Idrîs Henan
Aloziya li Sûriyê ji destpêka 2011`an ve ne tenê leşkerî û siyasî bû, lê belê bi demê re diyar bû ku aliyekî meselê yê sereke; ji nû ve vesazkirina aboriya welat û desteserkirina navend û jêderên hêza darayî ye.
Di heman çarçoveyê de, taybetkirina malkaneyên giştî weke sernavekî serdema vê hikûmeta veguhzê û girîngtirîn refleksa qonaxa nû ne. Hikûmeta defakto ya HTŞ van kiryaran weke amûrên reforma aborî û baştirkirina karîgeriya xizmetguzarî nîşan dide. Yanê bi gotineke heq, dizî û firotina mal û milkên welêt rewa dike! Ev karekterê nû yê desthilatdariyê, çarenûsa siyasî û aborî ya Sûriyê ber bi jirêderketineke nû ve dibe. Nemaze dema em zanibin ku hemû kiryar di heyamekî nezelal, bê aramî, bê çavdêrî û bi guman de pêk tên. Mirov, di rewşeke wisa nehevseng de, nikare ji (dabeşkirina mal û milkên welat) bêtir ti wateyeke din bidê.
Tişta diyar û hatiye isbatkirin ku ev rewş û kiryar ne nû ye. Lê belê ji roja ku dewleta Tirk a dagirker destwerdana Sûriyê kiriye re dest pê kiriye. Ango; dema ku şert û mercên razber û şênber ên hundir û derve bi nav hev dikevin, mirov rola Tirkiyê ya berbiçav ferq dike. Taybet li bakurê Sûriyê ku qadeke gewre ya dagirkeriyê ye.
Dema ku mirov çavekî li wê qadê dixe, rola beloq û bandora aboriya Tirkiyê dibîne. Ji Lîreya wê bigire heya birêvebirina sazûmaniyên jiyanî yên weke ceyran, av û tendirustiyê ve were. Hemû jî girêdayî bazar, kargêrî û çarşiya Tirkiyê ne. Ji lew re; em nikarin realîteya heyî ji stratejiyeke hê mezintir a serweriyê bibirin. Armanca wê ya bingehîn jî entegrekirina li ser bingeha daqurtandinê û Sûriyê bê aboriyeke navendî hiştin e.
Tevî ku Tirkiyê hewl dide niyetên xwe yên tekûzkirina dagirkeriyê veşêre û weke destekdan nîşan bide, lê tişta li ser erdê berovajî vê yekê ye ku ji Sûriyê pirtir, tenê xizmetî azwerî û çilekiyên Tirkiyê dike. Di armanca sereke ya van nêzîkatiyên Tirkiyê de, lawazkirina serweriya navendî ya Şamê heye ku li ser bingeha serweriyeke aborî, her tiştî li Sûriyê bi Enqerê ve girêde. Bê guman ev yek jî dê destê wê ya siyasî li Sûriyê bi awayekî domdar dirêj bihêle.
Hikûmeta demkî ya HTŞ li Sûriyê hinek biryarên balkêş di derbarê aboriya welat de derxistine. Di van biryaran de gelek beşên stratejîk ên karîgeriya enerjî, av, ceyran û tendirustiyê dane ber taybetkirin û veberhênana biyanî ku girêdayî şîrket û fîrmeyên Tirkiyê û welatê Kendavê ne. Çendîn HTŞ hewl dide weke ji nû ve birêxistinkirin nîşan bide, lê çavdêr û aborînas dibêjin ku; sazî û dezgehên bingehîn ên xizmetguzariyê li Sûriyê tûşî mentelîteya qezenc û zirarê dibin. Ji xwe divankên bilind ên elektirîkê li Sûriyê berbiçav in.
Vê yekê metirsî xistiye dilê Sûriyeyiyan ku li kêleka ceyranê, malkaneyên av, enerjî û tendirustiyê jî werin taybetkirin. Her wiha karmendên van saziyan jî di nav wê xofê de ne ku dibe ev guhertin tesîrek neyînî li li pozisyona wan a bike û bê kar bimînin.
Weke encam, taybetkirina malkaneyên giştî, ne birêvebirina dahatuyan e, lê belê çalekiyeke parvekirina desthilatdariya aborî û siyasî ye. Rola Tirkiyê weke rola hemû hêzên destwerdanê, sereke ye. Têgihaştina rast; di bin navê razemeniya aborî û veberhênanê de, firotina şiyana aborî ya Sûriyê û dabeşkirina çîneyatî ye.






