İsyan Karadeniz
Pergala komîn, paradigmaya kominal û her wekî din gellek caran em bi peyva komînê rast lê tên û kominalite wek şewazekî jiyanê derdikevê pêşiya me. Li gori gellek çavkaniyan peyva komin ji peyva communis a bi zimanê latinî tê û tê wateya hevpar, parvekirî û giştî. Wekê inkarkirina nasnameya jinê û hebuna gelê Kurd; zimanê Kurdî jî hatiye inkarkirin û gellek peyvên ku koka xwe Kurdî ne jî tune hatiye hesibandin. Peyva komîn di zimanê Kurdî de jî di wateya xwe ya kombun, bi hev re an ji hevpar, yekparebunê de tê karanin her wiha di nava jiyanê de jî bi vê awayî tê jiyîn.
Di vê erdnigariyê de kominalite ne tene li ser kaxizan hatiye xêz kirin an jî li ser ziman tê bilev kirin, di hevsengiya dayin û standina nava jiyanê de şeklekî xwezayî derdikevê pêşiya me. Di dirokê de jî ji Karmatiyan heya Komara Mahabatê, iro di Şoreşa Rojava de di mozaika gelan de li ser vê axê ceribandinên jiyana kollektif her tim çebû ye. Damarek hevpariyê ya civakê derketiye pêş û her tim di nava vê kominaltiyê de şopekî ya jinan hebu ye. Ji ber vê jî êrişên hêzên serdest, katilê kastik herî zêde li ser jin û kominaliteya civakê ye.
Hewceye ji xwe pirs bikin çima em evqas dibin hedef? Çima yê ku herî zêde tê reş kirin, jin, civakê li dora jin, tevgerên dora jinê an jî têkoşînên ku ji bo van tê kirin e? Helbet sedemekî mezin û giring heye ku, ji dîrokê heya niha beramberî nasnameya jin û civakê plan, proje yên talankirin, tecavûz û rewandinê, bi dara zorê koçberkirinê hatine amadekirin û pekanîn. Di rûpelên dirokê de jî aliyê desthilatdaran ve wek sedemên êrişbirinê hatine nişandan û pê re dirokek derewîn hatiye nivisandin. Ji ber vê giringe ku em dirokê heqiqî ya jinê û civakê bilev bikin, binivîsinîn, yê ku taritî de hatiye hiştin lêbikolin û derxinin ronahiyê.
Civak bi parvekirin, dabeşî, hevpariyê ve dibe civak, civakê exlaqî û politik bi nirxên xwe yên kominalite ve digihijê azadiyê. Ji ber vê jin û jiyan, nirxên ku bi civaka jin dayikê hatine afirandin her tim ji heman kokê tê û bi hev re dibe nasname. Dema ku nasnameya jin a di 4 qatmanê da teşe girtî lêbinêrin, heta roja îro çiqasî ji civakê, ji kominê hatiye qut kirin; jî nasnameya xwe ya esasê durketiye hîn zelal dikarin bibînîn. Rêber Apo, vê ya wekê ‘‘Jin; cewhera civakê ye.’’ bilev dike û her wiha di derbarê civakbunê de jî tîne ser ziman ku di cewhera civakbunê de kominalbuyin heye. Li gorî vê rastiyê jin û civak qasî ku kominale evqasê azad e, evqas nirxên azadiyê di jiyanê de dihewine, evqas exlaqî û politik e. Yên ku xwedî nirxên exlaqî û politik in, dikarin bibin xwedî gotin û pratik. Gîrêdanbuna bi hêz a van rastiyan ‘‘kom’’ ifadeyek civakbuyinê ye.
Di seranserê cihanê de pir minak hene ku civak bi şewazek kominal jiyan dikin, ev di usulê imece ya li Anatolya, bi felsefeya “Buen Vivir” (Jiyana xweş/baş) a li Abya Yala, Consejo Comunal a li Venezuela, Chiapas a li Meksikayê, Auroville a li Hindistanê, Christiania ya li Danimarkayê,Tamera ya li Portekizê, Twin Oaks a li ABD û Damanhur ya li İtalyayê hin ji wan minaka ne kû civak bi şewazên kominal xwe birêxistin dikin. Ceribandina ku di Şoreşa Rojava de derketiye pêş ev e ku Şoreşa Rojava heman demê şoreşa jin e, jin û komin bi ceribandinên xwe yên bi rêxistinbunê ve derdikeve pêş. Hey niha gellek ceribandin çêbu ne lê belî ji ber kêmbuna rêxistinbun û gihandina pergalekî daîmi nehiştiye ku bigihijê heya roja iro, tene şopên xwe li pêy xwe hiştine. Niha li keleka zanebuna rêxistinbun û xwe parastinê, bi pêşxistina Jineolojî ve li ser vê axê çanda xwedawend zindî dibe. Hebun, zanebun û şekil girtin bi buyina jin ên kominê ve digihijê ‘‘hevpariyê.’’






