me got Kurd xwedî stratejiyeke ronak in û xwedî xeta sêyemîn in; xeta me diyar e: civakekî azad, wekhev, di wê civakê de mafê hemû mirovan bê parastin.
Pîlanên hêzên heyî li ser Kurdan ew e ku Kurdan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Lê ew Kurdên kevin ku xwe didan bi karanîn dema wan çûye. Kurdên ku niha heyî Kurdên ku Rêber APO ava kiriye; Kurd li dijî sêdarkirinê, li dijî girtin û sertewandinê radibe, serhildêr e. Kurdê ku ji bo mafê Kurdan biparêze ne carekê, bi dehan caran dikare xwe feda bike. Kurdê sedsala 21’ê bi cesaret e, Kurd ji bo parastin û azadiya xwe, xwe rêxistin dike, Kurd xwedî vîn e û Kurd ji bo parastina nirx û çanda xwe dikare xwe feda bike.
-Ev zêdetirî mehekê ye şer li Îran û Rojhilat berdewam dike, xeta Kurdan li wan herêman ji bo xwe hilbijartine çi ne û çawa dikarin nasnameya Kurdan biparêzin?
Ev bûye zêdetirî çil rojî şerekî giran di navbera DYA, Îsraîl û Îranê de berdewam dike. Li gel ku tu guhertinek di çarçoveya daxwezên civak û gelan de pêşneketiye, agirbestek demkî hatiye îlan kirin. Ev şer, şerê berjewendî û yê enerjiyê ye. Ev şerek e ku tê de mafê jinan, ciwanan û hemû mirovên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê nayê parastin. Şerek e ku tê de ji bermayiyên dîrokê bigire heta xweşikiya jîngehê her tiştî wêran dike. Sedema derketina vî şerî dewleta Îranê bixwe ye. Em dikarin mînakekê bidin: di aliyekî de şer giran bûye, mirov tî û birçî ne; ji aliyekî din de dewleta Îranê her roj ciwanên bêguneh û bê suç, bi tenê ji ber ku mafê azadiya xwe xwestin sêdar dike, her roj bi dehan bi navên cuda digire, îşkenceyên fîzîkî bigire heta yên ruhî re derbas dike.
Ji bo ku hebûna Kurdan em biparêzin, yek şertê vê heye. Ew jî ev e: bûna xwedî xeteke bawerî û bîrdoziyekî li ser esasê heqîqetê. Ji bo parastina mafê Kurdan em di wê baweriyê de ne, em wekî PJAK û KJAR xwedî piroja Neteweya Demokratîk in û em ji bo Îraneke nû dikarin pêşengiyê ji hemû gelên Îranê re bikin. Sîstemek demokratîk dikare, hemû gelan hemêz bike, civaka Îranê ya rengîn biparêze û bîne gel hevdu. PJAK jî xwedî rêxistinek demokratîke ku xwe li ser paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jine bi rêxistin dike. Di Îrana nû de civakekî demokratîk û azadîxwaz dikare rola esasî bilîze û dikare gelên Îranê ji tarîbûna 47 salan derxîne nava ronahiyekê. Ev ronahî roj bi roj nêz dibe, dewleta Îranê bi vî zihniyeta xwe ya desthiltdariyê we, demên xwe yê daviyê jiyan dike. Ji bo wî ye ku evqasî di demên xwe yê zehmet de êrîşê ser gel û civakê dike.
-Li Rojhilat û Îran Partiyên Kurdan yektiya xwe avakirin; ev yektiya çiqasî bandor li Îran û parastina mafê Kurdan bike?
