Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Komuna demokratîk û azad dibistana bingehîn e’

12/04/2026
in ROJEV
A A
‘Komuna demokratîk û azad dibistana bingehîn e’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Sîstema komun û meclisan ji destpêka Şoreşa Rojava ve hatin avakirin, armanca sereke ji avakirina wan ew bû ku civak bi rengekî hevbeş û komînal bi hev re jiyan bike. Di heman demê de xwebirêvebirina civakê di hemû qadan de ji civakê bi xwe be.

Komun û meclis ji destpêka şoreşê ve bi armanca derbaskirina modela dewletê û pêkanîna demokrasiyê li ser bingehê mafên jinan û pirrengiyê, hatin avakirin. Ji bo birêxistinkirina civakê, komun û meclis hêzên herî sereke ne, herwiha ew di nava xwe de civakek siyasî û exlaqî ku tê de hemû mirov beşdar bibin û nirxên exlaqî yên civakê bêne parastin, dihewîne. Hem jî ev wekî mekanîzmayek sereke li dijî pergalên desthilatdariyê yên wekî kapîtalîzm û baviksalariyê ye.

Komun li ser bingeha rastiyên civakî hatine avakirin

Komun yekser nûnertiya vîna civakê dike ku li ser bingeha 5 heta 6 komîteyan xwe birêxistin dike wekî komîteyên; Jinan, xizmetguzarî, lihevanînê, ciwanan, parastin û tenduristiyê. Rêbazê komunê ji bilî van qadan, di qadên wekî çandinî, zanistî û perwerdê dikare pêk bê.

Şêwazê avakirina komunê xwe dispêre rastiyeke civakî ku me her kesî dîtiye. Di gundan de ji dema kevnar de heya niha jî jiyana komunal li pêş e, çi pirsgirêk li hemberî her ferd ango mirovek derdiket, hemû kesên ku liwê gundê dijiyan li kêleka hev disekinîn û hêz didan hev ji bo çareserkirinê, heman rewş dema ku şahî hebe hemû gundî bi hev re kêfxweş dibin. Ev yek kom an jî komuneke, bi vê pênaseyê ji bo kolan, tax û bajaran mirov dikare bikar bîne. Di sîstema komunê de ev yek tê meşandin hemû ferdên di nava komunê de, di nava taxê de bi hev re kar dikin, pirsgirkên heyî çareser dikin û gelek komîteyan di nav xwe dihewîne.

Endamên komunê bi vîna taxê tên hilbijartin, li gorî vê baweriyê jî tevdigerin, da ku bikaribin erka xwe bi rengekî rast pêk bînin. Komun saziya herî biçûk e, lê di warê bandorê de jî zemînê bingehîn e.

Komun biryardayîna mezheb û olan garantî dike

Alternatîf li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha tekezkirina nirxên komunal, hêza civakê, girîngiya azadiya jinan û hevkariya xurt bi hemû ol û etnîkeyên din re, hat avakirin. Ji xwe ya herî girîng ew bû ku bêyî azadiya jinan û hevkariya xurt bi hemû gelên li herêmê dijîn, demokrasiya rastîn ne mimkun bû.

Netew-dewleta wekî dijberê demokrasiyê tê dîtin, ji ber vê yekê, li şûna avakirina dewletekê, divê têkoşîn bê kirin ji bo ku pergaleke siyasî ku mafên çandî û siyasî yên hemû mirovan dihewîne, bê avakirin. Ji ber ev rêbaz metisiya li ser gelekî din ku ji aliyê pergala netew-dewletê bê kirin, dûr dixe. Nirx û prensîbên hevpar ên civakê ji etnîkeyên wê girîngtir têne meyzandin. Li şûna helandina nasname, çand û ziman, ev îdeolojî fikra “Neteweyeke Demokratîk” pêş dixe û pêşniyar dike ku cih ji hemû nasnameyan re were dayîn, da ku xwe rêxistin bikin û werin temsîlkirin. Di pratîkê de, ev tê vê wateyê ku di bin pergaleke komunal de, hebûna hemû mezheb û olan di saziyên biryardanê yên wekî meclisan de tê garantîkirin.

Ji bo demokrasiyeke rastîn komun û meclis hatin avakirin

Sîstema komun û meclisan ji destpêka şoreşê ve hate avakirin, da ku modela netew-dewletê derbas bike û demokrasiyeke rastîn a li ser bingeha azadiya jinan, jîngeh û pirrengiyê pêk bîne. Sîstema komun û meclisan dihêle ku civak xwe di hemû qad û aliyan de birêve bibe û birêxistin bike. Herwiha ew têgehên kûr ên kokê ne jî. Ew wekî vejînek ji şêwaza jiyana bav û kalan di civakên berê de tê dîtin ku tê de peyva “civat” behsa komek mirovan dike ku li yek deverê dijîn, ji bo parastina xwe, birêvebirina jiyana xwe û çareserkirina pirsgirêk û zehmetiyên di nav civaka xwe de, têne cem hev.

