Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Divê nûnerên jinan li ser xeta azadiya jinê û hêza wê tevbigerin’

11/04/2026
in JIN
A A
‘Divê nûnerên jinan li ser xeta azadiya jinê û hêza wê tevbigerin’
Share on FacebookShare on Twitter

Esmihan Gedro/Qamişlo

Berdevka Kongra Star ya taxa Enteriyê a bajarê Qamişlo Ahîn Ibrahîm diyar kir ku dive tevahî saziyên jin cihê xwe di destûra Sûriyê ya nû de bigirin û got, “Divê nûnerên jinan li ser xeta azadiya jinê û hêza wê tevbigerin“.

Di derbarê mijara parastina mafê jinan di destûra Sûriyê de û cihgirtina jinan di saziyên dewletê de, berdevka Kongra Star ya taxa Enteriyê a bajarê Qamişlo Ahîn Ibrahîm ji Rojnameya me re axivî.

‘Em dixwazin wek saziyên jinan cihê xwe di destûrê de bigirin’

Ahîn Ibrahîm di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Sê meh di ser peymana 29’ê Çiliyê re ya bi hikumeta demikî re derbas dibin, lê heta niha tevî gave entegerasyonê heta niha hikumeta demikî jinan qebûl nake. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinê bû û emê weke jin heta dawiyê banga mafê xwe bikin û têkoşînê bilind bikin. Me bi hezaran şehîdên xwe dane vê şoreşê û me gelek kar û xebat daye meşandin. Jin ne tenê gotineke, lê belê jin jiyan e, jin civak e û xweza ye, ji ber vê yekê divê hikumeta demikî jinan qebûl bike.”

‘Jin pêşeroja civakê ye’

Ahîn axaftina xwe wiha berdewam kir: “Jin pêşeroja civakê ye. Weke nêrîna Serokê Hikumeta Demkî ya Sûriyê Ehmed El-Şeri di hevdîtina xwe ya dawî li Almaniyayê anî ziman ku ew wek hêza jinên Sûriyê weke lîwa di nava xwe de qebûl nakim. Lê bila ew bizanibe YPJ`ê nasnameya me ye weke jin, hêza me ya leşkerî ye û divê di artêşa Sûriyê de cihê xwe bigire. Nûnerên jinan di saziyên dewletê de divê bi pergala hevserokatiyê, wekheviya zayendî û birêxistinbûnê cih bigirin. Heger jin di van saziyan de neyê qebûlkirin em ê her tim li qadan bin û têkoşînê bikin. Ji ber ku yê îro li hemberî dewleta serî netewandiye YPJ`ê ye.”

‘Wê berxwedanî berdewam bike’

Ahîn destnîşan kir ku 15`sal in di Rojavayê Kurdistanê de jinx we birêxistin dikin û wiha pê de çû: “Em rêxistina jinan bi pêş dixin,ji ber  çalakiyên me hene, nasnameya me heye û civaka me jî heye. Ger em vegerin dîrokê jin çawa xwe di dîrokê de cih girtibû gerek mafê me jî di dewleta Sûriyê de jî bê girtin. Xwesteka me jinan jî berdewamkirina berxwedaniyê ye. Divê di saziyên dewletê de nûnerên jinan cihê xwe bigrin.”

‘Divê em weke jin xwe birêxistin bikin’

Ahîn Ibrahîm axaftina xwe wiha qedand: “Divê nûnerên jinan li ser xeta azadiya jinê û jiyana komun tevbigerin, da ku şoreşa civakî û destkeftiyên jinan misoger bikin. Gelek axaftin di aliyê dewleta Sûriyê de tê kirin ku jin, sazî û meclîs namînin ev hemû biryar di destê me de ye ne di destê dewletê de ye. Em weke jinên sûrî bangewaziya me ji hemû jinan re heye ku daxwaza mafê xwe bikin. Divê em weke jin xwe bi rêxistin bikin. Gerek jin di her aliyê kar de xwe bipêş bixe, divê jin  hêza xwe ya parastina cewherî û îdeolojîk xurt bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.