Di Rojhilatê Kurdistanê de bi salan e ku gelê Kurd li bende ye bi yek dengî qîrîna êş û janên dilê xwe bigihîne hemû cîhanê. Bi salan hesreta yekbûna yektiya gelê Kurd jiyan dike. Gelê Rojhilatê Kurdistanê di wê zanistiyê de ye ku ancax bi ruhê yektiyê dikare bigihîje azadî û hemû mafên xwe. Ji bo pêşiya êrîşan bigirin, bi ruhê komîn û hevgirtinekî rast dikarin bibin hêza çareseriyê ji hemû pirsgirêkên gelê Kurd û Îranê re. Ji ber polîtîkaya Îranê ew e ku gelan dike dijminê hevdu û li ser vê temenê xwe dirêj dike. Siyaseta dewleta Îranê ya rojane ew e ku di her malbatekê de ji bo parçekirina civakê ji xwe re ajanek yan jî dibêjin besîçekî çêdike. Em di wê baweriyê de ne ew sekna partiyan a perçebûyî êşên gelê Kurd zêde dikirin, hezkirina ji nîştiman re kêm dikir û bêhêvîtî çê dikir. Ji ber wê ev yektiya gelê Kurd di aliyê ruhî û manevî de gelê Kurd bihêz kir û çavên wan ji bo azadiyê dan teyîsandin. Em çiqas bibin yek em ewqasî hebin, em ewqas bihêz bibin û hêzên desthilatdar û hegemon wê mecbûr bibin hesabê gelê kurd bikin. Em ji dîroka xwe dizanin sedema binketina gelê Kurd nebûna yektiyê û xwedî li hevdu derneketin e. Yê ku dê bihêle gelê kurd bi nasname, çand, zimanê xwe jiyan bike, ji hebûna me re rêz bê nîşandan û hesab bên kirin yektiya gelê Kurd e. Îro ji nan û avê zêdetir pêwîstiya me bi yektiyê heye. Dema ku me yektiya xwe çêkin em dikarin xwedî li nasname û dîroka xwe derkevin. Yektiya gelê Kurd garantiya azadiya hemû gelên li Îranê jiyan dikin e.
-Ji Raperina “Jin, Jiyan, Azadî” heta niha jin pêşengtî ji şoreşa Rojhilat re dikin, heman demê de, Îro em dibînin ku êrîşekî pir dijwar li ser jinan tê meşandin, hûn vê çawa dinirxînin?
Jinan di dîroka Îranê de her dem bi cesaret û fedakariyekî mezin rola pêşengiyê lîstine. Di sala 1979’an de ji bo hilweşandina pergala dagirker a Şah jinan bi cesaretekî mezin pêşengtî kirin. Îro jî ew roj careke din xwe nûjen dike; ji bo Îraneke demokratîk û azad, jin û ciwan hêza esasî ya pêşengiyê ne. Potansiyela şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” hîna wekî çemekî diherike û hîna jî di nava civakê de zindî ye. Ew şoreş ji bo jinan û ji bo civakeke azadîxwaz mîladeke ku jê venager e. Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” hemû civaka li Îranê jiyan dike, ji jinan bigire ta ciwan û gelên Îranê anîn gel hevdu; di şeqaman de kirin yek deng, di jiyanê de kirin yek hest û di newroza biharê de kirin yek govend. Dewleta Îranê herî zêde ji jinên zana û rêxistinkirî ditirse. Bi vê şoreşê re jinan perda tarîbûna 47 salan qetand û berê xwe da zanista xwe bi rêvebirinê. Yanî li Rojhilatê Kurdistanê bigire heta Îranê mirov dikare bêje, berî şoreşê û piştî şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”. Model û Wêneyeke Îraneke nû “Jin, Jiyan, Azadî” ye. Xeta me azadiya gelê Kurd û gelên Îranê wê bi fikir û felsefeya şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” misoger bibe û wê bi serkeftinê tacîdar bibe.
-Herê dawiyê banga we ji bo gelê Kurd çi ye?
Em li ser vî bingehî berê xwe didin Îraneke rengîn a ku temsîla hemû civakan dike. Divê hemû gelê me bi ruhê seferberiyê xwe rêxistin bike û ji Îranê ku mafê jinan û gelan nas nake re bêje “na”. Divê em bizanbin em tu mafên xwe û jiyana bi rûmet û azad teslîmî hêzên desthilatdar û dagirker nekin. Wekî Rêber APO jî dibêje: azadî bê bedel nabe. Sonda me ew e ji bo em azad jiyan bikin çi bê xwestin divê em bikin.






