Esma Mistefa
Endama Sîwana Meclisên Jinên Êzidî li Ewropayê Nûrê Alkiş diyar kir ku jinên di YPJ’ê de cih digrin, ne temsîla yek rengî, netewî û baweriyê dikin, YPJ’ê temsîlkara hêz, artêş û îradeya jina azad ji hemû jinên cîhanê re dike û ger hikumeta Sûriyê qebûl neke, wê nikaribe di demokrasiyê de rol bilîze.
Jinên ku daketin qadan û cihên xwe di avakrina bingehên yekemîn yên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya ku weke Şoreşa Jin tê naskirin, bi avabûna hêza YPJ’ê di 2013’an de, temam bû û mohra xwe li hemû şoreşên jinan di cîhanê de xistin. Bi geşedan û herikîna bûyerên ku di Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de têne qewmandin re, hebûn û parastina YPJ’ê, şert e.
Têkildarî vê yekê jinên Kurd yên ku Ewropayê xebat didin meşandin, Endama Kooperation Siwana Meclisên Jinên Êzidî li Ewropayê Nûrê Alkiş ji Rojname me re axivî.

Nûrê Alkiş di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku ger hebûneke gelê Kurd niha heye, ew bi felsefeya Rêber Apo mayînde bûye û wiha got: “Em gelê Kurd ne 4’ê Nîsanê weke rojeke rojbûna mîmarê felsefeya Azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan dibînin, di heman demê de roja vejîna gelê Kurd di giştî cîhanê de ye. Di hemwextiya vê dîrokê de ku çawa Rêber Apo yekem kesê bi maf û hebûna jinê derketiye pêş, Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê li Rojavayê Kurdistanê di heman dîrokê 4’ê Nîsana 2013’an de hate avakirin. Em vê rojê û hêzê li hemû gel û jinên azadîxwaz pîroz dikin. YPJ’ê ji roja damezrandina xwe de bûye îrade û hêzeke girîng di parastina civak û nirxên mirovahiyê de. Fedekarî û cesareta ku wan di di dîrokê de kiriye, cihê xwe yê taybet xêz kiriye ku niha hemû cîhan hebûn û fedekartiya vê hêzê nas dike.
Di van demên watedar de em hemû kesên ku di vê riyê de fedekarî kirine û canê xwe feda kirine, em li hember hemû şervanên jin û mezinahiya wan, ditewînin.”
‘Parastina YPJ’ê erka me hemûyan e’
Nûrê di domdariya axaftina xwe de ev anî ziman: “YPJ’ê hêvî, azadî û jiyana nû ji bo tevahî jinên Kurd û yên cîhanê avakir. Ji ber wî jî em bi taybet jinên Êzidî YPJ’ê em rêzî ji hebûn û sekna wan re pêşkêş dikin. Taybetmendiya YPJ’ê ew e ku ne tenê nasnameya civak û jinan parasti di heman demê de nasnameya hemû ol, netew, bawerî û pêkhate parast. YPJ’ê di dema fermana Tebaxa 2014’an de ku êrişên DAIŞ’yan hatin ser civaka Êzidî. Hêza YPJ’ê zend û bendên xwe pêçandin, gulliyên xwe hunandin û daketin qada hebûn û nebûnê û ber bi hawara dayik, keç û zarokên civaka Êzidî ve çûn.
Ji ber wê yekê ev yek ji deh sedemên ku em YPJ’ê hêz û nirxa xwe dibînine û em dibêjin “YPJ’ê nebe, qet nabe”. bi taybet ji bo civaka Êzidî di dema rejîma Baas, di dema opozisyon û DAIŞ’ê de li Sûriyê û her wiha di Başûrê Kurdistanê û Iraqê de her tim civaka Êzidî bi kiryar û qetlîaman re rûbirû maye. Tenê bi felsefeya Azadiyê, hêza YPJ’ê, YPG’ê û Gerîlayên azadiyê ev civak hate parastin. Parastin û piştgiriya YPJ’ê şert e û erka me hemûyan e.”
‘Ger hikumeta heyî hêzên jin qebûl neke wê nikaribe xwe bi rengê demokrasiyê nîşan bide’
Nûrê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ger hikumeta demkî ya Sûriyê hebûna hêzên jin qebûl neke, wê demê Sûriyê nikare ber bi demokrasiyê ve biçe û wiha got: “Em dizanin niha pêvajoyeke nû di Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de hatiye destpêkirin, ger hikumeta heyî hêzên jin qebûl neke wê demê nikare xwe bi rengê demokrasiyê nîşan bide, ger hêzên jin nîn be wê demê qet nabe. Ji lewra Em bi hemû hêz û îradeya xwe weke Sîwana jinên Êzidî, Tevgerên Jinên Kurd dibêjin ku em li pişta hêza xwe ne, em li pişta hêzên ku nirxên jin û mirovahiyê patastine. Ji ber ew hêz û hêviyên me ne. Em viya tekez dikin ku bi mayîndebûna hêzên YPJ’ê ancax Sûriyê di pêvajoya nû de xwe îsbat bike. Jinên ku di YPJ’ê de cih digrin, ne temsîla yek rengî, netewî û baweriyê dikin, ew temsîlkarên hêz, îrade û hebûna jinan li tevahî cîhanê dikin. Çeka wan ne çeka ku pê şer dikine, çeka wan ew keziyê wan yê hunandiye. Ji ber wê em dibêjin bê jin demokrasî û jiyana wekhev ava nabe, bê hebûna jin di qada siyaset, civak û leşkerî de, wê civak û dewletên heyî nikaribin demokrasiyê bidest bixin.”






