Hêvî Keleş/ Qamişlo
Rayedarên hikumeta Tirkiyê, tevî zêdebûna berbiçav a kuştinên jinan, çavên xwe ji kuştinên jinan digirin. Tenê îsal zêdetirî 70 jin hatine kuştin, herwiha cenazeyên 14 jinan di şert û mercên nediyar de hatine dîtin û mirina biguman a 29 jinan jî hatiye tomarkirin.
Li Tirkiyeyê di salên dawî de zêdebûneke metirsîdar a kuştina jinan heye, diyardeyek ku di mafên mirovan û medyayê de nîqaşeke berfireh derxistiye holê. Ev sûc pirsgirêkên kûrtir ên têkildarî şîdeta nav malbatê, parastina qanûnî ya nebaş û çandeke civakî ku dibe ku van binpêkirinan rewa bike an jî efû bike, ronî dikin. Di bin van şert û mercan de, bangên ji bo tedbîrên hişktir ji bo parastina jinan û garantîkirina mafên wan ên bingehîn ên jiyan û ewlehiyê zêde dibin.
Bîlançoya kuştina jinan di 2026’an de
Rapora komîteya navneteweyî ya parastina jinan a girêdayî platforma “Em ê Kuştina Jinan Rawistînin (KCDP)” a di çileya 2026’an de derket, li gorî daneyên di rapora platforma (KCDP) de, di Çileya 2026’an de 22 jin hatine kuştin û 14 jinan jî di bin şert û mercên nediyar de jiyana xwe ji dest dane. Li gorî raporê, ji sedî 73’ê qurbaniyan di nav malên xwe de, ji sedî 23’ê wan ji aliyê mêrên xwe ve hatine kuştin. Li gorî raporê, bajarên ku rêjeya herî zêde ya kuştina jinan lê heye ev in: Edene (jinek), Enqere (du), Antalya (pênc), Bartin (jinek), Çorum (jinek), Stenbol (çar), Îzmîr (çar), Konya (jinek), Manisa (jinek) û Mêrdîn (du). Di Sibata vê salê de jî 23 jin hatin kuştin û 29 jinên din di şert û mercên nediyar de jiyanan xwe ji dest dane.
Li gorî bîlançoya şîdetê yên meha Adarê ya ku ji aliyê JINNEWS ve hatine weşandin, herî kêm 29 jin û du zarok hatine kuştin û 20 jin û du zarokên din di bin şert û mercên nediyar de mirine.
Rapora ku ji hêla ajansê ve hatiye weşandin a kuştina jinan di meha Adarê de, eşkere kir ku qurbaniyên jin ên kuştinê li gelek dozan belav bûne. Jinek ji hêla xwendekarê xwe ve, du ji hêla hevjînên xwe ve û yek jî ji hêla hevalê xwe yê berê ve hatine kuştin. Heft jin jî di dema ku xwestin ji dev hevjînê xwe ve berdin, ew ji hêla hevjînên xwe ve hatin kuştin û deh jî ji hêla hevjînên xwe ve hatine kuştin. Dozên din jinek ji hêla birayê xwe ve, yek ji hêla kurê xwe ve, yek ji hêla kesekî xerîb ve, yek ji hêla zilamekî nenas ve, yek ji hêla apê xwe ve, du ji hêla biraziyên xwe ve û yek jî ji hêla mêrê xwe yê berê ve hatine kuştin.
Kuştin li gorî erdnîgariyê wiha hatine dabeşkirin: çar jin li Stenbolê, du li Aydinê, sê li Bursayê, yek li Edeneyê, du li Îzmîrê, du li Muglayê û sê li Mersînê hatine kuştin. Li gorî raporê, li Trabzon, Kayserî, Aksaray, Nevşehîr, Samsûn, Hatay, Nîgde û Eskîşehîrê, du li Amed û du li Manîsayê jî kuştinek hatiye tomarkirin.
Xemsarî û nebûna qanûnê
Kuştina jinan li Tirkiyeyê êdî ne bûyerên takekesî ne, lê veguheriye diyardeyek ku her ku diçe zêde dibe û kêmasiya di pergala parastina yasayî û civakî de eşkere dike. Di salên dawî de bi hezaran jin hatine kuştin û bi sedan jin di şert û mercên nediyar de jiyana xwe ji dest dane, di nav nîşaneyên zêdebûna tundûtûjiya navmalî, dîjîtal û sazûmanî de, di demekê de ku rêxistinên mafên mirovan dengê xwe bilind dikin, hişyarî didin li ser xeleka berfirehbûna bêcezatiyê û nekarîna qanûnan ku qurbaniyan biparêzin berî ku pir dereng be.
Û ji vir em dibînin ku şîdet û tundiya li ser jin ê li Tirkiyê zêde bûye, ew nema diyardeyek sûcî ye, berevajî vê, ew bûye nîşaneya krîzeke kûrtir a têkildarî bandora saziyan, avahiya civakî û asta pabendbûna dewletê ji bo bicîhanîna qanûnên ku ew derdixe. Û bi sedan qurbanî hîn jî salane têne tomar kirin, rastiya herî hovane ew e ku her hejmar jiyana jinekê û ezmûnek mirovî ya netemam di bin pergaleke parastinê de vedişêre ku hîn jî nikare di wextê xwe de mudaxele bike.
Di dawiyê de, meseleya kuştina jinan li Tirkiyeyê hîn jî birîneke vekirî ye ku ji dewlet û civaka sivîl hewldanên hevgirtî hewce dike. Çareserkirina vê diyardeyê ne tenê bi derxistina qanûnan ve sînordar e, ew di heman demê de guhertinek bingehîn di hişmendiya civakê de û pêşvebirina çandek ku rêzê li jinan û mafên wan digire jî hewce dike. Her çend bangên ji bo reformê berdewam dikin jî, hêvî ji bo avakirina civakek dadmendtir û ewletir ji bo hemî jinan dimîne.






