Stêrk Mihemed
Dayika têkoşer Uweyş Ocalan di 11’ê Nîsana 1993’an de ji ber nexwaşiya şekir jiyana xwe ji dest dide. Lê berxwedanî û badorê dayika Uweyş wê her di bîra gelê Kurd de jiyan bike.
Dayîka Rêber Apo dayîka Uweyş ku dayîka hemû Kurdan e, xwedî kesayetek bi bîr û bawerî bû. Jinek bi hêz û têkoşer bû. Çavên xwe ji ne mafiyê û şaştiyan re nedigirt. Dayîka Uweyş ev 33’an li nav me barkiriye, lê sekin û berxwedaniya wê di nav me de jiyan dike ku her û her em ê li ser wê esasê bimeşin.
Uweyş Ocalan kiye?
Dayika berxwedêr Uweyş Ocalan di sala 1918’an de li Gundê Amara yê girêdayî Xelfetî ya Rihayê ji dayik bûye. Di temenekî biçûk de bi kesekî ji gundê nêzî wan re tê zewicandin. Bi vê zewacê re jiyana wê ya dijwar dest pê dike. Ew dibe şahida kuştina jinek ji aliyê hevjînê xwe ve, vê yekê li dadgehê dibêje û dibe sedem ku hevjînê wê ceza bigire. Dayika Uweyş di heman demê de li hember hişmendiya mêrsalar têkoşîn dike. Ew kesê ku hevjînê wê ye, li girtîgehê qeyrana dil derbas dike û dimire. Keçek dayika Uweyş ji hevjînê wê yê yekem hebûye.
Dayika Uweyş piştî mirina hevjînê xwe vedigere gel malbata xwe û paşê jî bi Omer Ocalan ê ji heman gundî re dizewice. Bi zewaca duyem re jî têkoşîn û berxwedana wê ya jiyanê dewam dike. Ji vê zewacê çar keç û sê kurên wê çêdibin. Uweyş Ocalan a bi kesayeta xwe ya berxwedêr tê nasîn di 4’ê Nîsana 1949’an de Rêber Abdullah Ocalan tîne dinê. Dayika Uweyş jî têkoşîna li dijî nexweşiyê dide. Ji ber nexweşiya şekir li Edeneyê tê derman kirin. Di vê têkoşîna jiyanê de di dawiyê de lingekî wê tê jêkirin. Piştî tedawiya salekê di 11’ê Nîsana 1993’yan de ji ber qeyrana dil koça dawî dike. Bi wefata dayîka Uweyş re di nava gelê Kurd de xemgîniyek hat jiyin, ji ber ku weke dayîka hemû Kurdan bû. Canazeyê dayîka Uweyş li gundê Amarayê bi xatir xastina dawî ji hêla kesên jê hezdikin ve dispêrin axê.
Uweyş Ocalan jinek têkoşer û bi hêz bû
Dayîka Uweyş bi hêz û têkoşîna xwe tê naskirin. Teslîmiyet û serî tewandin li ber şaştiyan qebûl nedikir. Xwedî seknek bi bandor bû ku her kesî hesab jê re dikir, ji kesî neditisî û li hember hişmendiya zilamê serdest liberxwe dida. Herwiha tola xwe ji kesî re nedatanî û wê bi çi rengî be hilîne. Mînaka ku wê di bîra me hemû Kurdan de zindî bimîne ku rojekê Rêber Apo dema biçûk bû vedigere male kurê cîrana serê wî bi kevir şikandiye, dema ku dayîka Uweyş vê yekê dibîne bi Rêber Apo re dibêje tê venegerî mal heta ku tu tola hiltînî. Dayîkek bi vî rengî bû ku li ser mafê xwe bêdeng nebe û mafê kesî ji nedixwar. Em dikarin bêjin ku Rêberê me Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hin taybetmendiyên xwe ji dayîka xwe girtiye. Dayîka Uweyş ji sala 1993’an de ji nav me barkiriye, lê belê bandor, têkoşîn, berxwedanî û hêza wê di nav me de jiyan dike. Dayîka Uweyş jer roj di bîra gelê Kurd de ye ku çiqas şanazin kesayetek mîna Rêber Apo anî û mezin kir.
Nirxandinên Rêber Apo li ser dayîka Uweyş
Jineke ku bi aliyên xwe yên erênî yan jî neyînî bandor li ser tevgera azadiya jinê jî çêkiriye dayika min e. Li Kurdistanê rastîqîniyek din ku divê em li ser bisekinin jî rastiya dayikê ye. Dayiktî piranî îfadeyek zayînê ye. Li cem me wateya herî hêsan a dayiktiyê wiha ye ku tu yê gelek zarokan bîne dinê û nifşê xwe bidomînî. Ez ji destpêkê ve li dijî vê yekê derketim. Dikare bê gotin ku bersiva herî tund min bixwe daye dayika xwe. Wê wekî dayikakê hemû mafê xwe yê li malê disparte wê yekê ku ez anîme dinyayê. Min jî jê re digot: “Tu vê mirîşk û çîçikên wê dibînî yan na? Mirîşk ji bo çêlika xwe çiqas dayik be, tu jî ji bo min ewqas dayîkî.” Ev şibandinek pir qebe bû, lê min ev kir. Ji wê jî zêdetir min gelek caran nêzîkahiyek di wateya wekî “Li şûna ku zarokên te yên wiha hebin, bila qet nebin baştir e” nîşan dida.
Zarok nikare wek xwesteka xwe bijî, dayik jî dixwaze bi zarokê xwe re hebûna xwe bidomîne, ev nakokiyek e. Heqê dayiktiyê tenê bi têkoşînek bêhempa dikare bê dayîn. Ji bo dayikekê jî maf di esasê de wisa tê dayîn. Ji bo jinekê çawa eleqe dikare bê nîşandan? Me di rêbaza xwe ya şîroveya azadiya jinan de nîşan daye, ji bo dayikê jî bi vî awayî dikare bersiv bê dayîn. Hewce bi girtina diyariyên biçûk tune ye şîrovekirina azadiya jinan li gorî min rêzdariya herî mezin a ji bo dayikê bê nîşandan e.