Di têgeha Neteweya Demokratîk de, civak yek ji stûnên herî girîng e. Herwiha her ferdek wekî hebûnek komunal, beşdarek çalak di hemî aliyên jiyana komunal de tê dîtin. Ferdek wekî hebûnek civakî tê dîtin ku dixwaze bibe beşek ji civatek exlaqî û siyasî û di nav wê de rolek çalak bilîze. Her kes di nav civakê de şaneyek yekgirtî û tam pêk tîne. Bi vî awayî, komun û meclîs hatin avakirin, ji şaneya herî biçûk bigire heta şaneya herî bilind a komunan û di encamê de bi Meclisa Gel gihîştin lûtkeyê.

Rêber Apo derbarê komunan çi dibêje?

Rêber Abdullah Ocalan girîngiyke mezin dide komunan û di paraznameya xwe ya pêncan de wiha dibêje: Ferd û welatiyê neteweya demokratîk bi qasî azad e, ewqasî jî divê kominal be. Ferdê neteweya demokratîk azadiya xwe di kominalîteya civakê de dibîne ango di civakên piçûk ên bêhtir kêrhatî de dibîne. Kom an komuna demokratîk û azad dibistana bingehîn e ku ferdê neteweya demokratîk lê çêdibe.”

Rêber Abdullah Ocalan tekez dike ku heta dawiyê komun xwedî li ferdên xwe derdikeve û wiha dibêje:  Yê nebe komun, yê bi komunî nejî, ferdîtiya wî jî pêk nayê. Gelek cureyên komunan hene û di her qada jiyanê de dibin. Li gorî cudahiyan, ferd ji komunekê zêdetir dikare di nava koman de cih bigire. Ya girîng ew e, ferd li gorî ked û cudahiyên xwe zanibe di nava koman de cih bigire. Ferd berpirsiyariya xwe ya beramberî komun an jî koma girêdayî wê ye, weke pîvana sereke ya exlaqîbûnê dihesibîne.. Exlaq girêdan û hurmeta ji bo jiyana komun îfade dike. Komun yan kom jî heta dawiyê xwedî li ferdên xwe derdikeve, bi vê jî wan diparêze û jiyana wan misoger dike.”

Rêber Apo piştrast dike ku prensîba bingehîn a avabûna civak û komuna mirov prensîba berpirsiyariya exlaqî ye herwiha karektera demokratîk a kom û komunan azadiya kolektîf pêk tîne, bi gotineke din kom û kominên polîtîk pêk tînin û wiha diyar dike: “Kom û komunên ne demokratîk nikarin polîtîk bibin. Kom û komuna ne polîtîk jî nikare azad bibe. Di navbera demokratî, polîtîkî û azadiya komunê de wekheviyeke şidandî û hişk heye.”

Rêber Apo wiha diyar dike: “Welatî û ferdê azad bi tenê dikare di nava vê jiyana kominal a demokratîk de pêk bê. Bi giştî welatî û ferdê neteweya demokratîk, bi taybetî û bi şêweyê bêhtir berbiçav welatî hewcedariyeke jiyana bi berpirsiyarî, exlaqî û polîtîk e. Ev hewcedarî di heman demê de divê weke erk û mafekî bingehîn jî bê fêhmkirin. Kengî dewletên netewe van maf û erkên me yên bingehîn qebûl kirin, Kurd jî dikarin erk û mafên bingehîn ên welatîbûna van welatan qebûl bikin.”

Pêwîst e komun û meclis hîn çalaktir bibin

Di dawiya rapora xwe de em ê hinekî behsa rewşa niha bikin, her kes niha dihzire di nava entegrasyona ku di 29’ê Çileyê de di navbera QSD’ê û hikumeta demkî ya Şamê de hatiye îmzekirin, wê sîstema komun an jî meclisan bê rakirin an jî bimînin? pirs jî di vê de rê de ye. Ger em nirxandinên li jor bînin bîra xwe ku çawa em dibêjin Komun û Meclis bingehên civakê ne, ji bo wê jî yên ku civak bi rêya wê tên birêvebirin ew in, lewra ne mumkine sîstema bingehîn a civakê were rakirin. Berovajî wê çalakirina wan bingeha avakirinê ye. Wê komun û meclis bimînin situnên civakê û bi rêya wan civak komî ser hev bibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.